15. dema ku edîtor û xwediyê weşanên avesta evdila keskîn vêya ji weşanxaneyê qewirandibû, dilê min pê şewitibû lê êdî misqalek jî ne xema min e! kesayetiya wê bi qasî helbestên wê sosret e. hetta helbestên biçûkêd kurmancan ji helbestên wê delaltir in. |
|
05.09.2017 08:15 ~2018.01.28 23:30 |
tizbîkêş
|
16. wê rojê di înstagramê da tirşikê ra dabû ser hev |
|
03.01.2018 20:28 |
bûtîmar
|
17. kakûla ser eniya wê qet lê nayê û ez bawer dikim van çaxan gelek dirêj bûye û hatiye ber çavan ku rê nade ji der û dor û dinya û gerdûnê werqile. |
|
12.07.2018 21:23 ~21:24 |
bargiran baran
|
18. Hûn çi ji wê dixwazin? |
|
13.07.2018 07:10 |
bilbilê dilkul
|
19. belê zêdepariya civata Kurd korrefehm in, nezan in, mêrane nin, êrîşkar in û hew. Lê heke tu helwesta xwe anegorî zêdepariya civakê diyar bikî êdî tu jî dibî kesayeteke wekî parodîya civakê. Bi min Yildiz Çakar parodîya civaka Kurd e. heke hebe xwêde keda wê badilhewa nede lê tiştekî kêrhatî nanivîse, zêde zêde zêde êrîşkar e; hema bendê ye ku mirovek jê re tiştekî bibêje û ew jî kutî devê wê/wî bike. Paranoyak e; wisa dizane ku hema her kes hemasa piştî wê re derbarê wê de xeber dide. Dema rexneya nivîskarên din dike ji sedî sed zayendperest e, bavsalar e, seksîst e. Lê bi heman demê de wîsa îddîa dike ku femînîst e. Çi bibêjim, xwedê me ji gilî gotinên wê biparêz e. |
|
15.07.2018 14:49 |
jifêzagorda
|
20. wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman pê neêşe hem jî ne ji rêzê be. |
|
15.07.2018 22:34 ~2018.07.16 15:10 |
bijîmillah
|
21. herî dawî min li ser înstagramê dev ji şopandina wê berda.. |
|
19.08.2018 12:46 |
bûtîmar
|
22. Nivîskareka bakury ye ku ez wê Berlînê nas dikim |
|
19.08.2018 15:19 |
peshraw
|
23. Di dawiyê de pirtûka wê ya bi navê "Ev Rê Naçe Bihuştê" der çû. Min wê bi pirtûka wê ya bi navê Gerîneka Guernîcayê nas kiribû. Helbestên wê jî xweş in. |
|
28.03.2019 13:47 |
hesinkar
|
24. sala derket bi heyecaneka mezin min dest bi romana wê gerîneka guernicayê kir lê mixabin piştî sî çil rûpelan min nekarî bixwînim. romana wê ya duyem ev rê naçe bihuştê zaf meraq dikim. |
|
28.03.2019 19:51 |
henûn
|
25. nizam, carna şerm dikim ku min heta nika tu pirtûkên vê xanimê nexwendine. |
|
29.03.2019 00:08 |
serhednişîn
|
26. Li gorî |
|
30.06.2019 10:16 ~10:20 |
xelîl
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |
|
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1] |