1. çiyayek jêhatî yê kurdistan e. li herêma goyan e. Bilindahîya çiyê 3200 metre ye. Çiya pênavê Memê Şivan, ango memê alan e. Şûnwarê memê şivan nêzîkî lutkeya çiyê ye. ji dûr ve (ji başûr ve) dema mirov bala xwe dide kêla memê û zozanên derdor xwesteka bûyîna wê derê bi mirov peyda dibe. zinar wek singek wêrek ripûrast berjor bûne, lûtkeya çiyê bi şanazî li dûrahî temaşe dike. Çiya wey kelehek asehe, berê başûr zinar e, berê bakûr ervazîyek ser xwe û rût e. Li çiyê û zozanên derdor kew, teyr, pezkuvî û mirîşkên kuvî dijîn li gor gotinan berê piling jî hevîn. |
|
21.02.2020 17:22 |
hespêsor
|
2. bi destûra we, divê bibêjim ku memê şivan û memê alan ne heman kes in. di malpera riatazayê de nivîsek li ser memê şivan û kela wî heye. |
|
21.02.2020 17:36 ~17:39 |
hêvî
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |