Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 36 peyam
dumilî - tirşik
dumilî
(0) (0) ecêb (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Navê eşîrek li derdora navçeya şemrex( mazîdax) û çinar e. Navenda wan gundê şewaşî ye. bi kurmancî dipeyivin û kurmanc in. gorî dîroka devkî di dawiya 1700 an û destpêka 1800 an ji hêla çewlik û palû hatine niştecîh bûnin. îro li şemrex, çinar û dêrik gelek gundên dumiliyan hene. Ez jî her wiha dumilî me.



2020.02.13-00:03 [guhertin:2020.02.13 00:03]| umed

2. Ew bi dunbuliyên rojhilat we yek eşîr in.
Dunbuliyên rojhilat li devera xoy û mako dijin. Pirraniya wan êdî zimanê tirkî diaxivin. Here lînkê
Ber şera osmanî û safeviyan dumbulî li devera heleb û çiyayê kurmênc bûne.



2020.02.13-16:03 [guhertin:2020.02.13 16:04]| cinorek

3. Di hemû çavkaniyên dîrokî de dumilî wek eşîrek kurmanc û bi resen yezidî tê danasandin. li şerefxan jî dumilî di nav eşîrên kurmanc tê nivîsandin. Îro li Şengalê jî eşîra dumilî bi baweriya yezidî heye. Eşîrek bi esilê xwe ji Botan e û ji wir belav bûye herêmên rojhilata Kurdistan û tebrîzê. dema desthilatdariya wan ji dest diçe, derbasî bakurê çemê firat, taybet navbera palû û çewlik dibin. yên li wir dimînin bi pêvajoyek dirêj dibin zaza. hejmara wan ewqa mezin dibe ku kurmanc ji bo zazayan jî navê dumilî û ji bo Zazakî jî navê dimilî bikaranîne. kengî ku osmaniyan di dema yawiz Selîm herem xist bin desthilatdariya xwe, li ser dumiliyan zext zêde dibe, taybet bacên giran. Ev dibe sedema serhildana dumiliyan li hember Osmaniyan di nava 1600 an . ev serhildan tê serkutandin. ev jî dibe nefîkirina dumiliyan. hinek derbasî hêla erzirom, mûş û hinek jî derbasî hêla pasûr û qerejdax dibin. Yên derbasî qerejdex dibin, yek şaxek li hêla şemrex( mazıdağı), çinar û dêrik dibin. yên din jî derbasî hêla qerejdax û siwêrek dibin. dibêjin navê dumilî tê wateya dûv milî. ew û eşîra milî (mîlan) ji heman resenê ne. îro dumiliyan di erdnigariyek ji makû ,tebrîz û xoya rojhilat heya Rojava û helep û li bakûr jî, ji mêrdîn heya amed û erzirom belav bûne.



2020.02.13-19:52 | umed

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
hêja - belkî
spotify: (lînk: ht...
hevînevî [1]
Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê. eşîra goyan/117538 Bi Devoka go...
eşîra goyan [1]
Dbêjin belkî bâryo pênsed solon köçer dê j' daşti çövon zözon l' gêlî ...
sahibinden.com [1]
Îro li reklamê wê ra rast hatim. Salvegera 20. ya wan bubuye. Li nav w...
quora [1]
Malpereke ku mirov dikare wek blog hizir û zanyarîyên xwe li ser parve...
belki ev jî bala te bikişînin
» dumilî

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî