Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xalê cemîl - tirşik
xalê cemîl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê kilameka dengbêj huseynê farê ye.. li ser bûkên zarok yên ku bi kalên di emr û temenê bavê xwe de re têne zewicandin hatiye gotin.. di kilamê de ji devê bûkeka temenbiçûk gilî û gazind û rexneyên têra xwe tûj û dijwar li civatê têne kirin..



''Xalê Cemîl Xalê Cemîl

Xalê Cemîl wez gune me

Lo lo Xalê Cemîl min bi heyrano

Wele tu yê extiyarê dîno

Ez gede me

Lo lo Xalê Cemîl emrê te ye

Çûye çil û pênca

Wez çarde me

Lo lo Xalê Cemîl malşewitiyo

Tu yê ji min vegera be

Wezê stûxwar im bêçare me

Xalê Cemîl malşewitiyo

Wezê ne pariyê devê

Murdarê fena te me

Xalê Cemîl ez gune me



Xalê Cemîl digo

Lê lê Werdem Xanimê

Sibe ye min û diyarê Qerdîlekê

Lê lê Werdem Xanimê

Min bi heyranê

Qamkinikê lê meşwerdekê

Wele tu yê gohê xwe

Mede qise û gotinê

Galegalê şeytan û fesada

Fesadiya xelkê

Bila Xwedayê teala biqedîne

Muradê min û Werdem Xanimê

Şevekê ji şevê payizê

Heta şeveqa sibê

Bila wê çaxê

Li ser singê min peya be

Qasidê mîrata qolfelekê

De gidî lê lê

Gidî lê lê Werdemê

Dêgawirê bavecemê

Ez ê qasekî rûniştima li kêlekê

Li balê dîsa wa le cemê

Gidî lê lê lê Werdemê



Lo lo Xalê Cemîl malxerabo

Wele tu yê ji min gera be tu mezin î

Li şûna xalê min î

Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î

Lo li şûna bavê min î

Lo lo Xalê Cemîl ez gede me

Malxerabo wele tu mezin î

Lo lo Xalê Cemîl

Tu yê nebe sebebê

Lo lo qedera min î

Xalê Cemîl wez gune me

Xalê Cemîl Xalê Cemîl

Lo ez brîndar im

Wez ê brîndarê

Destê kesê kal im''



têbinî: deşîfrasyona gotinên kilamê ji aliyê nivîskarê kurd ayhan meretowar ve hatiye kirin..



19.09.2013 08:47 | endazer

2. mirovek pedofolii..



19.09.2013 11:16 | elias

3.



05.12.2016 21:23 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xalê evdê guzelê
» cemîl murad

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî