Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 5 peyam
    lokman ayebe - tirşik
    lokman ayebe
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarekî kurd e; di sala 1981ê de li dêrika çiyayê mazî hatiye dinyayê...

    heta niha ji nava weşanên belkiyê du romanên wî û pirtûkeke wî ya çîrokan derçûye.

    jar lê sermest - roman - 2004

    gava heyatê - roman - 2007

    birîn û ramûsan - çîrok - 2011



    2013.09.19-21:37 | paleyê gund

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.11.04-01:46 | cercîs rewanî

    3. mirovekî hêja ye, dema mirov diçe kuça hunere çavên mirovî lê diğere.



    2014.03.11-21:54 | bavê salih

    4. Ciwanmêrekî di ser xwe re ye û pexşannûsekî zahf jîre.

    Zimanê wî yê wêjeyê %100 bi senteksa kurmanciye, herikbare, ji layê biwêjan dewlemende ku ev jî diyar dike ku nivîskar ji rehên xwe yên çandî neqetiyaye û her wekî din di qada ku Fewaz hussein, Helim Yusiv, jan Dost û Ferat Cewerî wekî romanÛsên populer tên gotin, qalnekirina navê wî neheqiyeke mezin e.



    2014.03.28-15:39 | tembûra dilê min

    5. min romana wî ya gava heyatê gavaçûyî qedand. camêr çiqas zimanekî hêsan, şêrîn û sivik bi kar aniye, ewqas jî bi peyv û biwêj û gotinên tam li cih, sedîsed kurmancî ve xemilandiye. tu peyv li şûna ku hatine bi kar anîn neçê namînin, tu biwêj di şûna xwe de leq nasekinin. herwiha ştexlîn û dialogên ku ew vedibêje re meriv dibêje qey ew di jiyana xwe ya berê de jinek bû û di wê jiyana xwe de heft zarok anîne, û ew her heft zar bi perr û baskên xwe mezin kirine. bitaybetî zaranînan di destpêka kîtabê de mîna ku ji destê jineke derkeve.

    Herwiha bi ev kîtaba wî re min dît ku devoka dêrîkê li gor devokên dinên mêrdînê hîn zêdetir nêzika devoka semsûrê ye.



    Şener özmen jî çend rojan berê, di rojnameya radikalê de, di derheqa wî de tiştên nivisandîbÛ: http://kitap.radikal.com.tr/makale/haber/zayif-mi-zehir-mi-398970



    2014.06.19-00:54 | fethî ronî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    arinlabs [1]
    şirîkatiya ku li ser bingeha big datayê hatiye avakirin û navê...
    tirsik.net [2]
    Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hev...
    pismam.com [3]
    malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye. malperên wisa dilê kurdên...
    serê şevê çîrokek [2]
    Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » lokman ayebe

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî