Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 86 peyam
teklîfa zewacê - tirşik
teklîfa zewacê
(0) (0) ecêb (0) (7)
di mijarê de bigere

1. Pirs e. Min xelet fêhm nekin.
Ez wergerînê dikim.
Bi Tirkî "benîmle evlenîr mîsîn?"
Gelo bi kurdî teklîfa zewacê çawa tê kirin? *



2020.02.17-23:24 | gumgumok

2. bi Kurdî, tu min nakî? ye



2020.02.17-23:27 | gulêê

3. Pismamekî me di 40 saliya xwe de biryar da ku bizewice. Ev teklîfa bi vê awayê kiri bû:
"Heka(xwişkê) tu min nagirî?"
Lê zalima qîza kafira ew negirt. Me fam kir kû bi vê awayê nabee. lê ka çawa?



2020.02.17-23:54 | rizgarm

4. Keçik ji lêwik ra: Tuyê min hilgirî?
Lawik ji keçik ra: dilê min ketiye te.Dixwazim te hilgirim lê..



2020.02.18-01:09 | çomo

5. keçik: tu ye were min bixwaze were heke tu naye pismamê min xeber şandiye.
lawik: min xeber şand gund dê û bavê min ê wan rojan were mala bavê te..



2020.02.18-08:15 | hector

6. Tu dixwazî jîyaneke hevpar bi min re bijî ?

Tu dixwazî bibî hevrêya min ?

Tu bi min erê bî , ez dixwazim bi te re bizewicim...



2020.02.19-03:15 | brzn

7. Tişta ku ji mêj ve ye ji jinan re bûye xewn û xeyal, ji mêran re jî kul û derd û meraq. Nemaze vê taliyê bi hebûna medyaya civakî, kesên dergistî hema bêje xwe hetikandine. ji bo dilê dergistiya xwe xweş bikin mêrên ciwan, ketine li pey romantîzmeke bêhnpêketî. Her yek bi awayekî sosret û ne resen dewa zewacê li dergistiya xwe dike û vê kêliyê dikişîne kamerayê. dû re herdû evîndar, van dîmenan bi çend peyamên jiber û ne ji dil û bi çend emojiyên beredayî di hesabên xwe de parve dikin. Da ku dost û neyar, dergistiyên berê yên dilê wan mayî van kêliyan bibînin û ax wax bikin * bi vî awayî digihîjin miraz û meqseda xwe. Kesên bê heval û hezkirî, bi kesereke kûr dil dibijînin evîna wan. Yên xwedî dost û heval jî bi xeyd û îmayan dergistiyên xwe didin zorê da ku ew jî heman tiştan bikin.

Xweziya min ev e ku mirov ji forsê û ji teqlîdê dûr, bi awayekî sade, Nazenîn û veşarî vê daxwazê ji hezkiriya xwe bikin. Bawerim wê bi vî rengî xweşiktir û esîltir be.



2020.02.19-22:00 [guhertin:2020.02.19 21:59]| xeyda

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
dinya pehn e [2]
Wekî tepsîyek e Û li ser qiloçê ga ye. Gava ku ga serê xwe biheje erdh...
dinya pehn e [1]
Ez video yê utopîk temaşe nakim, ez momastayê coxrafyayê me. Tiştê ku ...
tirşik forum [2]
Hevalên nû tev bi xêr hatine. Ji kerema xwe berî ku hûn binivîsin herî...
roz [1]
Li gorî dîwana melayê cizîrî peyva ku meh'na wê "roj" e û &q...
roz [1]
tirşikvan e. Bi xêr hatiye li nav we. Spas dikim!...
belki ev jî bala te bikişînin
» teklîfa komîk ya sûrî ya li muxalîfên helebê ku werin teslîm bibin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî