Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 66 peyam
hevînevî - tirşik
hevînevî
(1) (0) ecêb (0) (6)
di mijarê de bigere

1. Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê.
eşîra goyan/117538
Bi Devoka goyiyan behsa eşîra goyiyan dike.



2020.02.20-08:46 | cinorek

2. nuştoxo newe yo. Bi hameyîşê xwu tirşik.net xemilnayo. xêr ameyo. çimê mi bi her nuştoxo newe rey de roşin benî *



2020.02.20-21:54 | kajav

3. Ez bawer im ji kurdên anatoliyayê ye.devok ango zarava ye nizam lê ez hemû nivîsên wî fêm dikim.Xeynê çend peyvan.Bi rastî ez rastê keseke din jî hatim , gelek peyvên biyanî û kurmancî bikartînin.Pêşnîyara min ev bû ku divê em giringî bidin kesên wiha û ji bo ku bo ku devok ango zaravaya wan rengek e zimanê kurdî ye.
Çend meh ewil rastê birnebun.eu hatim ku ev ji aliyên kurdên anatoliya ve hatiye damezirandin.

bi xêr û rengên xwe ve hatiye tirşikê.
(bnr: bîrnebûn)



2020.02.21-01:23 [guhertin:2020.02.21 01:24]| brzn

4. spasîya hevalan dike. goyî ye. dapîra wî wesan (hevî nevî / hebû nebû) dest bi çîrokan dikir.



2020.02.21-01:47 | hevînevî

5. Di tirşikê de cihê hêvî û kêfxweşiyê ye.
Peyama wî ya li ser mijara xewna şeveke havînê kêfa min anî, ji zû de ye şanoyên kurdî temaşe nakim lê bi xêra wî min dît ku tiştek li xwe zêde nekiriye.
Di hinek peyamên xwe de devoka goyiyan bikar aniye ez wek Ciziriyekî ku ne xerîbê vê devokê me di ber xwendinê re gelekî tehibîm. Eger dixwaze bêtir bê xwendin û fêmkirin bi ya min bila berê xwe bide devoka standard ye Celadet, dîsa dikare peyv û biwêjên xweserî goyiyan bikar bîne, lê eger rasterast çawa tê axaftin binivîse wek min got di xwendin û fêmkirinê de mirov diweste û dibetile.



2020.02.24-23:01 | endazer

6. di mijara eşîra goyan de ferqa bilêvkirina peyvan bi kurtasî hatye diyar kirin. kesên eleqedar heger bixwênin û li gor wan taybetmendîyan peyvan ji nû ve biwate bikin bi rehetî dê şên (bikarin) fehm bikin. Dîsa jî kes ne mecbûr e, wek hatî gotin hewldanek dixwaze ev jî mirov diwestêne. Ezê hewl bidim nivîsên min bi goyanî nivîsî, di peyameyek cuda de bi kurmanciya herkes jê fehm dike dîsa binivîsm.



2020.02.24-23:30 | hevînevî

7. nivîskarek ku bi çend nivîsên xwe yên li ser fîlman bala min kişandîye.
leon/117939
once upon a time in hollywood/117916

nivîsên wî analîzkirin û nirxandin di nav xwe da dihewîne. ku hinekî din xwe pê biêşîne, ez bawer im ew dê bikare di kovarekê da jî li ser sînemayê binivîse. nivîskarên jêhatî di tirşikê da, rê li ber hêvîdarî û bextewarî vedike.



2020.03.03-00:19 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
stranbêjên kurd ku guh nadin nivîsandina kurdî [1]
stranbêjên ku mirov ji ber wan fedî dike û ku nivîsek wan li s...
brzn [1]
Saxbî kajav 'ê hêja , nivîs û peyamên ku bala we dikişînin û h...
diyarbekir [1]
Vê taliyê li meydana deriyê çiyê, ji aliyê qeyûm ve Bêyî ku guh bidin ...
nivîskarên ku hîn tîpên kurdî û îngilîzî ji hev dernaxin [1]
Belê alfabeya kurdî de çÇ ,şŞ heye lê bi rastî ez jî qet ji va...
serburiyek [1]
Yek ji stranên xweş a albûma Ciwan Haco ya "dûrî" ye. Dema c...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevînevî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskar niviskarweje niviskar niviskarweje niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî