Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 85 peyam
şevek şîzofren - tirşik
şevek şîzofren
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirtuka îrfan amîda ya 2018an der çuyî. Cureya wê roman e, lê ne li ser buyeran lê bêtir hatiye xwestin li ser rewş, psîkolojî û ramanan bê avakirin. Zimanê pirtukê hinekî tevlîhev e, ne ji ber Kurdiya wê lê ji ber buyer û awayê vegotinê taybetî.
Weke din bawerim di Kurdiya wê de jî hinek pirsgirêk hene; hevoksaziyê de awayê min nedîtî hevok hatine saz kirin, weke mînak; "Li çerp çerp û mirç mirça devê dêlikê nerî Cengiz."
"Dêlikê bi pejinkariyekê balkêş ji kefa destê Cengiz xist devê xwe ew parî."
Nivîskar xwediyê pirtukên helbestan e, dibe ku bandora helbestan e, lê ez ne hînî hevokên vî awayî me di kurdî de û bawerim bikar anîneke wisa tuneye jî. Hevokên bi vî awayî gelekî zêde ne û dibe sedem ku mirov bi rehetî fêhm neke.
Weke din dixwazim peyva "çerizandin"ê bipirsim, min cara pêşîn bihîst!
Di pirtukêde peyvên wî/wê di şuna navande gelekî hatiye bikaranîn û buye sedem ku mirov carna nezane yê tê behskirin kî ye.
Pirtuk bi gelemperî ne xerab e, zimanê wê ne zêde giran e. Buyerên wê balkêş in lê bi encam nayên.



13.02.2020 23:06 | azadixwaz

2. Çend hefte berê min jî qedand lê bi çil belayî. êdî serê her peyvê çavê min li ferhengê bû. Min romana wê ya (bnr: pêşengeha sûretan) xwendibû û min ev pirtûka jî xwend şûnde fikrek çirûsî di mêjîyê min de:
"Teqez îrfan amîda li hemwateyê pêyva nêrîye û paşê gotiye 'civak kîjan hindiktir bikartîne' û jê şûnde peyva herî kêm hatiye karanîn hilbijartiye" *
Lê ji xeynî wê hebekî cûda bû helbet. Dîsa jî çêjek xweş ma di devê min de*



14.02.2020 01:36 ~01:37 | rizgarm

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» şevek nîvê şevê da lo
» şîzofrenî

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî