Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yildiz çakar - tirşik
yildiz çakar
(16) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. helbestvaneke kurd e, ji Qerejdaxa amedê ye...

heta niha, bi navê "goristana stêrkan" û "derî" du pirtûkên wê yên helbestan derçûye.



19.09.2013 21:30 | paleyê gund

2. ez ne şaş bim roja duşemê wê bibe mêvana kulûba xwendinê ya diyarbekirê.. wextekî li ser hesabê xwe yê facebookê helbesteka xwe parve kiribû û di dawiya helbestê de ristek k wekê rojê eyan û beyan kifş bû ku rasterast ji tirkî hatibû wergirtin hebû axirê min jî di bin helbestê de got di şûna vê ristê de te dikarîbû filan ristên alternatîv bikarbînî.. xanimê ji dêla ku bersivê bide bi riya peyama taybet tu nema ji min re negot got tu dixwazî xwe li ser navê min meşhûr bikî filan.. axirê helbestên wê ne xirab in lê qumaşê helbestên wê malê tirkî ne.. ji nenivîsandinê çêtir in helbet.. divê biçekî xweragir û nefsbiçûk be û rexneyên rexnegiran bide ber çavên xwe..



03.10.2013 02:17 | endazer

3. helbestkara ku îro seet 18:30ê yanî teqrîben nîv seet din wê bibe mêvanê kulûba xwendinê ya diyarbekirê.. heçî kesê li amedê dijî û dinişe dikare here/were civata yildiz xanimê..



08.10.2013 18:07 | endazer

4. her gava ku min çav li kitêbên şaîrên jin ên kurd digerand,çavê min li kitêbê diket lê min nedkirî.xwedêkî min çu carî nekiriye,piştî ku min hind helbestên wê online xwend behecîm.



30.12.2013 21:38 | kubikem

5. xwedê lê were rihmê. wek zibil dinivîsît û heyranên wê ji artêşekê zêdetir in. zehf behsa derîyekî diketin. nizanim çi mesele ye.



06.01.2014 16:42 | bagurdan

6. pirtûka wê ya nû ya helbestan ya bi navê leylanok ji nav weşanên avestayê derketiye..

aciziya wê ya ji tirşikê jî normal e, ji ber ku pirraniya peyamên li jêr mijara navê wê de, peyamên neyênî ne.. ez jî bim ez ê tirşikê reş bikim û lê bireşînim.. *



24.06.2014 16:07 | endazer

7. şaira kurd e. şiirê wî hemî jî xeşin. ew jî pir bedew u levhati ye. ez nizanim çima nivîskaren tirşikê ev qasi zikê xwe jê êşandine, di civakên mîna civaka kurd paşdemayî de mixabin ciyê jinê û qedrê jinê eve tu çi ji ve civakê re biki minetê jê hilnayînin. yıldız çakar yekî tirk an ewropî buya niha li ser desta bu. nizanim emê kemgî qedrê şairê xwe û nivîskarê xwe bizanibin




8. nivîskara ku di feysbokê de hevala min e.rojekê min jî li ser vîdeoyeka ku wê parve kiribû şîrove kir. paşê niza boçî di axaftina taybet de hat gote min tu çima her li ser şandeyên min şîroveyên tewşo mewşo dikî.lê min di şîroveyê da pisyarek jê kiribû û yekem car bû ku min li ser şandeyên wê şîrove kiribû.vêca hema ez şaş bûm.bawer bikin pîçek a paranoyake.



22.12.2014 17:29 | vêca çiyeeee

9. Helbestên we xweş in. ew bixwe ji weke navê xwe weke stêrkekê ye. Xwedê wê bistrîne.



22.12.2014 20:06 | seydayê_peyvan

10. bi min jî li tirşikê, li berî herkesî jî endazer lê neheqî kiriye. min gavaçûyî kîtaba wê ya "derî" qedand. helbestên xwe yên xweş bûn. gere bêhneak tirkî ji zimanê wê tê ye jî, ji yê me gişan nê kêmtir û ne jî zêdetir e. birastî ji vî alî de tiştekî pirr bala meriv dikişîne jî tune. ger ne şaş bim niha li danîmarka yê dijî.



22.12.2014 22:34 | fethî ronî

11. dema ku mirov karî gotinên zêde, pirwate di hevokên kurt de bi avayekî baş bar kir ristên hêja derdikevin..helbestvanên bi vî avayî dinivîsin baş in..

sedem hene bêle belkî mafdar bibin jî lê yên me, wekî we, wîsa nanerin, wekî çi tê ber zimanê wan li ser kaxizê direşînin...piranî bi peyvên wekî hêvî, pênûs, ba, aso, tarî, şev, ronî, çiya, niqutin, xemilandin, azadî, xemgîn, dilop, rondik, baran, hewcedar, xwîn, gul..hwd re helbestan dinivîsin..



24.12.2014 23:25 | havka

12. ez jî dibêjim herkes xwe li helbestan sor dikin , ji wan heye wek cegerxwîn û amhedê xanê ne. mixabin ev hesta nivîsandinê ketî ye rêyeke berevajoyî. bi awaye kî rast dibê ji xwere baş bixwînin û piştre dest bavêjin nivîsandinê...



25.12.2014 08:32 | fîîlî

13. Di navbera derî û dilê xwe de mam

Li aliyekî tu

Li aliyekî derî

Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.

Min çend payizên sar germ kirin,

Ji bo her tiliyên te



Yildiz Çakar



06.02.2015 14:48 | xendekî

14. bi romantîzmekê beredayî dinivîsîne. jixwe pirsgirêka hemû helbestvanên kurdên nûjen ew e. ango hemû wêjeya gerdûnê derbasî paşnûjeniya bû kurdno, malxerabno, belengazno!



18.03.2015 19:15 | remlavêj

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yildiz çakar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî