Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
lokman ayebe - tirşik
lokman ayebe
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî kurd e; di sala 1981ê de li dêrika çiyayê mazî hatiye dinyayê...

heta niha ji nava weşanên belkiyê du romanên wî û pirtûkeke wî ya çîrokan derçûye.

jar lê sermest - roman - 2004

gava heyatê - roman - 2007

birîn û ramûsan - çîrok - 2011



19.09.2013 21:37 | paleyê gund

2. mirovekî hêja ye, dema mirov diçe kuça hunere çavên mirovî lê diğere.



11.03.2014 21:54 | bavê salih

3. Ciwanmêrekî di ser xwe re ye û pexşannûsekî zahf jîre.

Zimanê wî yê wêjeyê %100 bi senteksa kurmanciye, herikbare, ji layê biwêjan dewlemende ku ev jî diyar dike ku nivîskar ji rehên xwe yên çandî neqetiyaye û her wekî din di qada ku Fewaz hussein, Helim Yusiv, jan Dost û Ferat Cewerî wekî romanÛsên populer tên gotin, qalnekirina navê wî neheqiyeke mezin e.



28.03.2014 15:39 | tembûra dilê min

4. min romana wî ya gava heyatê gavaçûyî qedand. camêr çiqas zimanekî hêsan, şêrîn û sivik bi kar aniye, ewqas jî bi peyv û biwêj û gotinên tam li cih, sedîsed kurmancî ve xemilandiye. tu peyv li şûna ku hatine bi kar anîn neçê namînin, tu biwêj di şûna xwe de leq nasekinin. herwiha ştexlîn û dialogên ku ew vedibêje re meriv dibêje qey ew di jiyana xwe ya berê de jinek bû û di wê jiyana xwe de heft zarok anîne, û ew her heft zar bi perr û baskên xwe mezin kirine. bitaybetî zaranînan di destpêka kîtabê de mîna ku ji destê jineke derkeve.

Herwiha bi ev kîtaba wî re min dît ku devoka dêrîkê li gor devokên dinên mêrdînê hîn zêdetir nêzika devoka semsûrê ye.



Şener özmen jî çend rojan berê, di rojnameya radikalê de, di derheqa wî de tiştên nivisandîbÛ: http://kitap.radikal.com.tr/makale/haber/zayif-mi-zehir-mi-398970



19.06.2014 00:54 | fethî ronî

5. Ne borgesê kurdan e bes borgesyenekî kurd e. Diyar e navê kitêba xwe ya dawî pilingekî li hewselê jî, bi îlhama Borges daniye.

Ji bo eleqedaran têbînî kitêba alef, çîroka zahir - Borges.



11.08.2021 22:49 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lokman ayebe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî