Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
xêr hatin dayîna tirşikvanên nû - tirşik
xêr hatin dayîna tirşikvanên nû
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mijara ku herî diçe min eciz dike.ji her'oj nivîskarên nû tev li tirşik ê dibn lê ne hewce ye ku bo her endamên nû alê çepê navên endaman ve serek bê vekirin.hege ye ku daxwaza wî ve yeke heye, ser rêya peyaman ve dkare xêr hatinê bide trşikvanên nû.



06.04.2020 23:36 | golikvan

2. Edeteke tirşikêye ku ji mêj ve tê kirin. Em hemû nivîskar dema me xwe tomar kir û ji çomeziyê derbasî nivîskariyê bûn li ser navê me mijar hat vekirin û xêrhatin li me hat dayin. Ev yek motîvasyona nivîskarê nû bilind dike û dibe sedema ku nivîskar xwe yek ji endamê malbata tirşikê hest bike. Wekî din jî ev sernivîs dibe bingehek bo pêşerojê de pêşniyarî an bûyerên derheqê nivîskar de werin nivîsîn. Belê tişta min dixe meraqê gelo çi xisara vê kiryarê heye ku hin tirşikvan jê aciz bûne?



06.04.2020 23:44 | tîrêj zana 21

3. Xêrhatinkirin xweş e yaw *))
Ez jî çomez im ji min re jî xêrhatinek bikin. *))



06.04.2020 23:54 | pirtûkbihûşt

4. Ji bo ku hin kesên nû dibine endam , ji bîr dikin wê çawa binvîsin.Bîranîna formata tirşikê û carnan rexne û şîretan xwe baştirîn dikin.
Ango dev ji tirşikê berdide.



07.04.2020 00:21 | brzn

5. çi xirabiya xêrhatin kirinê nîne. lê wextê jimara nivîskarên nû zêde lêhatin wê demê da ku timeline'ê mijul neke, ne bi nav û nav, xêrhatinek bi tevahî dê bê dan ku civatê lê germ bin û wek biyaniya hîs nekin.



07.04.2020 03:18 | de facto hozan

6. her hefte du an sê çomez peyde dibin ka bihêle em partîya xwe bi dilê xwe bikin kengî rojê heft çomez hat wê gavê em ê rawestin.



07.04.2020 14:45 | shwinsherm

7. weke jixwe hatiye gotin, edet kevin e. helbet ne şert e lê zerara wê jî tune.

her roj gelek kes dibin endam.
- hinek ji wan qet peyam nanivîsinû wek çomez dimînin.
- hinek peyam dinivîsin lê peyamên vala û derî formatê dinivîsin û loma dîsa dimînin çomez.
- hinek 2-3 peyamên bi rêkûpêk dinivsin. ji bo ku motîve bibin em jî zûzûka nivîskarîya wan dipejirînin û dibin nivîskar. lê nîvê van jî çem û çem diçin. venagerin.

eger piştî erêkirina nivîskarîyê, nivîskar dîsa hatibe û wek nivîskarek erêkirî, çend tiştan binivîse, ez piranî jê re mijarek vedikim da ku hay pê hebe ku em wî dişopînin û nivîsên wî/wê tê xwendin.

welhasil, ji bo motîvasyonê ye.



08.04.2020 10:46 | simurg56

8. Li bin navên wan heb heb naxwazim xêrhatina wan bikim li bin vê mijarê ji tevekanre dibêjim ez û we tev bixêr hatine û bixêr herin,neçin nizanim : )

Yên niha aktîf û çalakin ku navên wan di bîra minde

Shwinsherm
Merwano
yusiv
Kajav
Xabûrî
Tirêj zana 21
Brzn
Golikvan
Hespesor
Shorbevan
Yên ku navên wan nehatin bîramin û yên ku nû werin û yên ku xeyidîne jî tev bixêrhatin, bixêr werin



20.06.2020 22:14 ~22:18 | shorbevan

9. wille ji doh de çar tirşikvanên nû peyda bû nin .
hûn bi xêr hatin hevalno
hêvîdar im hûn ê domdarî nivîsa xwe bin.



23.06.2020 09:20 | shwinsherm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» xêrandar bi
» hatin parastvanên gel
» dayîna dersa "dîroka kurdan" ji aliyê fransayê ve
» tirşikvanên ku li îzmîrê dijîn
» nûçeya tirşikê ya nucexane.comê de

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî