Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
dilreş - tirşik
dilreş
(13) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. Camêra ku nû bûye tirşikvan , li gor qeyda wî ku ez dibînim.

Serçeva re hatiye.Lê bi xêr be!



14.03.2020 04:02 | brzn

2. Tirşikvanekî nû ye. Bi xêr û xweşî hatîye. Wer xuya dike nû fêrî zimanê Kurdî dibe. Dilê min li alîyê rêzimanê de naxwaze yekî hişyar bike lê ji bo xêrxwazîya birayê xwe dixwazim tiştek vebêjim. Birayê dilreş li ser rêzimana Kurdî hînbûna xwe pêş bixe. Bawer dikim tu jî dizanî, alîyê rêziman û rastnivîsê de kêmasîyên te hene. ser wan kêmasîyên xwe bisekine. Piştre tu yê werî binivîsî hem ji bo te hem jî ji bo formata tirşikê baştir e. Silav û hezkirin



15.03.2020 02:16 | kajav

3. Nivîskarekî tirşikê yê nû ye.bi xêr û xweşî hatiye û malbata tirşikê hîn mezintir kiriye. Xwûdê bike ne wek navê xwe dil tarî be. Ji serî de rastî rexneya hatiyê ji ber rastnivîsê lê divê dilê xwe nehêle. Ji xwe rexnekirina nivîskarên nû jî şaşe , dema ji serî de tuşî van rexneyan tên moralên nivîskara dikeve, ji dêlava wê divê peyamên teşvîq kirinê werin şandin. Dîsa bi xêr hatiye hêvî berdewam be.



15.03.2020 21:51 | tîrêj zana 21

4. Ser seran û ser çavan hatiye lê bi dilgermî dibêjim bila Kurdiya xwe sererast bike em jî jê sûd wergirin.



15.03.2020 22:28 | xabûrî

6. tirşikvanek ji tirşikvanan
mixabin li ser mijarên ku tu gû jê nizane, tespîtên virtûvala û bi talûke, dinivîse.
(bnr: korona derew e)
û bi vî awayî dibe sedema belavbûna vîrûsê û gunehê nexweşan wê li stûyê wî be.

her wiha di derbarê teqîna mezin/118304 de jî dîsa peyamek virtûvala nivîsandiye. divê dev ji van karên xwe yên beredayî berde û li ser tiştên ku bi qasê misqalekê jê agahdar e, binivîse.

bi xêr hatîye.



20.03.2020 07:12 | simurg56

7. dilê camêrê hinek reş e birastî jî. xwedî navek li gorî xwe ye.*

ji me re jî teorîsyênên komployan lazim in.*

bi xêr hatiye.



20.03.2020 09:17 | xelîl

8. elif şafak/118335 korona derew e/118285 teqîna mezin/118304

bi van her sê peyamên li jor nezanî û ehmeqiya xwe eşkera kiriye
eger troll be, trolliya wî pênç qirûş nake eger ne troll be fikrên wî pênç qirûş nake
ez li dewsa wî bim ezê dev ji nivîsandinê berdim. ji dêvla ku feydayek bigihîjîne mirovan zirarê digihîne.



20.03.2020 10:12 | ferhenga şikestî

9. Spas ji bo rexneyên we, dilșa me *



20.03.2020 13:22 ~13:23 | dilreş

10. Camêr ne xemxwar e jî. Ev rexne ji min re bihatanan minê xwe bikuşta*



20.03.2020 15:03 | xabûrî

11. encama serbestîyê ye. bi xêr be!



21.03.2020 02:09 | mirovekirind

13. Tirşikvanê ku ez jê tika dikim bila ji kerema xwe formata tirşikê heya ku fêm bike bila bixwîne. Çend cara li ser mijarên din bi awayekî gelemperî min hişyar kir lê xwuya ye camêr negirtiye ser xwe.
Ji roja xwe li tirşikê tomar kiriye û heya niha van xeteriya dike. Ji serîde ji ber nû bû min wî hişyar nekir lê wer dixwuye heke kes hişyar neke dê wiha bidome . Niha ezê çend rêzikên formatê li vir rêz bikim bila ji kerema xwe re guh lê bike.

-di tirşikê de nabe ku nivîskar rasterast bersivê bidin hev. Nivîs divê gelemperî û bo raya giştî be. Tirşik wek hûn dizanin ferhengeke înteraktîv e. Ne forum e.

- divê nivîs bi pênaseyek an jî bi raveyekê dest pê bike. Paşê nivîskar dikare fikr û ramanên xwe diyar bike

- nabe ku tirşikvan ji sibe heya êvarê tiroliyan bikin, her çiqas li gor formatê tevbigere jî. Yanê mirov ne mecbur e li binê her mijarê fikrên xwe an jî şîroveyên xwe binivîse. Divê tiştê eleqedariya wî pê heye an jî tiştên zanyarî û agahiya wî jê heye binivîse.



01.04.2020 23:27 | tîrêj zana 21

15. Endamê ku wek me hemûya dest bi tirşikê kiriye. wek ku gotibû ew mamoste ye ,piştê çav li formata tirşikê gerandinê ango demek şûnde wê gelek tiştên balkêş binvîse ,dinvîse jî.Camêrê pîroz dikim gelek rexne lê hatine kirin lê nexeyidî.
Carnan rexneyên me dibe ku bibe sedema durketina endamên nû ji tirşikê.



02.04.2020 01:17 | brzn

16. erê divê ew dîrekt bersiva nede ev der ne forum e bes ez bawer im ew ne ji qastî wisa dike ,ev der platformek xweş e merov xwe nagre *
heke ew bixwaz e têkeve ştexhalyê peyam henin bila bişîne .



02.04.2020 01:25 | shwinsherm

17. nivîskarê Barkem haja wî ji formata tirşikê tine ye ye.

(bnr: formata tirşikê)



03.04.2020 09:42 ~09:43 | bûtîmar

18. Tirşikvanê ji rojeva tirşikê nakeve.



03.04.2020 13:14 | xabûrî

19. 1) Tirşikvanê ku em dibêjin qey formata tirşikê dibe nexwendibe
2) Tirşikvanê ku mîjarek bê format vedike û piştre ji bo wî mîjarê peyaman dişîne. (dikare wê peyama xwe ya yekem jî sererast bike)
3) Xwedê kêmasiya wî nede her mîjarê de gotinek wî heye.Lê em dibêjin (bnr: format! heval)



03.04.2020 14:47 ~14:48 | brzn

20. nivîskarê ku li hemberî rexneyên tirşikvanan dest bi nivîse bernadeyê he'j dinivîse.



03.04.2020 17:17 | golikvan

21. Reng daye tirşikê li hinek ser formatê bisekine baş dibe. Qey ma Camêr camêr be naxeyîde û li tirşikê dûr nakeve. * Bawer İm dilreş ev mirovek e bi rexneyan koça wan deran nake.



03.04.2020 17:27 | kajav

22. Tirolekî milî ye. Orjînal û serkeftiye.



07.04.2020 03:45 | f

23. Mamosteyê ku her mijarê de fikrê xwe şewq dide nivîskaran. Lê her mijarê de êrîşî wî dikin û heqeret didin. Ew tu çarî heqeret a persiv na de.Dilgermî persiv dide û danakeve hîza van.



07.04.2020 12:49 ~12:52 | dilreş

24. ez heyrana wî me ewqas rexne li min bibe
ez ê xwe dalqînim hahh lê van rojan ez wî kêm dibînim qey çend karê wî hene.



07.04.2020 14:42 | shwinsherm

25. Tirşivanê ku xwudiyê fikrên pir cûda ye. Her wiha ne dilreş e, dilzilûmat e.di mijaran de nivîsên ne ji rêzê dinivîse. Teoriyên komplo ez ji xwendina wan gelekî hez dikim lê nivîsên vî camêrî bi baldarî dixwînin, 2-3 carana dixwînim dîsa jî ji min re bi mantiq nayê.ez nizanim gelo van nivîsa li der mera dixwîne an ew ji ber pizya xwe derdixe? Mînak korona derew e , mamosteyê cografyayê ku dibêje dinya pehn e , gotinên di derbarê vîrûsa koronayê .



13.04.2020 22:08 ~22:07 | tîrêj zana 21

27. Nivîsê min re dibêjin komplo lê nivisên we ne komplo ye? '' mihamed şizofren e, mihamed panzdeh jin wî hene, kurd darê zorê bûne misilman... '' tiştekî hat biramin. Tişte ku hûn dibêjin delîl destê we tinneye. Lê destêmin delil heye. Dinya ne gorî hûn difikirin. Zanîyarî û devlet ti carî ji were rast nabêj e û ne munkun e ji mere rast bêje. Gotînê min ne komplo ye, tiştên haqîqet e. Yekî wek min tiştekî cuda bêje komplo ye. An jî cahil mayî.. Ez ji were bêjim wê demê bavê xwe bawer nekin!..



13.04.2020 23:12 | dilreş

28. Nivîskarê ku trolliyê dike.di vî karê xwe de serkeftî ye.bala hemû kesan kişandiye ser xwe.jixwe yekê ku bibêje dinya pehn e çawa bal nakişîne.



13.04.2020 23:21 | bayesar

29. Nivîskarê ku iroj xatirê xwe ji tirşikê xwestiye û gotiye ez hew dinivîsim. Lê belê ji xwe serê hefteyekê bû nedinivîsî, bi vê biryara xwe jî in xistite meraqê. Gelo sedema ne nivîsandina wî çiye?



22.04.2020 19:07 | tîrêj zana 21

31. tirşik.netê de , ji çi re kêyfa min tê hûn dizanin ? Tirşik.net ya me hemûyan e , wek dayik e û tirşikvan jî zarokên wî ne.Ji bo dayikê çawa ku zarok wekhev bin ji bo tirşik.net ê jî tirşikvan ew in.
Çima wisa dibêjim ? Bi rastî heta niha li vir çiqas çewtiyên min hebin jî xeynê tirşikvanan kesî negotiye vî ya binvîse ,vî ya jê bibe û hwd.Li vir tirşikvan hevdu hişyar dikin û ji bo rast nivîsandin û formatê hişyar dikin.
Heke mîjar xeyidîn be , ez yên jorê ku min nivîsiye tînim bîra wî...
Zarok dikarin ji dayikên xwe bixeyidin lê dayik ji zarokên xwe naxeyidin.
Zarok ku ji hev bixeyidin ev nayê wî wateyê ku ji dayik jî bixeyidin.
Heke xeyidibe , bila van tiştan bibîr bîne ku ne xeyidandim be oxir be bira. ((bnr: xatrê we))
(bnr: mirovên ku bi hêsanî dixeyîdin)



22.04.2020 19:37 ~19:38 | brzn

32. û dîsa
(bnr: formata tirşikê)



22.04.2020 19:46 | bûtîmar

33. (bnr: em çima di tirşikê de binîvîsin)



22.04.2020 22:07 | xabûrî

34. nivîskarê ku wek bayekê hema hat û çû.
di gelek mijaran de fikrên me ji hev gelek cûda bûn lê min nedixwest here. azad e ku vegere û li vir fikrên xwe bîne ziman. çawa ew rexneyên tund li kesên din bike, wê bêguman ji wî re jî rexne werin. dikare bersiva xwe bide, an jî dikare dev ji polemîkan berde û di miajrên din de hevalbendîya tirşikê bike.
bi keyfa xwe ye.



23.04.2020 17:00 | simurg56

35. nivîskarê ku divê dilê xwe reş neke. dil sor e, sor hezkrin e, hezkirin ... mayîna li tirşikê ye.



23.04.2020 17:35 | hola êzîda

36. Ez bi peyamê wî gelek kenîyabûm. Wekî gelek nivîskarên xeydok çûyîna xwe eşkere kir û çû. Û tenê bi peyama xwe a dawî min hêrs kirîye. (bnr: tirşik mala kurda ye). Tu êdî çavê xwe kor bikî jî tu yê her tim li vir bî.



23.04.2020 17:46 | kajav

37. heta niha kî ji tirşikê xeyidîbe û çûbe teqez bi naveke din cardî lê vegeriyaye. hêviya me jê û ji Xwedê di vê navberê de çav li rêzikên rêziman û rastnivîsê bigerîne, Kurdiya xwe pêşvetir bibe, bêhna xwe fireh bike û bikaribe xwe li fikrên cuda ragire çi li jiyana rast çi li ya ser înternetê.



23.04.2020 18:39 | endazer

38. 4 roj berê têketin li tirşikê kiriye. Bi vekirina sernavên xwe yên cûda, balkêş û sosret tirşik zindî hiştibû. Xwezî dîsa li wan deran çalak be.



20.06.2020 00:49 | kajav

39. dilê wî ji hinek tirşikvana ma ye !
ew ên ku di binê her mijarê de dibêjin "formata tirşikê"
tirşik şerê hebûn û nebûnê dide formata çi xwarzê ?

bihêl bila geş be ,
tu çi tirşikvana dûr dixi ji me ..
bi xwebera merov tê ser formatê zaten..

dilreş belkî min jî hinek rexne li te kiri bin
lê min , ji nivîsê te hez dikir û bi kêf min dixwand.



20.06.2020 13:14 | shwinsherm

40. Nivîskarê piştî navbiriyekî bi vê tirşik forûm/125546 peyama xwe vegera xwe ragihandiye. Dîsa bi xêr hatiye. Bi hêviya ku ev jê re bibe destpêkek nû û tirşikê ji aliyê erdingariyê ve dewlemend bike. Ji ber ez ne şaş bim, ew bi xwe mamosteyê erdingariyê ye.



22.06.2020 14:03 | tîrêj zana 21

41. Wey tu bi xêr hatî ser seran û ser çavan hatî mamoste. Hêvî dikim ku dilê te spî bibe.



22.06.2020 14:05 | xabûrî

42. hepkî nivîsa xwe baştir bik keke
carna ez dibêjim ev çi peyve ?
dawî têdigihijim ku te çewt nivîsî ye ' )
bi vî awayî
em;dihelikin,dihedimin,dibehitin gyan .



24.06.2020 10:10 | shwinsherm

43. Tirşikvanê ku ez meraq dikim gelo hêj dihizire ku vîrûsa koronayê derew e.

korona derew e/118285

Hekê hêj di heman ramanê de be, ez wî temîn dikim ku ev nexweşî rast e. Lewra aniha diya min û xuşka min bi vê xopanê ketine. Û êşeke pir giran dikşênin. Heke kesên weke vî camêrî hebin, ji kerema xwe haj tevgerên xwe hebin û nebin sedema belavbûna vê keratiyê. Belê ji ruyê kesên awha mirov dimirin, zarok sêwî dimînin.



27.08.2020 22:39 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilreş

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî