Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
destnivîsên kurdî di arşîva almanî da - tirşik
destnivîsên kurdî di arşîva almanî da
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Destnivîsên Kurdî yên parastî li arşîvên Almanya da bi rênivîsên Farsî yan Erebî hatine nivîsîn û zêdetir jî bi zaraveyên Kirmancî û Mukrî û Goranîne.

nÛçeya avestakurd.net derbarê wan destnivîsan:

Pîspor û rojhilatnasên rojavayî li nîva yekema sedsala nozdehem da giraniyên xistine ser lêkolînên zimanên Farisî, Erebî û Osmanî û li nîvê duyema heman sedsalê da jî dest kirine bi lêkolînên li ser ziman û edebiyata Kurdî. Li encamê da li her dû welatê Rûsya û Almanya hejmareke zêdeyê destnivîsên Kurdî hatine erşîv kirin û parastin. Diyare li arşîv û kitêbxaneyên tirkiye û Îran û çend welatekî Erebî da jî hejmareke zêdeyê destnivîsên Kurdî hene, lê belê bi awayeke giştî bi navê destnivîsa Kurdî û Kurdan ve nehatine tomar kirin. Eve jî lêgerîna li ser wan destnivîsan dijwar dike û ji ber wê nizanîn çend destnivîs û kitêbên kevinê Kurdî li arşîva wan welatan da heye.

Lê belê ew destnivîsên ku li sedsala derbasbûyî de ji aliyê rojhilatnasan û gerokan ve li Kurdistanê bi dest xistine, li zanîngeh û navendên zanistiyên welatên Ewrupa û Rûsya da hatine polên kirin û li muzexane û kitêbxaneyan da hatine parastin.

Ew hemû destnivîsên Kurdî yên ku li nîvê duyema sedsala nozdehem da ji aliyê Balyozê Rûsya Aleksander Jaba ve li Bakurê Kurdistanê û ewên ji aliyê Nîkolay Xanîkov ve li Rojhilata Kurdistanê hatine komkirin li bajarê Sant Petersburg hatine parastin.

Pîspor û rojhilatnasên Almanî jî li heman demê de hejmareke zêdeyê destnivîsên Kurdî peydakirine. Cografyanas August Pîterman li salên 1850 da komek destnivîs biriye Almanya. Rojhilatnas Edward Shaw li salên 1870-1880 li Sûriye û mezopotamya li encama zîncîrek lêkolîn û lêgerînan da hejmarek destnivîsên zimanevanî û wêjeya Kurdî peyda kiriye û aniye Almanya. Shaw li Musilê da Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandiye Erebî û wê mînakê jî aniye Almanya. Oskar Man jî li destpêka sedsala bîstem da gelek destnivîsên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê peyda kiriye ku beşa herî zêde bi şêwezarên Mukiryanî [Kirmanciya Navîn] û Goranî hatine nivîsîn.

Destnivîsên Kurdî yên parastî li arşîvên Almanya da bi rênivîsên Farsî yan Erebî hatine nivîsîn û zêdetir jî bi zaraveyên Kirmancî û Mukrî û Goranîne.

Ewê balkêşe eweye, sedan sal berî niha şî’irê hinek ji şaîrên Kurd ji zaraveyê şaîr ve ji bo zaraveyekî dinê Kurdî hatine wergerandin. Her di dema wan destnivîsan ji bo me eşkere dibê şî’irê hinek ji şaîrên me berê 150-200 sal ji bo Erebî û Farisî û tirkî hatine wergerandin. Xalekî dinê balkêş eweye Mem û Zîn û Nubihara Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî û Şêxê Senana Feqiyê Teyran li wê serdemê da bi hemû Kurdistana mezin da belav bûne. Ji ber ku rojhilatnasên Alman li nêzîkî hemû axa Kurdistanê destnivîsa wan berheman komkirine.

Hejmara nivîskaran û şaîrên destnivîsên Kurdî yên Almanya nêzîkî 110 kesin û eve jî nîşana dewlemendiya wan çavkaniyane. Beşek jî ji wan şaîr û nivîskaran tenê li navçe û herêmên xwe da navdar bûn û sedema wê jî vedigerê ser rewşa xerab ya peywendîkirina wê serdemê da. Her li nav wan destnivîsên Kurdî da destnivîsên wiha têda heye ku heta niha lêkolîn li ser nehatine kirin. Wekî mînak Aleksander Jaba salên 1879 – 1881 komek destnivîsên Mela Mehmûdê Bayezîdî ji bo Profesor Ferdînand Custî re şandiye. Ewî jî hinek ji wan çap kiriye û paşmayek jî wekî xwe bi dest lê nedayî mane.

Destnivîsên Kurdî yên dest lê nedayîn li nav arşîvên Almanya û Rûsya li benda lêkolîn û zindîkirin û çapkirinê ne. Ji ber ku ew destnivîs girîngtirîn mîrat û çavkaniyên dîroka çanda mene û girîngiyeke zêde heye ji bo lêkolîna dîrok û ziman û wêje û entografyaya Kurdî û heman demê de jî beşekin ji dîroka çanda mirovayetiyê ya li serdemên derbasbûyî da.

Nivîskar û werger: Bekir Şiwanî



18.03.2020 18:08 ~18:09 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» destnivîsên kurdî di arşîva almanî da
» kurdîkirina google translate
» arşîvakurdî
» almanî

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî