Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
kêswês ketin - tirşik
kêswês ketin
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. lêkereke hevûdudanî an jî biwêj e. Lê li ser înternetê tenê carekê hatiye bikaranîn. di ti ferhengan de nayê dîtin. Ji ber ku wate hinek mecazî ye min nexwest li wîkîferhengê bêyî şêwirînê zêde nekim. Li vir du mînak hene:

Bêhna wê çikiyabû û kirasê aciziya xwe çîrçîrî kiribû. Bi lêdana deriyê odeya wê re kêswês ketibû govenda aciziyan, sazbendên êşan rawestiyabûn, xwêdana eniyên xwe paqij kiribûn.— (Qolyeya Cécileê, Mîran Janbar, Weşanên Lîs, 2012, r. 72.)

Di mehên havînê de, dera ku hala zerzewatê ya kevin lê ye dibe hêwana hokêyê. Ev der bi giştî bo kesên ku ji gundan rojborî tên di rewacê de ye û piştî ku minîbêsa gundan a dawî bajêr bi cî dihêle, kêswês dikeve vî cîgehî. Di mehên Remezanê de jî, kesên ku li ber hêwanên hokêyê yên ku heta paşîvê vekirî dimînin li benda mêzan in dikevine rêzê.— (Eşref Temel, Okey/Hokêy, bianet.org, 15.10.2012) Here lînkê



10.04.2020 15:39 ~17:48 | serfiraz hêvî

2. Lêkereke ku bi varyasyona "kêsvês ketin" ji hêla Şener ozmen ve hatiye bikaranîn:

”Îcar, ew qas tiştên tîne serê me ne bes e, ew rojê carekê digazine ku odeyeke wî ya xebatê tune ye. Ev çi xebat e? Ma tu êzingan dikî, yan komirê? Tu bîran dikolî, yan menzelan? Ma her teref ne ode ne?”(r.14), çi ku Karahan –bêguman nivîskarê wî yê ku çep û çûp davêje ber jinê– dizane wekî her teref ode bin jî, bi carekê re) kêsvês bikeve derdorê jî, heqîqeta ku Marquêz wê dişibîne kereseyeke sext a li ber destê xeratan, dê veneguhêre.— (Şener ozmen, Jûra xebatê, Here lînkê, 24.02.2020, lînka arşîvê Here lînkê)

Hê jî kes tunne wateya vê lêkerê ji me re bibêje da ku em jî li wîkîferhengê zêde bikin?



22.04.2020 21:47 ~21:50 | serfiraz hêvî

3. kêswês: kes û kûs, bêdengî, besewtî, hişbûn, sukût e.
wekî kêswês ketîbû dorhêlê, mal bê deng bû.
ji binî ve kêswês ketiyê odeyê.
kes û kûs tunebû, xof diket ser merivan.



04.04.2022 23:06 | çomo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêswês ketin
» ketina cilan

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanpeyv zimanbiwej zimanpeyv zimanbiwej zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî