Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
nîqaşa ayşe hür û zülfü livaneli li ser meseleya atatürk û kurdî - tirşik
nîqaşa ayşe hür û zülfü livaneli li ser meseleya atatürk û kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nîqaşek balkêş e. li ser twitterê qevîmiye.
Çend roj berê zülfü livaneli videoyeka zarokek kurd ku li înşeatê kilama xo distrine parve kir û got vî kesê min re peyda bikin ez ê ji vî xwedî derkevim û fîlan û bêvan... Here lînkê

ayşe hür bersivek da û zülfü livaneli rexne kir. Ayşe xanîm bi kurtasî dibeje tu nikarî hem bibî atatürkçü hem jî ji kurdî xwedî derkevî...

ew bi min mina gotina tayyip a salan berê "hem laik hem müslüman olunmaz" hat. Îcar gotin wisa ye "hem kemalist olup hem kürtçeye sahip çıkılmaz"

Nîqaşek pir dijwar e. Ayşe hür weke polemîzîstekek baş xuya dike, Livaneli zeyîf e, mîna Twitter-ê nû bikar tîne.

Ez li ser fikra ayşe hür im.

Hûn dikarîn li vîr tewlê wê nîqaşê bibin: Here lînkê



15.02.2020 20:15 ~20:20 | cinorek

2. Vê mijarê de Eyşê gorî zanistekî tevgeriya ye û mafdar e. Dil dixwaze ku mijarên wisa her deverê bê nîqaş kirin. Lê ne Eyşê J.Paul Satre û ne cih Fransayî.. hin kesên bêjin ka zilfî ev kêrî tiştekî naye.



16.02.2020 14:56 | hector

3. Niqaşa ku vê sibê wexta di rê de bûm lê rast hatim. Ji nobetê derketibûm li ser nigan radizêm lê çavên min di cîh de vebûn. Dilê min lê rehet bû eynî *



17.02.2020 02:59 | biaqila malê

4. Kesên ku ji xwe re dibêjin tirk , ti carî nikarin van rexneyan li xwe bikin ji bo ku atatirk xwe kir bav, bapîr û her tiştên wan.Atatirk ji bo wan netewek ava kir , ji bo wan dîrokek çê kir û bû her tişt.Ji bo wî rexneyên wiha giran her kes nikare bike.Bi rastî ji çend tirk hene wan re rêz digrim , ew jî ji wan kesayetek e.

Ayşe hür , carnan rexneyên veşartî û watedar jî bo hdp û sîyasetmaedarên jî dike.Lê wek her tim guh li van rexneyan digrin.



17.02.2020 18:32 | brzn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîqaşa helîse û babaxennûçê
» ayşe şan
» zülfü kaküllerin amber misali
» serxwebûna mirîşkan
» meseleya gundê xerabe
» kurdî zimanekî helbestî ye

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî