Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 38 peyam
şevek şîzofren - tirşik
şevek şîzofren
(0) (0) ecêb (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Pirtuka îrfan amîda ya 2018an der çuyî. Cureya wê roman e, lê ne li ser buyeran lê bêtir hatiye xwestin li ser rewş, psîkolojî û ramanan bê avakirin. Zimanê pirtukê hinekî tevlîhev e, ne ji ber Kurdiya wê lê ji ber buyer û awayê vegotinê taybetî.
Weke din bawerim di Kurdiya wê de jî hinek pirsgirêk hene; hevoksaziyê de awayê min nedîtî hevok hatine saz kirin, weke mînak; "Li çerp çerp û mirç mirça devê dêlikê nerî Cengiz."
"Dêlikê bi pejinkariyekê balkêş ji kefa destê Cengiz xist devê xwe ew parî."
Nivîskar xwediyê pirtukên helbestan e, dibe ku bandora helbestan e, lê ez ne hînî hevokên vî awayî me di kurdî de û bawerim bikar anîneke wisa tuneye jî. Hevokên bi vî awayî gelekî zêde ne û dibe sedem ku mirov bi rehetî fêhm neke.
Weke din dixwazim peyva "çerizandin"ê bipirsim, min cara pêşîn bihîst!
Di pirtukêde peyvên wî/wê di şuna navande gelekî hatiye bikaranîn û buye sedem ku mirov carna nezane yê tê behskirin kî ye.
Pirtuk bi gelemperî ne xerab e, zimanê wê ne zêde giran e. Buyerên wê balkêş in lê bi encam nayên.



2020.02.13-23:06 | azadixwaz

2. Çend hefte berê min jî qedand lê bi çil belayî. êdî serê her peyvê çavê min li ferhengê bû. Min romana wê ya (bnr: pêşengeha sûretan) xwendibû û min ev pirtûka jî xwend şûnde fikrek çirûsî di mêjîyê min de:
"Teqez îrfan amîda li hemwateyê pêyva nêrîye û paşê gotiye 'civak kîjan hindiktir bikartîne' û jê şûnde peyva herî kêm hatiye karanîn hilbijartiye" *
Lê ji xeynî wê hebekî cûda bû helbet. Dîsa jî çêjek xweş ma di devê min de*



2020.02.14-01:36 [guhertin:2020.02.14 01:37]| rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
rengawaz [1]
Peyveke di pirtûka Têbîniyek ya Înan Eroglu de derbas dibe ye. Di ti f...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
hêja - belkî
spotify: (lînk: ht...
hevînevî [1]
Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê. eşîra goyan/117538 Bi Devoka go...
eşîra goyan [1]
Dbêjin belkî bâryo pênsed solon köçer dê j' daşti çövon zözon l' gêlî ...
sahibinden.com [1]
Îro li reklamê wê ra rast hatim. Salvegera 20. ya wan bubuye. Li nav w...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeveke îstismar
» şîzofrenî

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî