Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
beni kör kuyularda - tirşik
beni kör kuyularda
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Romana dawî ya hasan ali toptaş e, kitêb di sala 2019an de ji weşanxaneya everestê derçûye.

do na pêr min go ez hinekî bixwînim lê min dît ku wa min di nava çend saetan de xelas jî kiriye. Gelek herikbar e. Tarz û islûba toptaş pirr xweş e jixwe ne hewce ye ez behsa zimanê camêr bikim, dema tu tirkiya wî dixwînî mixabin hej ji tirkî dikî* ez bi rehetî dikarim bêjim di vî warî de yanî di warê bikaranîna zimanê tirkî de li tirkiyê yek jê baştirîn û serkeftîrin nivîskarê tirk e.
romaneke surreal e. bi kurtasî bi navê güldiyar keçikek heye. rojekî ji bo ku ji bavê xwe re xwarinÊ bibe ji malê ber bi dikana bavê xwe ve diçe. Piştî ji dikanê vedigere bûyereke ku em nizanin çi ye lê diqewime û guldiyar jê şûnde hîç xeber nade, dema digirî ji dewsa hêstiran kevir ji çavêd wê tên xwarê. Temamiya çîrokê li ser vê bûyera ecêb çerx dibe.
di çîroka malbêt de hindek bûyerên ecêb hene ku raz û guman û meraqa meriv her pê wan bûyerên ecêb î kifşnebûyî zêde dibe lê toptaş wan sedemên wan bûyeran hîç kifş nake, wek mînak hüseyîn kû de çû? Dursun û muzaffer çima demekî li hev xeyîdîne, patronê wan sextekaran kî ye? Di rê de çi li guldiyarê qewimî? rewşa halil? Wesayre…

roman esas rexneyek e li dijî bêdengiya civakê. Güldiyar bixwe sembolek e û tiştên ku tên serê guldiyar û malbata wê (malbata wê feqîr in, ji gundî koçî enqerê kirine, û ji xwe re maleke kolît ava kirine û lê rûdinin) ji ber xerapbûn û qirêjbûna sosyo-aborî ya civakÊ ye. Ev roman rexneyek e ku bi sembolbûna wê malbatê formûle dibe. Ew civaka ku piştî her bobelatekê bêdeng dibe û hessasiyeta xwe wenda dike, civata tirkan êdî bi tenê ‘temaşevan’ e. Dema jinikek tê kuştin hew temaşe dike, hetta kuştina jinê bi bahaneyên zirto virto meşrû dike, zengîn û xwedan mal û milk ti car xema feqîran naxwin, ji nêza bimirin jî xema wan bi tenê dewlemendbûn e , êşa zarokan, êşa heywanan, êşa dar û giyan êdî di vê dewletê de amrazake pêkenînê ye. Di romanê de bi navê halîl karekterek heye, ew hay ji her tiştî heye lê ew jî mirî ye. Yanî di vê civakê de bi tenê mirî dikarin hay ji gendelî, qirêjî û neheqî ya heyî hayîdar bin.



03.03.2020 09:51 ~10:13 | ferhenga şikestî

2. Min ev pirtûka dît û ez li ser youtube ê lê geriyam min ev muzîka tirk ya hunerî dît bi rastî gelek hestiyar dibim dema ku gohdar dikim.





03.03.2020 10:11 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beni kör kuyularda

Kategoriyên mijarê:: weje weje weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî