Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di dîrokê de îro - tirşik
di dîrokê de îro
(30) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Îro, 28ê adara 2020
1866 – Yekem ambulans dest bi kar kir.
1949 – Tirkiyeyê, Îsraîlê bi fermî nas kir.
1965 - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayêde di Alabama yê de serokatîya Martin Luther King, 25 hezar meriv ji bo gelê sîvîl bi hev re meş kirin.
1986 – Fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan, HRKê, Mahsum Korkmaz li çiyayê Gabarê şehîd ket.



28.03.2020 21:49 | quşxaneli

2. Li meydana Çwar çira ya bajarê Mehabadê serokê komara mehabadê, qazî mihemed, Mihemmed Huseyîn Saîf Qazî , Hacî Baba Şêx hatin darvekirin.



30.03.2020 15:38 ~15:39 | quşxaneli

3. îro 30 yê adara 2020
şaredarê îzmîrê burhan özfatura di sala 1996 de, gotiye ji bo kurdên ku tên îzmîrê hewceye sepîna destûrê (vîze) çêbibe.
ji bîr nebe ku kemalîst neyarên kurda yên herî mezin in.



30.03.2020 17:21 | afa

4. Îro, 13 ê Hezîrana 2020a
1934 – adolf hitler û mussolini li Îtalyayê, li bajarê Venedîkê hatin cem hev.
1993 – Piştî ku süleyman demirel bû serokkomar, ji serokatiya giştî ya Partiya Rêya Rast (DYP) re tansu Çiller hate hilbijartin.
2009 – Encamên hilbijartinên serokkomarîyê yên Îranê hatin ragehandin. Mehmûdê Ehmedînejad di hilbijartinê de bi ser ket. Piştî ragihandina encamê xwepêşandanên li welat dest pê kirin.



13.06.2020 19:34 | yûsiv

5. îro, 13 ê hezîrana 2020a de, ji xeynî agahiyên li jor *

1381 – Di pêşengiya Wat Tler de îsyankarên gundî Londonê zeft kirin, agir berdan ser avahiyên hikûmetê, zindanan vala kirin û serê hakim û dewlemendan jê kirin.
1859 – Li Erziromê erdhejek çêbû û di vê erdhejê de ji nîvî zêdetira bajarê zirar dîtin û 3 hezar kes mirin.



13.06.2020 22:20 ~22:21 | merwano

6. îro, 14 ê hezîrana 2020a

1900 – Hawaii tevlî Amerîkayê bû.
1928 – ernesto che guevara , bijîşk, nivîskar, rêberê gerîlayan, şoreşgerê arjantîn-kûbayî jidayîk bû.
1940 – Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Hêzên almanan ketin Parîsê.
1986 – jorge luis borges , helbestvan û nivîskarê arjentînayî mir.
2005 – Zagros TV dest bi weşana xwe ya asmanî kir.
2015 – Li nêzîkê Willow, Alaskayê di nav qezayê Matanuska-Sunitsayê de şewatekî dijwar derket û di vê şewatê de ji 6,500 hektarê zêdetir şewitî.



14.06.2020 00:23 | yûsiv

7. Îro, 16 Hazîranê 2020a

1723 – adam smith , aborîzan û fîlozofê skotlandî hat dinyayê.
1903 – Şirketa motoran yê ford ê hate damezrandin.
1920 – Banda birîne ji aliyê Earle E. Dickinson hate dahênandin.
1940 – Li Lîtvanyayê hikûmetek komûnîst hate avakirin.
1961 – can dündar, lêgerîner, rojnamevan, derhênerê dokumanteran ê tirk hat dinyayê.
1963 – Programa Fezayê yê Sovyetê: Mîsyona Vostok 6ê: Kozmonot valentina tereshkova bû yekemîn jina ku çû fezayê.
1964 – Rêberê mafên reşikan yê amerîkayî martin luther king , Xelata Nobelê ya Aştiyê qezenc kir.
1971 – tupac shakur , raperê Amerîkî hat dinyayê.



16.06.2020 17:14 | yûsiv

8. Îro, 17 Hezîrana 2020a

1885 – Peykera Azadiyê gihişt bendera New Yorkê.
1921 – Serhildana Qoçgiriyê yê ku li Sêwas, Erzingan û Dêrsimê sê meh û nîv dewam kiribû, ji aliyê artêşa tirkan ve bi avayekî hovane hate tepisandin.
1942 – doğu perinçek , siyasetmedar û nivîskarê tirk hat dinyayê.
1944 – Îslenda ji Danîmarka veqetiya û komara xwe îlan kir.
1967 – Komara Gel a Çînê bombeya hîdrojenê ya yekem cerriband.
1992 – Di navbera serokdewletê Amerîka george h. w. bush û serokdewletê Rûsyayê Borîs Yeltsîn de peymanek li ser kêmkirina çekan yê bi navê START II hate îmzekirin.
2015 – süleyman demirel , siyasetmedarê tirk, Serokkomarê Tirkiyeyê ya 9em mir.



17.06.2020 00:28 ~23:56 | yûsiv

9. 17.06.2019 muhammed mursî jiyana xwe ji dest daye
17.06.2015 shorbevan vê peyamê meha remezanê/70362 li tirşikê zêde kireye û tirşik gelek geşbûye *
(bnr: rojek)



17.06.2020 21:57 | shorbevan

10. Îro, 18 Hezîrana 2020a

1815 – napolyon bonapart di Şerra Waterlooyê de ji artêşên Îngilîz û Prûsyayê re têk çû. Ev têk çûn bû sedama şerra ku di navbera Fransa û dewletên Ewropayê de 23 sal dewam dikir bi dawî bibe. Napolyon di 22'ê pûşperê de cara duyem ji textê vekişiya.
1830 – Fransa Cezayirê îşgal kir.
1928 – roald amundsen , deryavan û kaşîfê norwêcî mir.
1936 – maksîm gorkî , nivîskarê rûs mir.
1942 – paul mccartney , kompozîtor, gîtarîst û vokalîstê brîtanî (The Beatles, The Quarrymen, Wings, û The Fireman hat dinyayê.
1948 – Neteweyên Yekbûyî, Daxuyaniya Mafên Mirovan yê Navneteweyî qebûl kir.
1953 – Li Misirê serdestiya Îngîlîzan yê ku 74 sal dewam kir bi dawî bû û komar hat îlankirin.
1965 – Şerê Viyetnamê: Dewletên Yekbûyî li Başûrê Vîetnamê balafira bombavêj yê B-52 ji bo êrîşa şervanên gerîla yên Hereketa Rizgariya Neteweyî bi kar tîne.
2007 – seydayê keleş , nivîskarê kurd mir.
2010 – josé saramago, nivîskar, dramatîker û helbestvanê portûgalî, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê mir.



18.06.2020 00:00 ~00:18 | yûsiv

11. îro, 19 hezîrana 2020a


1623 – blaise pascal, matematîkzan, fîzîknas û bîrewerê fransî hat dinyayê.
1862 – Li Amerîkayê xulamtî (koletî) bi awayekî fermî hate rakirin.
1885 – Peykera Azadiyê ji Fransa anîn New Yorkê.
1910 – Roja Bavan cara yekem li Amerîkayê hate pîrozkirin.
1937 – j. m. barrie, nivîskar û dramatîkerê brîtanî rehmet kir.
1945 – aung san suu kyi , siyasetmedarek bûrmayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê hat dinyayê.
1947 – salman rushdie, nivîskarê îngilîz yê hindistanî, nivîskarê kitêba bi navê "Ayetên Şeytanî" - ku tê de ji dînê Îslamê re heqaret dikir - hat dinyayê.
1961 – Kuweyt serxebûna xwe ya ji Keyaniya Yekbûyî ragihand.
1977 – elî Şerîetî, nivîskar, fîlozof û sosyologekê faris rehmet kir.
1993 – william golding, nivîskarekî brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê mir.
2000 – mezopotamya tv dest bi weşanê kir.
2012 – Avakarê sîteya WikiLeaksê Julian Assange ku bi weşandina wesîqeyên (dokument) Amerîkayê yên veşartî navdar bûbû ji tirsa ku hikûmeta îngilîz we îadeye Amerîkayê bike ji Balyozxaneya Ekuadorê yê li Londonê re miracaeta îltîcayê kir.



19.06.2020 10:59 | yûsiv

12. îro, 20 hezîrana 2020a

1819 – jacques offenbach, bestekarê Alman hat dinê.
1837 – keybanû victoria , di 18 saliya xwe de derket texta Qralîyeta Yekbûyî. 63 sal ser textê ma û bû hukimdara ku desthilatdarî herî dirêj di dest xwe de hişt.
1877 – alexander graham bell li cîhanê yekem xizmeta telefonê yê bazirganiyê li hêrema Ontario yê girêdayî Kanadayê da dest pê kirin.
1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Îtalya ji Fransayê re êrîş kir. Êrîşa we bi ser neket.
1960 – Malî û Senegal serxwebûna xwe îlan kir.
1975 – Özz nûjen , komedyenê swêdî yê esilkurd hat dinê.
1991 – Parlamentoya Almanan, biryar girtin ku paytexta welat ji bajarê Bonnê bar bikin Berlînê.
2003 – platonîka yusiv hat dinyayê.
2003 – Weqfa Wîkîmedyayê li St. Petersburg, Florida (bajarek Amerîkayê) hate avakirin.
2005 – jack kilby, fîzîknas û endazyarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê ya Fizîkê çû rehma xwedê.



20.06.2020 00:03 ~00:07 | yûsiv

13. Îro, 21ê hezîrana 2020a

1527 – niccolò machiavelli, fîlosof, muzîkvan, helbestvan û şanonivîsê îtalî jiyana xwe ji dest da.
1788 – dewleta new hampshire ê - ku îro yek ji federedewletên Amerîkayê ye - qanûna bingehîn (makezagon) yê Amerîkayê tesdîq kir û bû nehemîn federedewleta li Amerîkayê.
1905 – jean paul sartre, fîlozof û nivîskarê fransî hat dinyayê.
1914 – bertha von suttner, pasîfîst, rojnamevan û nivîskareke awistiryayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê mir.
1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Fransa teslîmê Almanyayê bû.
1941 – Almanya êvarkî dest bi îşgala Yekîtiya Sovyetan kir.
1942 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Bajarê lîmanê yê Lîbyayê Tobruq, ket destê hêzên îtalî û almanan.
1942 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Şerra Okinawayê yê di navbera Amerîka û Japonyayê de derketibû bi dawî bû.
1953 – benazir bhutto, siyasetmedara pakistanî yê esilkurd, serokwezîrê Pakistanê 11em hat dinyayê.
1957 – johannes stark, fizîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê rehmet kir.
1977 – bülent ecevit , ji CHP, hikûmetê nû yê Tirkiyeyê ava kir.
1979 – chris pratt , muzîkjen û aktorê amerîkan hat dinyayê.
1983 – edward snowden , çalakvan û akademîsyenê Amerîkî hat dinyayê.
1990 – Li Îranê erdhejek bi şîdeta 7,3 çêbû. 50 hezar kes mirin.



21.06.2020 00:04 | yûsiv

14. 28 hezîrana 2020a

1895 – el salvador, honduras û nîkaragûa, Komara Mezintir yê Amerîkaya Navîn (greater republic of central america) ava kirin.
1914 – Arşdûka Awistriyayê franz ferdinand û jinê wî sophia ji alî nîjadperestek sirb yê bi navê gavrilo princip ve hate kuştin. Ev bûyer ji Şerê Cîhanî ya Yekem re bû sedem.
1919 – Di dawiya Şerê Cîhanî ya Yekem de di navbera Dewletên Mittefîq û Almanyayê de peymana aştiyê ya versayê hate îmzekirin.
1936 – Japonya, li bakurê Çînê bi navê Mengjiangê dewletekî kukla ava kir.
1942 – Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Almanyaya Nazî li dijî Yekîtiya Sovyetan bi nasnavê Case Blue dest bi êrîşek havînê yê stratejîk kir.
1950 – Şerê Koreyê: Bajarê Sêûlê ku aniha li Korêya Başûr dimîne ji aliyê qewetên Korêya Bakur ve hate bidestxistin.
1950 – Şerê Koreyê: Tê îdiakirin ku di navbera 100,000 û 200,000 sempatîzanên komunîst yên gumanbar di Komkujiya Bodo Leagueyê de hatine qetilkirin.
1964 – malcolm x, Rêxisitina Yekîtiya Afro-Amerîkiyan ava kir.
2000 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, qerar da ambargoya ku li dijî Kubayê danîbû û 41 sal dewam dabû kirin nerm bike.
2006 – montenegro wekî endamê 192. ji Neteweyên Yekbûyî re hate qebûlkirin.
2011 – Google projeyê xwe ya nû yê torên civakî a bi navê Google+'ê îlan kir.

Jidayîkbûn
1712 – jean-jacques rousseau, fîlosof, nivîskar, awazvan û têorîstek siyasî yê swîsreyî-frenseyî
1867 – luigi pirandello, helbestvan, şanonivîs, nivîskarê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
1906 – maria goeppert-mayer, fîzîknasa alman-amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê
1940 – muhammad yunus, aborîzanê bangladeşî, xwediyê Xelata Nobelê
1943 – klaus von klitzing, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê

Mirin
1836 – james madison, siyasetmedarê amerîkî, Serokdewletê Çarem yê Amerîkayê
1914 – franz ferdinand, mîrê împaratoriya Nemsa - Macaristanê
1942 – yanka kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê
2007 – orhan dogan, siyasetmedar, dadnas û parlamenterê kurd.

çavkanî:Wîkîpedîa



28.06.2020 12:06 | merwano

15. Meraq dikim gelo di dîrokê nava wan rojan de rojekî xûna Kurdan nehatiye rijandin heye yan na, Hem hev ketine bi hev re, hem jî ji aliyê neyarên wan re.



29.06.2020 23:33 | mîr

16. Îro, 3ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1462 – girava lesbosê (bi tirkî Midilli) ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hate bidestxistin.
1767 – Kevintirîn rojnameya Norwêcê ya bi navê adresseavisen dest bi weşanê kir. Ev rojname hê jî derdikeve.
1778 – prûsya ji Awistiryayê re şer îlan kir.
1890 – idaho, bû 43. federedewleta Amerîkayê.
1905 – Li Rûsyayê leşkeran, ji şeş hezaran zêdetir karkerên ku diçûn grêva giştî kuştin.
1928 – Yekemîn weşana televîzyonê ya bireng hate pêkanîn.
1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Yekîtiya Sovyetan herêma Mînskê ji Naziyan stendin.
1962 – Cezayirê serxwebûna xwe îlan kir.
1988 – Keştiyeke Dewletên Yekbûyî agir berda balafireke Iran Airê û balafir li ser kendava Farsê kete xwarê: 290 kes mirin.
2013 – Li Misrê derbeyek çêbû û artêşa wir dest avêt ser rêvebiriyê.

Jidayîkbûn
1883 – franz kafka, nivîskarê çekî-awistriyayî
1971 – julian assange, rojnamevan, weşanger, çalakvan û avakarê WikiLeaksê

Mirin
2000 – kemal sunal, aktorê sînemaya tirkî



03.07.2020 21:15 ~21:17 | merwano

17. îro, 4ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1187 – Şerrê Hattînê: selahedînê eyûbî li Hattînê xaçperestan tarûmar kir.
1776 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serxwebûna xwe îlan kir.
1810 – Fransa, Amsterdamê îşgal kir.
1826 – Serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên duyem (John Adams) û sêyem (Thomas Jefferson) mirin.
1959 – Piştî ku Alaska wek federedewleta 49em beşdarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû, alaya fermî yê Amerîkayê yê bi 49 stêrkan li Philadelphia, Pennsylvaniayê ji hemwelatiyan re hate danasîn.
1960 – Piştî ku Hawaii wek federedewleta 50em beşdarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû, alaya fermî yê Amerîkayê yê bi 50 stêrkan yê ku îro jî tê bikaranîn li Philadelphia, Pennsylvaniayê ji hemwelatiyan re hate danasîn. Alaya bi 49 stêrkan hêj berî 10 mehan hatibû nasandin.
1997 – Robota tetqîqê yê bi navê Pathfinder ku NASA şandibû, peya bû ser rûyê Marsê.
1980 – Komkujiya Çorumê pêk hat.
1982 – Çar dîplomatên Îranî bi destê milîsên Libnanî li Libnanê hatin revandin.

Jidayîkbûn
1872 – calvin coolidge, siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê 30em ê DYA'yê

Mirin
1826 – john adams , parêzer, dîplomat û teorîsyenê siyasetê yê amerîkî, serokdewletê 2yem yê DYA'yê
1826 – thomas jefferson, serokdewletê 3yem yê DYA'yê
1831 – james monroe, siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê 5em ê DYA'yê
1934 – marie curie , kîmyager û fizîknasa fransî-polonî



04.07.2020 01:07 ~01:09 | yûsiv

18. îro, 6ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1189 – richard i ku wek "rîşara Şêrdilî" tê nasîn, derket ser texta Îngilistanê.
1253 – mîndaugas, taca Keyîtiya Lîtvanyayê da serê xwe.
1885 – louis pasteur derziya xwe ya dermankirina nexweşîna harbûnê li ser zarokek bi navê joseph meister ku ew ji alî kûçikek harbûyî ve hatibû gezkirin bi serkeftî cerriband.
1947 – Çeka ak-47 ku bi navê kalaşnîkovê tê nasîn, li Yekîtiya Sovyetan dest bi hilberanê hate kirin.
1957 – john lennon û paul mccartney, cara pêşîn sê sal berî avakirina koma muzîkê yê bi navê the beatlesê di festîvalekê li Keyaniya Yekbûyî de hev nas kirin.
1964 – malawî, ku weletekî li başûr-rojhilatê Efrîqayê ye, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir.
1969 – Senaryoya romana Yaşar Kemal yê bi navê "İnce memed" ji ber sensûrê asteng bû. Yaşar Kemal got ku "sensûr, ziddê Qanûna Esasiyê (makezagonê) ye".
1975 – komor, serxwebûna xwe ya ji Fransayê îlan kir.
2013 – Herî kêm 42 kesan di gulebarana ku terorîstên Boko Haramê li dibistanek parêzgeha Yobeyê, Nîjerya pêk anînbûn mirin.

Jidayîkbûn
1859 – verner von heidenstam, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
1925 – mahmut gazi yaşargil, zanist û bijîşkê neurolojiyê
1946 – george w. bush, karsaz û siyasetmedarê amerîkî, serokê Amerîkayê yê 43yem
1975 – 50 cent, rapvan, çêker û aktorê amerîkî (G-Unit)

Mirin
1946 – gerhart hauptmann, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
1962 – william faulkner, nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
1995 – aziz nesin, şaîr û nivîskarê tirk
2005 – claude simon, nivîskara fransî, xwediyê Xelata Nobelê
2005 – hîkmet fîdan, siyasetmedarê kurd, yek ji damezîrênerên hadepê



07.07.2020 15:34 ~22:26 | merwano

19. îro, 7ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1543 – Qewetên fransiyan Lûksembûrgê îşgal kirin.
1929 – benito mussolini bi Papa re li hev kir û Vatîkana serbixwe ava kirin.
1937 – Şerê Çîn-Japonyayê: Qewetên japonan êrîşê paytexta Çînê, Beijingê kirin.
1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Eskerên fransî û îngilîz, Bêrûtê îşgal kirin.
1953 – ernesto che guevara seredana Bolîvya, Perû, Panama, Kosta Rîka, Nîkaragua û El Salvadorê kir.
1978 – Giravên Salomonê ku li başûr-rojavayê okyanûsa Pasîfîkê ne, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xistin.
1980 – Li Îranê di fermiyetê de li gorî şerîetê dest bi birêvebirinê hate kirin.
1980 – Koma Led Zeppelinê li Berlînê konsera xwe ya dawîn da.
1997 – Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di şerê sivîl ê kurdan (birakujiya kurdan a 1997'an) de (di navbera YNK, PKK, Îran - PDK, Iraq, Tirkiye, PDK-Î de derketibû) bi operasyona çêkûç piştî ku li dijî YNKyê alîkariya PDKyê kir û bi PKKyê re herb kir, ji bakurê Iraqê vekişiya. Di vê herbê de bi tevahî 5000 hezar kes mirin. Tirkiye bi 30 an jî 50 hezar eskeran beşdarê vê operasyonê bûbû.
2007 – Heft nuwazeyên cîhanê hatin tayînkirin.

Jidayîkbûn
1873 – sándor ferenczi, tûrenas û psîkoanalîstê macar
1882 – yanka kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê belarûsî
1962 – sırrı süreyya Önder, derhêner, aktor, rojnamevan û siyasetmedarê tirk

Mirin
1901 – johanna spyri, nivîskara swîsreyî
1973 – max horkheimer, civaknas û fîlozofê alman
1993 – rıfat ilgaz, helbestvan û nivîskarê tirk



07.07.2020 22:31 ~22:31 | merwano

20. îro, 11ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1405 – amîral zheng he, ji bo keşfkirina dinyayê cara yekem bi keştiyê kete rê.
1616 – Kaşîfê fransî samuel de champlain (yê ku cara pêşîn çûye herêma Quebec yê Kanadayê û bajarê Québecê ava kiriye) vegeriya Quebecê.
1859 – Romana charles dickens yê bi navê Çîroka du bajaran (a tale of two cities) hate weşandin.
1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Rejîma Fransaya Vichyê (Dewleta kûkla yê ku Almanya, li derdora bajarê Vichy yê Fransayê ava kiribû) bi awayekî fermî hate damezrandin. Philippe Pétain bû Serokwezîrê Fransayê.
1971 – Li Şîliyê kana madenan hatin neteweyî kirin.
1975 – Li Xian yê paytexta Çînê kevnar artêşek 6000 hezar kesî, yê aîdê 2000 sal berê ku ji kîlê hatiye çêkirin û mîna mezinahiya însanên jidil dihatin xuya hatin dîtin. Ji eskerên seramîk yekî jî naşibin hev û ev taybetiyên wan pirr ecêb hate dîtin.
1995 – Qetlîama Bosnayê: Artêşa sirban bi rêberiya ratko mladiçê li herêma srebrenitza yê Bosniya û Herzegovînayê, dest bi komkujiya srebrenitzayê yê ku tê de bi tevahî 8.000 bosnî hatibûn kuştin kirin.

Jidayîkbûn
1767 – john quincy adams, parêzer û siyasetmedarê amerîkî, Serokdewleta 6em yê Amerîkayê
1916 – aleksander proxorov, nivîskarê awistralyayî-rûsî, xwediyê Xelata Nobelê
1943 – howard gardner, psîkologekî amerîkayî

Mirin
1974 – pär lagerkvist, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê



11.07.2020 16:33 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îro jî ez fêrê tiştek nû bûm

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî