Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sempozyuma navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê - tirşik
sempozyuma navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sempozyuma navneteweyÎ ye ku ji aliyÊ der Û dora nubiharÊ vÊ li amedÊ tÊte organÎzekirin e. sempozyum di navbera 21 Û 22yÊ ÎlonÊ de ye. bi qasÊ mirov dibÎnÊ, bernameya sempozyumÊ, mijarÊn sempozyumÊ gellek baş in Û axaftvanÊn wÊ jÎ ji gellek der Û dora hatine.. kesÊ bikaribÊ here ez bawer im wÊ gellek sÛd ji vÊ sempozyumÊ wergirin. kesÊ eleqedar di karÊ di vÊ lÎnkÊ de bernameya sempozyumÊ binÊrÊ : http://nubihar.com/bernameya-sempozyuma-navneteweyi-ya-din-ziman-u-nasnameye.html



21.09.2013 11:59 | nan û av

2. sempozyoma ku îro li dar ket û birêve çû û sibe jî wê dom bike..

ji ber ku cihê rûniştinê tunebû min nekarî ez zêde guhdarî axaftinên axaftvanên mêvan bikim lê dixwazim çend kêmasiyên bi ber çavên min ketîn li vir binivîsim.. belê eger hevalên berdêlcî amade bin em destpê bikin;

- wek min di serî de got cih teng bû û pirraniya xelkê li ser piyan guhdarî axaftvanan dikir û yên li ser piyan jî cih ji xwe re nedîtî ji neçarî li hewşa şanoya şaredariya amedê diçerixîn.. min ji bîr kir bêjim sempozyom li salona konferansê/şanoyê ya şaredariya amedê li dar ket û wê siba jî dewam bike.. ji aliyê organîzasyonê ve kêmasiyek mezin bû baş nizanim organîzatorên semozyomê bîr biriye an na, destûr xwestiye an na, lê wek alternatîf salona kongreyê ya zanîngeha dîcleyê hebû ku berî çend mehan malpera kurdîgehê tê de konferansa kurdolojiyê çêkiribû..

- ji devê hevalekî ku di tirşikê de jî nivîskar e -yanî dikare were min biderewîne û xwe deşîfre bike- digot dem û derfet û mafê axaftivanên di sempozyomê de gelekî kurt e ji ber hindê heçî tê ji kaxezê metna xwe dixwîne û diçe û bêyî kes tiştekî jê fêm bike û li ser mijarê bê guftûgokirin..

- portfoy an hÛn kurmanc çawa dibêjin çarçoveya axaftvanên xwestî û vexwendî zêde ne zengîn û rengîn û piralî bû.. xwezî ji her hizb û rêxistin û partiyekî kurdistanî axaftvan hatibûna xwestn û vexwendin..



21.09.2013 23:37 | endazer

3. sempozyuma ku, hatiye xwestin ku li salona kongreyê a zaningeha dicleyê bê lidarxistin lê ji ber ku pereyekê gelek zêde hatiye xwestin, şaredarî cî li wan vekiriye û çêkerên sempozyumê jî karînE sempozyumê çÊBIKIN.



24.09.2013 19:51 | brusk56

4. sempozyoma ku min ji devê çend hevalên li ser facebookê rexneya çima di sempozyomê de axaftvanên jin jî tunebûn û çima ji bilî kurmancî axaftvanên ji zaravayên din yên kurdî tu kes nehatibû vexwendin xwendiye.. meseleya tunehiya axaftvanên jin kêmasiyek bel û berbçav bû.. û bi qasê ku ez dizanim ji nav axaftvanên vexwendî de çend camêrên soran û dimil jî hebûn lê qey bi kurmancÎ an bi tirkî kirine axaftina xwe..

sempozyoma ku hêvî dikim berdewam be.. û her sal bi bernameyên berfirehtir û dewlemendtir were lidarxistin..



24.09.2013 20:22 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sempozyuma navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê
» zimanê tirkî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi calaki ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî