Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    gundê hember - tirşik
    gundê hember
    (5) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. navê straneka kurdî û kurmancî ye.. ji aliyê gelek stranbêjan ve hatiye gotin.. behsa qelem û qedera xwudê ya li ser nesîbê mêrkirin û jinanînê dike.. rista qe ku tune sed mal hene ku tê de peyva qe û daçeka kuyê derbas dibe xuya ye ku serê nivîskarinên tirşikê kiriye şorbenîsk.. ku wek melûmê her kurdekî kurdînivîs e daçekek e û wezîfeya peve girêdana peyv û hevokên ji hev û din cuda hildigire ser milê xwe û qe jî qet yanî hîç e.. qe ku tune sed mal hene yanî hîç nebe an herî kêm sed mal di gund de hene..



    2013.09.20-00:02 | endazer

    2. strana bi potansiyela xwe ya polemîkê wê di kurdî de bibe yekemîn e. hema tişta min fêhm nekirî lawo qasê ku min fêhmkirî stran hewayê biçukbuna gund dide mirov lê bi 'qe'yê wateyeke dijber derdikeve holê. ma ne pêwîst bu ku bigota 'herî zêde sed mal heye'. lawo vê stranê çi anî serê me,

    (bnr: min perwerdeya bi zimanê dayikê navê)



    2013.09.20-00:08 | azadixwaz

    3. klameka xarpet'ê ye. (bnr: elazığ). di nav eşira şekak Û eşira parçikan de pir navdar e. nuha bi aliyÊ stranbejÊn dinÊ kurdistanÊ jÎ hatiye gotin.



    2013.09.20-07:16 | cinorek

    4. gundê hember gundê meye 'qe ku tıne' sed mal heye.

    karşı köy bizim köyümüz 'hiç yok ise' yüz aile var

    an

    gundê hember gundê meye 'heri zêde' sed mal heye.

    karşı köy bizim köyümüz 'en fazla' yüz aile var.



    'qe ku' u 'heri zêde' jı hev cudaye heval azadixwaz. merıw dıkare her du ji bıkarbine.



    weka derım u dıçım



    ez dıderım (ben çıkıyorum)



    ez dıçım(ben gidiyorum)



    2013.09.20-11:39 | hun çawane heval:)))))))

    5. navÊ wÊ klamÊ wuha nÛne. navÊ wÊ klama zerÊ ye. di nav gÛndÊn şekakan de mesela wÊ klamÊ pır tÊ axaftin.



    (bnr: zerÊ turküsü) (bnr: klamÊn şekakan)



    2013.09.20-11:43 | cinorek

    6. (bnr: mehmet atlı)



    2013.09.20-11:46 | hun çawane heval:)))))))

    7. ji ber ko ew klameka kurdÊn şekak e, dive em wÊ li keçkeka kurdÊn şekak, li aynur doğan'Ê gÛhdar bikine.














    2013.09.20-12:11 | cinorek

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.09.20-12:11 | cinorek

    9. ew strana ya kê ye, kê ristiye, kê avitiye ser kê, kê li ser kê stiraye nizanim. ya ku ez zanim, ez ji vê stranê pirr hez dikim, kî distire bila bistire . her ku ez diherime gundê xwe û gundê me ji dûr ve li min xwiya dibe, ew strana tê ser zimanê min û bêyî hemda min di devê min de dilore, "gundê hember gundê me ye, qe ku tune bîst mal heye".



    2013.09.20-23:11 | fethî ronî

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.28-02:15 | jovan bervaj

    11. Tu carî gundekî min ê hember nebû.lê darnên hember hebu li ji bona min ez neçûm ew li wêr man ez hatim ew lê hê wêr bûn paşê çabu wan daran niza eger hê avm nehatibe çêkirin yê hê wêr bin



    2015.01.28-07:00 | xeteraqirêj

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    besime şen [1]
    di zanîngeha mîmar sînan de prof. e. di hejmara sêyem ya ziryabê de ni...
    tirşik translate [1]
    bahis oynamak bi kurdî şert girtin e. li cem me wisa tê bikara...
    lîstikên zarokan [3]
    Hopanê, hopanê
    Kejiya min a panê
    Avêt gola hanê
    G...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    tevgera ez jî tê de me. jixwe şîroveyan niha ji bo xwe dinivîsim lê de...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    di youtubeê de heman tişt dikim. bêyî îstîsna, heke li ser kombersa xw...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gundê sümer kolçak

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî