Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
hespêsor - tirşik
hespêsor
(16) (9) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê.
eşîra goyan/117538
Bi Devoka goyiyan behsa eşîra goyiyan dike.



20.02.2020 08:46 | cinorek

2. nuştoxo newe yo. Bi hameyîşê xwu tirşik.net xemilnayo. xêr ameyo. çimê mi bi her nuştoxo newe rey de roşin benî *



20.02.2020 21:54 | kajav

3. Ez bawer im ji kurdên anatoliyayê ye.devok ango zarava ye nizam lê ez hemû nivîsên wî fêm dikim.Xeynê çend peyvan.Bi rastî ez rastê keseke din jî hatim , gelek peyvên biyanî û kurmancî bikartînin.Pêşnîyara min ev bû ku divê em giringî bidin kesên wiha û ji bo ku bo ku devok ango zaravaya wan rengek e zimanê kurdî ye.
Çend meh ewil rastê birnebun.eu hatim ku ev ji aliyên kurdên anatoliya ve hatiye damezirandin.

bi xêr û rengên xwe ve hatiye tirşikê.
(bnr: bîrnebûn)



21.02.2020 01:23 ~01:24 | brzn

4. spasîya hevalan dike. goyî ye. dapîra wî wesan (hevî nevî / hebû nebû) dest bi çîrokan dikir.



21.02.2020 01:47 | hespêsor

5. Di tirşikê de cihê hêvî û kêfxweşiyê ye.
Peyama wî ya li ser mijara xewna şeveke havînê kêfa min anî, ji zû de ye şanoyên kurdî temaşe nakim lê bi xêra wî min dît ku tiştek li xwe zêde nekiriye.
Di hinek peyamên xwe de devoka goyiyan bikar aniye ez wek Ciziriyekî ku ne xerîbê vê devokê me di ber xwendinê re gelekî tehibîm. Eger dixwaze bêtir bê xwendin û fêmkirin bi ya min bila berê xwe bide devoka standard ye Celadet, dîsa dikare peyv û biwêjên xweserî goyiyan bikar bîne, lê eger rasterast çawa tê axaftin binivîse wek min got di xwendin û fêmkirinê de mirov diweste û dibetile.



24.02.2020 23:01 | endazer

6. di mijara eşîra goyan de ferqa bilêvkirina peyvan bi kurtasî hatye diyar kirin. kesên eleqedar heger bixwênin û li gor wan taybetmendîyan peyvan ji nû ve biwate bikin bi rehetî dê şên (bikarin) fehm bikin. Dîsa jî kes ne mecbûr e, wek hatî gotin hewldanek dixwaze ev jî mirov diwestêne. Ezê hewl bidim nivîsên min bi goyanî nivîsî, di peyameyek cuda de bi kurmanciya herkes jê fehm dike dîsa binivîsm.



24.02.2020 23:30 | hespêsor

8. Tişikvanekî ji aliyê nivîsînê ve hêja ye lê ji aliyê rêzgirtinê ve pir qels e. Carina jî heqaretan li tirşikvanên din dike. Mijareke pîroz weke baweriyê biçûk dibîne û qey Nizane yan jî nayê bîra wî ku sibê kesek ji pîroziyên wî ra heqaret bike wê hêrs bibe.
Nîşe: ez ne bawermendekî radîkal im.



04.04.2020 14:36 | xabûrî

9. Nivîskareke li wargeha penabera mezin bûye û perwerda xwe ya seretayî bi kurdî standiyê.(li gor agahiyên ku di mijara bîranînên ji dibistana seretayî de daye ).Ji ber vê yekê li cem min rêzeke gewre maf kiriye. Nivîsên wî bi awayekî wêjeyi ye, dibe ku ev yek ji ber pir xwendina pirtûkên bi kurdî be, yanê hêja ye. Ez bawerim ku heke piçekî din jî zorê bide xwe dê gelek nivîs û rexneyên heja yên bêhempa tomarî dîroka tirşikê bike. Giraniya xwe bide ser mijarên wêjeyî bi ya min dê gelekî baş be, hêvî konê xwe ji tirşikê bar neke.



04.04.2020 15:57 | tîrêj zana 21

10. Nîcka wî a nû hespêsor e.
(bnr: çawa çêbû)



05.04.2020 01:03 | kajav

11. nivîskarê naxwaze wek şexsê sêyemîn qala xwe bike.
dilbirîno ez ji mexrûr û kamilan re hirmetkarim. yên zerer didin xelkê, mafê mirovan binpê dikin, nezanên j' zanîngehan derketî; nadim wan qîmet dîqet hirmet mihbet sihbet. *
tîrêj zana 21 bi saya germahîya civata li gel hêjayên wek te, pişta min naêşe ji paldayîna stûna kon... cihê rûniştinê xweş be mirov bar nake *

kajav nîcka berê ji devoka min bû nedihat fehm kirin. wisan çêbû *



05.04.2020 01:57 | hespêsor

12. Navê xwe nû kiriye (bnr:hespêsor). Gelek carî heqeret dide nivîskaran. Devsa ku lêborînê bixweze, xwe mafdar dihesibînine. Peyamê Marksîst û Lenînst dinivîsene û ne xwedê nenas e.
Ji ber ciye ez nizanim. Belkî pirtûkê marks, nitczche, Lenî dixwene, ew felsefeya xwedê nenasê ji wir tê.



05.04.2020 13:48 ~14:03 | dilreş

13. (bnr: hevînevî)

Nivîskarê ku min digot qey nû hatiye. Lê ez meraq dikim bo çi navê xwe guherandiye?



07.04.2020 12:41 | tîrêj zana 21

14. ji ber hevînevî nedihat fehm kirin, wek hêvî dixwendin. moderatorek jkx sermijara hevînevî wek hespêsor biguhere dê baş be :-)



07.04.2020 12:45 | hespêsor

16. Xwezî weke peyamên xwe yên pêşî bi devoka xwe ya balkêş behsa eşîra xwe, devera çolemerg û çand û hûnerê bike.
Devdirêjkirina ol û pêxemberan arrazûlî ye.
Li tirşikê serbestiya fikreyatiyê heye. nabêjim bila ew kes be asteng kirin lê ew peyamên xwe yên dijî-îslamê pir tûj in.



25.04.2020 19:25 ~19:27 | cinorek

18. bersiva mirovêkirêt di mala wî de hatiye dayîn: mirovekirind/121114

cinorek peyama te jî awayek mobbingê ye, xwesteka sînordar kirina nivîskare. ev der ferhenga azad e, herkes dikare derbarê her tiştê de binivîse û kes neşê bêbextîyan bike.



25.04.2020 20:20 | hespêsor

20. Camêrê ku ez wî nas nakim e. Lê belê niha rastî êrîşa bisilmana hatiye. Ez bawer im ev camêr di zarokatiye xwe de rastî tede û zextên dijwar yên ku nehatine serê me yekî jî hatiye. Dibe ku mala wan, gundê wan hatibe şewitandin, dev ji warê xwe beredabe û koç kiribe. Heta heye ku ji merivên wî hin kes hatibin kuştin jî. Lê di vê pêvajoya bi êş û elem de çi arîkarî nedîbe û dilê wî ji ol û xweda mabe. Evana texmînên min in, çi agahiya min di derbarê wî de nîne. Ji ber vê yekê jî rexneyên wî di derbarê bisilmana de tûj û pîj e. Lê ez jê tika dikim çi pêdivî bi van rexneya nîne. Dikare hêj siviktir bike heta qet jî dikare neke. Ev rexne çi tiştî nêne ser meriv. Ji xwe asteng kirina wî bila kes di heşê we xwe de jî derbas neke.

Lê heval di aliyê wêje û rêziman de jêhatiye. Bi ya min her kesek di çi de kêrhatî be bal û giraniya xwe bide ser wê dê çêtir be. Bi vî awayî dibe ku tirşik bigihêje meqsed û mirazê xwe.



25.04.2020 23:06 | tîrêj zana 21

21. bersiva rûbarê misilman li çola wî hatiye dayîn rûbar/121143 . Ew jî wek mirovêkirêt bêwesf û bêmejî ye. Tevî ku ev çend sale endame derheqê wî de tiştek nehatiye nivîsin. Dizwaze bi ayetên quranê û êrîşkirina ateîstek bala mirovan bikişîne. Ferqa wî û trollên akpyî nîne. Wekî gelek misilmanan tenê dikare xelkê teşhîr bike, êrîş bike.

hevalê tîrêj, spas bo dilnermîya te. Lê nexê tişta min kirî ateîst ne hestiyarî ye mantiq e. Ne serencama jiyana min e, rastîyên jiyanê ne.



25.04.2020 23:30 ~23:47 | hespêsor

24. Xûya dike ku ateîst e.
Yekê gotibû ateîstên welatê me xezeb in. Gava mirov diçe welatek biyanî dilê mirov ji ateîstan û ateîzmê germ dibe.
Bi rastî jî werg e.
Ez li welatek ku piraniya xwe ateîst e dijim.
Min heta niha tew ji devê kesekê li wê welatê derbarê pêxember mihemed dujinek wisa nebihist. Herwiha derbarê bûda û konfîçyûs jî.
Tenê 15%ê koreya başûr bûdîst e lê rojbûna bûdayê weke cejn te pîroz kirin. Kesek jî bi avayek tuj rexne nake.
Ez fehm nakim ateîstên me (tirk û kurd) çima wisa xirab in.
Herkes bila angora baweriya xwe bila jiyana xwe dewam bike.
Ateîstbûna te derdê min ninû. Ez jixwe kesek zana ninûm ku li ser wê meseleyê şiroveyek bikim.
Lê dive kes kesê tehrîk neke. Bi hezaran mijar hene. Herin di bin wan mijaran de binivisin.
Ger te tiştên wisa di bin mijara ahura mazda yan bûda yan konfiçyûs binivisiya disa ew ê nexweş bûya.
Ji baweriyên gel rez bigirin.
Ki dixwaze bila perestina gorê dilê xwe bike. Karê me ninû ku em rexne bikin.



02.05.2020 13:57 ~16:38 | cinorek

26. Carinan tiştên rast dibêje lê hinekî şêwaza wî tund û tûj e.
Eger Hinekî dî baldar be û bi zimanekî maqûl û fesîh binivîse, tesîra fikrên wî dê bêtir çêbin



02.05.2020 14:21 | ferhenga şikestî

27. Tu dibê qey ji gundê xwe nû çûye zanîngehê û ber bi fikrên nû hatiye. Te dî mirov vê temenê xwe de dixwazin bi fikr û bi tîpê xwe cûda bin Ev jî bi vê armancê dixwaze tevbigere. Piştre vegeriyaye gundê xwe û ji gundî re behsê ateîstê dike * Kaka giyan nabêjim fikrên xwe nebêje Lê bila bê dijûn be. Şûna wan hevokên giran çewtiya dîn û baweriyan bîne ziman. Wê baştir be



02.05.2020 14:37 ~15:09 | kajav

36. endamekî beredayî ye. tiştên provocative dinivîse. ji bo ku bibêje "ez ateîst im" diqîre û gotinên kirêt li pêxemberê dike. mihemed pêxember/119997

bi xwedê heke derbarê cenabê pêxemberê îsa da vê gotinên xerab û pîs bihata gotin, ne ez û ne jî piranîya tirşikvan me qebûl nedikir û tofanê radikir da ku ev peyam were birrîn. serbestî çi ye oxlim? xelk jî derbarê dê û bavê te da bibêjin û ew jî bibe serbestî! dibe?

gava ez diçim ji bo ku bajarên kevnare bibînim yên ku ji roma an ji yewnanistana kevin maye bigerim, car caran rastî perestgeha apolloyî jî têm. perestgeha apolloyî avahîyeka piçûk jî bibe, ji avahîyên din wek bazilika, pirtûkxane filan cuda ye. pîroz e loma. apollo xwedayê wan e. ez di hundirê perestgeha apolloyî ra derbas nabim. û der dora vê avahîyê bala’xw didim tevgerên xwe, hinekî din cidî dibim. kesên nezan jî hişyar dikim. te fam kir çima min ji te ra go vandal, êrîşkar û vikûvala? ne ji bo ku te piçûk xim. ji bo ku tu bi vê bêhişmendîya xwe ve jixwe piçûk î û kêmasîyên xwe didî der, min tenê xwest nîşanîya vê yekê bidim.

ev endam ne kesek muhim e. yekê rabe nezanî bike çi ye, neke çi ye. ev mesele esil bi hişmendîya moderasyonê ya tirşikê ve girêdayî ye.


Têbinî: me got peyama te şaş e, qiyametê rakir. Got azadî, serbestî, filanî û bêvanî. Va ye peyama xwe guherandiye. otosansur li xwe kiriye. Ax zaroktî, ax!

Wekî din, min şaheserek li ser wî nivîsandibû, moderator jê birine. hespêsor/121099 ax moderatorno, ax!



17.05.2020 19:18 ~2022.06.26 21:58 | mirovekirind

38. tirşikvanê ku kengî mijara wî tê vekirin, teqez li ser peyamên wî yên mihemed pêxember tê rexne kirin( tişta rast li kolanekê wî bigrin, çê dibê ku wî keviran recm bikin )

ma ev malnemîrat ji xeynî vê mijara olî tu tiştî nakê *



18.05.2020 03:01 | merwano

39. Tirşikvanê ji zûdeye nexwaniye. Ev çend rojin deng û bas jê dernayê. Min bêriya nivîs û rexneyê wî kiriye. Hêvî dikim di demeke kurt de were û tirşikê bixemilîne.



15.06.2020 22:14 | tîrêj zana 21

40. ew nivskarê ku gava mirov peyama wî ya derbarê pêxemberê de dibîne, ewê ku bû populer, ewê ku kopyaya gotinên nîşanyanî ye (bnr: sevan nîşanyan), mirov dibê aha yekî din. Hema bibêje ji sedî sed kopya ye. dibe ku hespêsör ji bernameya imc tvyê gotinên nîşanyanî guhdarî kiribe û hatibe di tirsikê de firotibe.

mirov temenê wan çiqas biçûk be, ewqas zêde kopya dikin hertiştî. te dî gava zarok mezin dibin, derdora xwe de hema çi bibînin, deng, gotin, tevger, cil, hema her tişt bi kopya, heya ku mezin bibin, heya ku hêdî hêdî li ser tiştan bifikirin. her ku mezin dibin, hinên wan hêdî hêdî dev ji kopyayê berdidin. mixabin hinên wan jî heya dawîya jiyana xwe bi kopyayê îdare dikin. û heke tu bibirsî, dibêjin ew fikra min e.



22.11.2020 21:36 | mirovekirind

41. Nivîskarê ku xêra wî êdî pêşeroj û paşerojê tevlihev dikim bi vê peyamê:

ger makîneya zemanî hebûya tu yê biçûya kîjan demê/118198



10.05.2021 19:04 | navîgiranmezelîwêran

42. Nivîskarê tirşikê yê ku nêzîkî 2 salan e têketina tirsik.netê nekiriye.

Hinek peyamên giran û nexweş jî dinivîsî lê bi kalîte bûn. Binivîsîya dê baş bûna *



15.07.2023 16:43 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» hespêsor

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî