Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
12.02.2020 berfa amedê - tirşik
12.02.2020 berfa amedê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Berfa ku li dora saet di sisêya êvarê dest pê kiriye û di vê saetê de hêj jî xweş dike.
Piştî salên dûvdirêj li Amedê ez li erdê berf dibînim. Yan hîç nedibariya yan jî erdê hîç spî nedikir. Wa yê piştî salan erd çilspî bûye.
Sê saet berê ez çûbûm qehwexaneyê û bi qasî du saet rûniştim. Piştî ku rabûm min dît ku erd çilspî bûye. Cara ewil min kêf kir lê dûra hat bîra min ku divê deh km erebe biajom û herim malê û min hevalê xwe jî bir mala wî. Xwudêjêstendî mala wî di dawiya Amedê de û mala min jî di dawiyeke dî de ye heta çûm û hatim min 20 km rê xelas kir.
Cara ewil min di berfê de erebe ajot, xwudê careke dî neke qismet! Heta çûm û hatim dilê min dikir qulpequlp min di gurçikên xwe de kevir nehêlişt ji ber tirsan çimkî erebe dişemitîya.
Bi kurtasî bi xêr û xweşiyê be, ji bo zeviyan berf pirr muhîm e.



12.02.2020 22:06 | ferhenga şikestî

2. a ku wê diyar bû wê were. vaye çend roj bûn amed, ji normalê gelek gelek zêdetir sar bû.
ger ev berf jî li erdê bimîne wê 2-3 heftiyên gelek sar li benda me bin..
salekî wisa bûbû, amed bûbû weke erziromê wele.



13.02.2020 00:23 | brusk56

4. Berfa ku pir keyfa min û gelek şênîyên Amedê anîye. Sibê zû rabûn min taştê xwe xwar û çûm pişt mizgefta Hz Suleyman ê. Ew derê dinêrê çemê dîclê û pir kaşe yanî jibo tehisandinê musaîde. Dema çûm min nihêrî pir kes ditehise hema çi tiştek naylonî dîtibin, li ser dirûniştin xwe ditehisandin. Ez jî bi sê hevalan bi naylonên mezin me xwe ji jor berda xwarê pir bi keyf bu me ji zarokan pirtir keyf dikir. Înşelah her bibare berf li ser sûr ên Amedê.



13.02.2020 23:27 | azad30

5. Tê xuyakirin ku gelek kêfa zarokan anîye. Ev Bû çend sal li navenda Amedê berf nebarîbû. Bi hatina xwe cotkaran jî kêfxweş kirîye.

li ser înstagramê rastê zarokeke kurd hatime. Hestên xwe ji bo berfê bi avayekî dengbêjî diane ziman. Kurdîyeke xweş û zelal li ser wê heye, gelek kêfa min anîye *
Here lînkê



14.02.2020 19:59 | kajav

6. a ku bi xwe re sermayek ecêb aniye.
aniha -7 derece ye hewa. ji bo amedê ev sermayek gelek zêde ye.



14.02.2020 22:36 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 12.02.2020 berfa amedê
» berfa sibatê tê qulatê nagihe qinyatê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî