Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
devoka ku di nivîsînê de herî zêde nêzîkî kurdiya standard e - tirşik
devoka ku di nivîsînê de herî zêde nêzîkî kurdiya standard e

Navê mijarê ya ewil ev bû:devoka ku nivîsandinê de zêdetir nîzikê kurdî ye
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. devoka ku nivîsandinê de zêdetir nîzikê kurdî ye ya serhediyan e.Wek kesekî ji bajêra agirî vî nirxandinê dikim.hînbûn û nivîsandin a alfabeya zimanê kurdî (kurmancî) bi min hêsantir e bo serhediyan.Dibe ev nirxandin sedî sed çewt be lê min wisa hat.



02.04.2020 19:29 | brzn

2. Devoka Mêrdînî û Cizîrî ye.
Mêrdînî her wuha tîpa '' i'' yê zêde bêkar bînin jî. Gellekî xweş diştexilîn.
Cizîrî jî kurdiyek fesîh û bakij diştexilîn. Her du devok senteza nivîsa kurdî ye.



02.04.2020 20:36 | dilreş

3. Devoka meh'serta mêrdînê ye û ez kanim bêjim devoka maku /ûrmîyê jî qenc e .



03.04.2020 00:30 ~00:31 | shwinsherm

4. bi gelemperî ez li xwe mikur hatim ku hin malbat û kes hene axavtina wan pir nêzî standarda nivîsandina kurdî ye. ev kes û malbat ji medreseyên kurdan talim û dersê girtine. mesela yek hebû dizanî bi kurdî re eleqedar im bi min re bi peyvên resen diaxivî. hinek kesan digot ew çi ye ji wan re digot ew dizane hûn dest nedinê.



03.04.2020 01:23 | roberz

5. Sernivîsa mijarê çewt e.
(bnr: bila moderator endazer were guhertin)
nêzikbûna kurdî çiye? Ma ne hemû devok jixwe kurdî ne. ?
Dibe ku nêzikbûna kurdiya standard be pirsîn.



03.04.2020 03:36 | cinorek

6. devukên dî nizonim lê dikorim bêjim ştexolîyo me nivîsondinê de zêde ne nîzikê Kurdîya standart a
*Cizîrî me



03.04.2020 12:08 | bacanêfiringî

7. Devoka cizîrê û colemêrgê, ber bi kurdiya standara nebûrîye jî. Ew qas jê dûre. En yê bêpar mayîn emin kambaxê



09.06.2022 22:14 | evcebarê pirê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» devoka şirnexê
» herî ser rehetiyê
» zêdebeş
» kurdiya mereşê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî