Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 75 peyam
kuştina hevûdin - tirşik
kuştina hevûdin
(2) (0) ecêb (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di nav hemû welatên cîhanên de heye lê li bakurê kurdistanê û bi taybetî devera ruha yê gelek tê jîyîn. Ya sosret ew e ku bûyerê wilo tim li nav têkiliyê xizman de tê holê. Hîn çend roj berê li wêranşarê şer di nav du pismaman derdikeve û yek dimire. Her roj bûyerê wilo tê jîyîn. Pirtûka mehmed ûzûn ya bi navê "ruhun gökkuşağı (keskesora ruh)" de qala vê rastiya trajîk dike. Behsa 50-60 sal berê ya vê erdnigariyê dike lê wexta meriv dinêre tiştek neguherî ye. Vê bûyerê bi metafora "dûpişka ku derdora wê bi agir hatiye pêçandin" şîrove dike. Dupişk zane nikare ji vê çembera agir derkeve jehra xwe di xwe de dike. Û em kurd jî wiha ne. Derdorê me bi agir hatiye pêçandin û em jehra xwe di hev de dikin. Heyfe, pir heyfe...



2020.02.20-09:09 [guhertin:2020.02.20 09:11]| rizgarm

2. gundekî li rex gundê kalê min heye, navê wî bindan e. ji vir bîst-bîst û pênç sal berê du malbat li hev ketin, her du malbat jî pismamên hevudu bûn, çend kuştî, çend girtî... piştî vê karesatê du malbat koç kirin, ez koç dibêjim lê ya rastî teqrîben 5 km dûr çûn û gundekî piçûk ji xwe re ava kirin.
di gundê bindanê de ji vir teqrîben pênç yan şeş sal berê şivanek AJALÊN XWE diçêrandin. di vê kêliyê de apê şivên bi erebeya xwe ji bajêr tê, dibîne ku du çêlek ketine zeviyê wî û kayên ku ji hilçinandina sergeniman mayî dixwin. (binêrîn ne ku genimên hilneçinandî dixwin ha, ka dixwin ka) ji erebeya xwe pêya dibe û gule lê dirêşîne, di vê kêliyê de kurê şivên jî li cem bavê xwe ye, xwe dide ber guleyan û dibêje xalo qurban meke (eger ne şaş bim lawik heft salî bû) lê xalê şivên bala xwe nade û di vê kêliyê de kurê şivên î heft salî jî dikuje. yanî ji bo kayê (kîloya kayê wê demê lîrayek jî nebû) dibe kujerê birazî û kurê biraziyê xwe yê heft salî. du kes diçin gorê, ew jî diçe hepsxanê...

niha dema meriv difikire gelo ji bo du sê kîlo kayê çi ket destê te? ji bo du sê kîlo kayê jiyana malbatekê, xewn û xeyalên zarokekî, pêşeroja çend qîz û xortan serûbino kir.
ecêb e, ji vir 50-60 sal berê komandoyên tirkan dihatin gundê kurdan, mêrên wan tazî dikirin, kîrê wan didan destê jina wan û li orte nava gundî digerandin. kesî ji tirsa xwe nediwêrî bigota kirt! lÊ ew ên gundî dema pev biçin hevudu, dikarin ji bo mirîşkekê qira malbatekê bînin.
gelek sedemên wê yên sosyolojîk û tarîxî hene helbet lÊ bila kes êdî li qisûrê nenêre, hîn di destê zarokên şeş salî de jî telefon hene, îroj ro bi rêya înternetê tu dikarî her tiştekî bi dest bixî. dikarî telefonî gîneyê jî bikî, bi rêya sanalê dikarî li kolanên tokyoyê jî bigerî û dikarî hemî cure pirtûk bixwînî, fîlm û rêzefîlman temaşe bikî.
bi ya min di vê serdemê de korfêmman, nezanman, bêferaset û şiûrman wesf û merîfeteke mezin e.(!)



2020.02.20-13:34 [guhertin:2020.02.20 13:42]| ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
nivîskarên ku ji ber serbestiya fikrî ya di tirşikê de dev ji nivîskariyê berdidin [1]
(bnr: bila moderator endazer were guhertin)...
rêzikên bêhempa yên stranên kurdî [2]
Rêzika helbesta cegerxwînî, (bnr: ciwan haco) disitire ye. "Za...
xêra te be tu kere ker xeber nedî [1]
Bertekeke kurmancên serhedê ye. dema ku yek bêhemdê xwe diaxive ev go...
gumgumok [1]
li cem me jî digotin kî heft gumgumoka bikuje ew ê heri bihuştê (cinne...
meta min wesîle ku hertim dibêje xwidê zêde ke [1]
bapîrê sê-çaremîn re dibe meta min. kengê bêt mala me agir bixwaze qet...
belki ev jî bala te bikişînin
» kuştina mîray înceyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî