1. navê helbsteke kamiran alî bedirxan e. Dilkoçerê çavên te xweş heşîn in çima bi xem bi şîn in Dengê te nerm zelal e Biken` bibêj` menale! Rêl ez im tu bihn û reng Dilkoçerê b`nav û deng Delala min tu naz î Dengşîrîn î bi saz î Bi çavên te dinê geş Sînga te gul, gulîreş Rêl ez im, tu bihn û reng Dilkoçerê b`nav û deng Tu aheng î b`lûr î Tu alûs î bi nûr î Ez dil im tu germî yî Xurt ez im, tu nermî yî Rêl ez im, tu bihn û reng Dilkoçerê b`nav û deng Ez Gulan im tu gul î Tu ahengê bilbil î Ez birîn im, tu derman Ez Qurban im ez heyran Rêl ez im tu bihn û reng Dilkoçerê b`nav û deng Deşta dil de ask tu î Hişê min re bask tu î çavên te xweş heşîn in çima bi xem bi şîn in? Rêl ez im tu bihn û reng Dilkoçerê b`nav û deng Salên te hê ne hejde Di refê spehiyan de Dotmîr î, bûyî serek Xulamê te me bê şek Rêl ez im tu bihn û reng Dilkoçerê b`nav û deng Tu dotmîr î û mîr î şehyane yî bi jîr î Dengê te nerm zelal e Biken` bibêj menale! Rêl ez im tu bihn û reng Dilkoçerê b`nav û deng Hawar, hejmar 9, 30 îlon 1932 |
|
18.02.2020 10:04 |
gulêê
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |