Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
dîasporaya kurdî - tirşik
dîasporaya kurdî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ji efrîqayê heta awistralyayê li gellek welatên biyanî kurd hene. li hinek welatan mina elmanya hijmara wan digihije nêzikê mîlyonek.


gorê statistîkên enstîtuya kurdî ya parîsê û parlemena ewropa hijmara kurdan li welatên ewropa wisa ye:


elmanya 800.000
fransa 150.000
brîtaniya 100.000
swed 100.000
holanda 80.000
swîsre 70.000
avûstûrya 60.000
yewnanistan 25.000
belçîka 15.000
danimarka 10.000
norwec 5.000
Îtalya 4.000
fînlanda 3.000


her wiha li welatên din:

dya 20.000
kanada 8.000
awustralya 15.000
japon 2.000


di nav wan hemÛyan de welatên ku dÎasporaya kurdî herî xurt:

1. swed, ew 50 sal in swed her tîm mina paytexta çand û hunera kurdî ye. rolek ewqas giring e ku em dikarin bibêjin ger swed nebÛya rewşa kurmancî îro pir xirab dibû.
2. fransa, dewleta fransayê weke dostê kurdan xûya dike. lowma kurd hinek bi hêz in li wir. û ger ez şaş nebim li fransayê hijmara kurdan ji tirkan zêdetir e. û dive em behsa rola enstîtuya kurdî ya parîsê jî bikin. xebatên wan jî bo hemÛ kurdan pir giring in.
3. japon û awustralya, li wan herdû welatan kurd pir zêde ninûn lê pir aktîf in. mina karên navenda çanda kurdî li japon Û karên mamoste şahînê bekirê soreklî li awustralyayê pir balkêş in.

hêvî dikim li hemû welatan derbarê çand û hunera kurdî zêdetir xebat bên kirin.

Û bi videoyek peyama xwe xilas bikim. keçikeka japonî zimanê kurdî hin bÛye. peyamek bi kurdî ji me re şandiye. ew serkeftina




18.03.2020 18:56 ~18:58 | cinorek

2. Bi rastî jî gelek nivîskarên Kurd li diyasporayê pirtûkan dinivîsin. Ji vî aliyê be diyaspora roleke girîng dilîze. Divê kurdên diyasporayê bêtir çalak bin, ji ber ku ew bêtir azad in.



18.03.2020 19:44 | xabûrî

3. (bnr: tirşikvanên dîasporayê)



18.03.2020 20:41 | cinorek

4. kurdên ku bo kurdistanê dilşewat in.Dixwazin bo kurdistanê tiştekî bikin.

hevalek hebû digo gelek perê didin , mirov dikare bi wan pereyê wan artêşek ava bike.Lê mixabin rewş li holê ye...



18.03.2020 20:54 | brzn

5. bajarê herî mezin ê dîasporaya kurdî stenbol e.
gelek rewşenbîrên kurd ên di dewra osmanîyan de jîyayîn jî ji ber sedemên polîtîk û leşkerî mişextîyî stenbolê bûne û li wir bi tesîra dûrbûna welêt kar û barên xwe zêdetir kirine û berê xwe dane karên entelektûelî.
(bnr: bedirxanî), (bnr: cemilpaşazade), (bnr: babanzade) hwd.



20.03.2020 03:24 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîasporaya kurdî
» kurdîniya malî

Kategoriyên mijarê:: nuce geruturistik zanisti nuce geruturistik zanisti nuce geruturistik zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî