Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
schande - tirşik
schande
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Fedî" filma derhênerê gewre (bnr: ingmar bergman) e. Di derheqê gotina "fedî wê mirovahiyê xelas bike" de ye. Filmek serkeftiye û ez bawerim heta mirovahî hebe wê rojaneyîtîya xwe biparêze. Ji ber ku film behsa şer û mirovahiyê dike.

Eva û jan her çiqwas gohê xwe ji şerê ku li ber wan de tê holê ker dikin jî derûniya xwe hêdî hêdî ji ber vê sedemê wenda dikin. Her çiqas carnan nav wan de gelemşeyên hûr derdikeve jî ji hevdû hez dikin. Di nav xebatê xwe da behsa rojê berê ku çawa xweş bû dikin û behsa wê ji bo pêşerojê çi bikin dikin. Eva dixwaze zarokek wa hebe ji ber ku hêvîyê wê heye ji bo pêşerojê. Lê Jan şer tîne bîra wê û hêviyê dihêlin pêşerojê yanê pêy şer. Gotina şêx sadiyê şîrazî tê bîra meriv ku digot: "li pêy mirina me divê emrek din jî hebe ji ber ku me ev emra bi hêvîdarî derbas kir." Û evaya delalî vê navbermayînê bi van peyva bi kurtasî ji aliyê derûnî şîrove dike: "Carna her tişt mîna xewnekî tê ji min re. Tiştê ku ez dibînim ne mîna xewnekîye lê wekî xewnekî yekê din de ku divê ez rol bigrim. Yê/ya ku me di xewna xwe de dibîne dema şiyar bibe û fedî bike wê çi bibe?"


Jiyan hemû wehşetî û qirêjiya xwe emanetê mirovan dike. Bi rastî em ruyê lehengan û buyerên ku bi serê wan de tê dibînin şûnde fediyê di dilê xwe heta dawî hîs dikin. Roja ku balafirek li nêzî mala wan dikeve şûnde jiyan ji rêzê derdikeve. Êdî Ne jan jan ê berê ye ne eva eva ya berê ye. Ji vir şûnde hemû têl û tamar diqete. Alîgirê wê balafira ketî tên û lehengê me ditirsînin û alîgir wa dikşînin filmekî ku di film de mîna aligirê xwe wan dide axaftin. Û çend rojê din ji alîgirê hember tên wan dibin cihekî û dipirsin ku çawa pesnê wan daye. axirê dostekî wan derdikeve û wan azad dike. Piştre em dibînin ku ev dostê wan têkiliyê xwe bi wan re zêde dike û heta hemberî azadkirina wa doza bûyîna bi eva yê re dike. Eva dilpakiya li hemberî mêre xwe bi vê dostê xwe re qirêj dike û bi wê re dibe. Ev bûyerê ku tê holê, encamê diyarî û pereyên ku dostê wan dide wan û dike bin minet e.


Jan heyfa xwe bi destê xwe digre ji vê dostî. Dema dijmin davê ser mala wan û dibêjin pere bidin emê dostê we nekujin lê jan pereye ku ji dostê xwe dizî ye nade wan. Û janê ku xwediyê ruhek nazenîn sileh digre destê xwe , dostê xwe dikuje, derew dike û hwd. eva êdî rêzgirtiya ji mêrê xwe jan re wenda dike û bi mecbûrî bi wê re dijî. Tiştê ku meriv nikare bike êdî tê kirin, meriv tên kuştin, xanî tên şewitadin, neheqî tên kirin, rûmet dikeve bin linga û bi kurtasî em karin bêjin tabloya rewşa şerekî em dibînin.


Lehengê me pereyê diziye dide merivekî û hêvîya bi qeyikê behrê derbas kin herin welatekî din. Lê demek din şûnde xwediye qeyikê wan terk dike. Û rêwî bi serê xwe dimînin. Êdî birçîbûn, tîbûn û nezanbûn li pêş wa ye. Qeyik demekî tê cihekî werê ku êdî nikare ji laşê leşkerê mirî ku derketiye ser ruyê avê derbas be. Lê xwediyê ruhê nazenîn yanê jan êdî xwe wenda kirî û bi bêra qeyikê laşê leşkerê mirî dide alî ku qeyika wan derbas be. Dengê eva yê cara dawîn derdikeve û wa dibêje: "... û dawiyê ez hatim ber dîwarekî bilind, rûyê wê bi gulan hatibû girtin. Û dawiyê re balafirek hat û agir bi hemû gulan xist. Ji ber ku pir xweş bû ewqas jî ne tirsnak bû. Şewqa di avê de derdiket min temaşe kir. Û min dît gul çawa dişewitin. Û di nav baskên min de keçikek hebû. Keçika me bû. Bi hişkayî wê min hembez kir û min lêvê wê ye ku bi gepa min dibû hîs kir. di vê hemî demê de diviyabû ku ez tiştê yekê gotibû bînim bîra xwe. Lê min ji bîr kiri bû."



30.03.2020 12:43 ~12:53 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» schande

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî