Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojên berê yên ku mirov her tim li bêriyê dike - tirşik
rojên berê yên ku mirov her tim li bêriyê dike
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bêguman di jiyana her kesî da ev tişta heye..
bawerim di xwezaya mirov de heye ev tişt..
bêrîkirina bîranînên berê..
carinan difikirim, dibêjim dêmek kî jiyan ber bi xweşiyê va naçe lewma meriv her tim bêriya berê dike..
lê em piçûk bûn me hema wisa dixast ku em ji nişkê va mezin bin bibin sîh salî.. em mezin bûn vê carê jî me bêriya zaroktiyê kir..

... sala 2015 an pirtir xweş bû, bêriyê dikim...
lê evî jî zanim ku ez ê pênc şeş salên din paşê jî bêjim sala 2019 an xweş bû.
nabêjim 2020 ji ber ku sala 2020an hê xilaz nebûye.
Dibe ku neqede jî... ka em ê binihêrin meha Nîsanê wê çend sal bikşîne...



03.04.2020 18:12 | bûtîmar

2. (bnr: kêlîya min a herî bextewar bû, min nedizanî.) Ku me piçek seh kirban em li tu derek dî rastî wan bextewarîyan nayên, êdî nema wan kesan dibînin belkî me ji bo dawî anîna wê heyamê ecele nedikir.

têkilîyek melankolîk heye navbeyna bextewarî û bêrîkirinê de. Gava peyva bextewarî an bêrîkirin derbas dibe, gelek sehne li hişê me zindî dibin. Berî her tiştî bîranînên zaroktî tên pêş çavên min.



03.04.2020 18:30 | hespêsor

3. (bnr: sal bi sal xwezî bi par)



04.04.2020 03:13 | shwinsherm

4. Dema pirr biçûk bûm, dema min tenê kurdî bihîst..

Nêzîkê 10 - 12 sal berê, dema malbata min û apê min bi hevre dijiya. Wê demê pirr biçûk im temaşekirina TV'yê mala me pirr kêm bû jixwe tiştê ku me temaşe dikir jî tev bi kurdî bûn Roj TV, mmc felan bêvan. Bi çîrokên apê xwe radibûm bi çîrokê apê xwe radiketim. Ew çîrokên bêdawî û bedewî. Wan çîrokan nadim berê tu tiştî.

Min Ewqas Apê xwe hez dikir ku êdî ji bavê min nêzîktir dihat. Her tim di pawûka wî de dimam. Dema nexweş diketim pêşî ew dihat ser min û dermanên xwe yên giyayî dida min. Wek dayikeke nêzîk dibû. Salek du salên din ji apê min re jinek xwestin. Wê demê pirr biçûk bûm lê nizanim çawa tê bîra min, dema min vê Xeberê bihîst apê min di serşokê de bû. min li ber derî bangê wî kir û min got apo ji malê neçe û min giriya. Dayika min keniya û hat bal min û got ew ê çima li malê biçe. Ma jin e. * wê demê dilê min rehet bûbû.

Piştî zewacê her tişt guherî. Nizanim apê min ê kurdîhez û sibehê heta êvarê digot bijî serok apo çawa yekê evîndarê hudaparê û Hizbûllahciyê re zewicî. Piştî wê jinê malbat ket nav şerekê dijwar. Ew jin di navbera me de fîtne û fesadî derxist. Ewqas pêşveçûn ku piçek mabû apê min bavê min bikuştina. Ew apê min û bavê min ê nêzîkî 40 sala bi hevre jiyîn e.

Li ser axên ku qirêj ên ku bi xwîna ermenîyan hatine şûştin. Dibe ku ji bo wê ewqas şer derdikeve di malbata de. Mesele ne ev e. Piştî şer derket me ji malê derket. Wa bû 5 6 sala em bi hevre xeber nadin. Ji hev nefret dikin. Ew apê min ê ji bavê min nêzîktir dihat vêga bûye dijminê me. Hey dinya tu çi ecêb î.



29.10.2020 22:25 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojên rojnameyan yên pêvekên pirtûkan
» berê min ketiye xozatê
» yên bi remezanê tên
» mirovê ku di hemû malperan de heman şîfreyê bi kar tîne
» her ca kurd hest an ca îran est
» timelapse of the future
» bêriyê
» dike vs dikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî