Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; baba tahirê uryan
peyamên çepikkirî

10709. Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan yan jî Bawa Tayer (bi kurdiya başûr), hozan, helbestvan, fîlozof û derwêşekî kurd[çavkanî pêwîst e] bû ku di sedsala 11'an de li bajarê Hemedanê dijî. Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê ku tê wateya Baba Tahirê Xwas. Ev nasnav nîşan û pajoya derwêşbûna wî ye. Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan.



Di nasnavê wî de Baba nîşana yarisanîtî ye. Çimku yarisanan ji mestirên xwe yên ayînî re dibêjin Baba, Bawa yan Pîr. Hindek serçaveyan dibêjin Serencam Name (pertûka ayînî ya yarisanan bi destê Baba Tahir hatiye nivîsîn. Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e.

Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîne ne û wek stiranan dihat bi kar anîn. Îroje rojhelatzanan van helbestan girê didine pehlewîkan. Bedaxewe heta îroj helbestên vî yên bi kurdî wek helbestên bi farsî, lûrî yan têkilek ji farsî, lûrî û kurdî hatine naskirin. Bellam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha hetan yek helbestvanê Fars jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.



Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozan kurd bû ku heger dixwast bi farsî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir!



06.06.2013 03:00 | salim rehman

10712. çarîna wî ya ku ez herî jê hezdikim ev e:



Delal,her du çavên min qesra te ne

Nav du çavên min cihê piyên te ne

Ditirsim tu xafil gav bavêjî û

Bi mijangê min biêşin piyên te



Çend nimûne ji çarînên uryan:

(Bi adaptasîyona Kurmancî ya ku ji alî Beşîr Botanî ve hatîye kirin)



Lûrî



Me ger şîr û piling î, ey dil, ey dil

Be mu dayim be ceng î, ey dil, ey dil

Eger destem resed xûnet birîcem

Biwînem ta çi reng î, ey dil, ey dil



Kurmancî



Me ger şêr û piling î, ey dil, ey dil

D’ gel min her dem li ceng î, ey dil, eydil

Eger dest im giha xûna te d’rêjim

Bibînim ka çi reng î, ey dil, ey dil



Lûrî



Dilem zar û hezîn e, çun nê nalem?

Wicûdem ateşîn e, çun nê nalem?

Be mû waçen kî çun û çend nalî?

Çu mergem der kemîn e, çun nê nalem?



Kurmancî



Dil im jar û xemgîn çawan ne nalim?

Hebûn im agirîn çawan ne nalim?

Dibêjne min çawan û çend dinalî?

Ku merg im di kemîn çawan ne nalim?



Lûrî



Dilî şad ez dilî zareş xeber nî

Selametrû zi bîmareş xeber nî

Ne teqsîrî te în resmî qedîm e

Kî azad ez giriftareş xeber nî



Kurmancî



Dilê şad ageh ji dilê jar nîne

Kesê xoşrewş ageh ji bîmar nîne

Ne b’nasê te ev wêneyeke kevn e

Ku azad ji dîlî agehdar nîne



Lûrî



Be şû mehwî ruxî mehpare hestem

Be roz ez derd û xem bîçare hestem

Tu darî der mekanî xud qerarî

Mûyem kî der cîhan aware hestem



Kurmancî



Bi şev miriyê ruyê mehpare me

Bi roj ji derd û xeman bêçare me

Li şûn û cihê xwe te biryar heye

Ez im ku di cîhanê aware me



Lûrî



Dilî mû xeyrî te dilber nê gîre

Be cayî cewherî cewher nê gîre

Dilî mû sûte û mîhrî te azer

Bî nasûte azer der nê gîre



Kurmancî



Dilê mi’ j’ bilî te dilber na gire

Li cihê gewherê gewher na gire

Dil sotemenî û evîna te agir

Bê sotemenî agir her na gire



Lûrî



Bî te gulşen çu zîndan e be çeşmem

Gulistan azeristan e be çeşmem

Bî te aram û umr û zîndeganî

Hemu xwabî perîşan e be çeşmem



Kurmancî



Bê te gulşen wek zîndan e li nik min

Gulistan agiristan e li nik min

Bê te aram û jî û jiyana min lê

Hemu xewa perîşan e li nik min



Lûrî



Gulistan cayî tu ey nazenînem

Mû der gulxen be xakister nişînem

Çi der gulşen, çi der gulxen, çi sehra

Çu dîde wa kerem ciz te nê wînem



Kurmancî



Gulistan cihê te ey nazenîn im

Ez di gulxen û xwelî de dirûnim

Çi di gulşen, çi di gulxen, çi sehra

Ku çavan vedikim her te dibînim



Lûrî



Xûş an saet kî dîdarî tu wînem

Kemendî enberîn tarî tu wînem

Nê wîne xuremî her giz dilî mû

Me ger an dem kî ruxsarî tu wînem



Kurmancî



Xoş ew saet ku dîdara te b’bînim

Kemendê enberîn tara te b’bînim

Na bîne şadiyê her giz dilê min

Me ger ew dem ku ruxsara te b’bînim



Lûrî



Bure, Bure kî cananem tu yî tu

Bure, Bure kî sultanem tu yî tu

Te xud zanî kî xeyr ez tu ne zanem

Bure, Bure kî îmanem tu yî tu



Kurmancî



Were, were ku canan im tu yî tu

Were, were ku sultan im tu yî tu

Te b’ xwe zanî ku j’ bilî te ni zanim

Were, were ku îman im tu yî tu



Lûrî



Bure rozî kî dîdarî te wînem

Gul û sumbul be dîdarî te çînem

Bure bunşîn berem salan û mahan

Kî ta sîret biwînem nazenînem



Kurmancî



Were rojek dîdara te bibînim

Gul û sumbul bi dîdara te çînim

Were rûnin nik min salan û mehan

Da ku têr te bibînim nazenîn im



Lûrî



Behar amed be sehra û der û deşt

Cewanî hem beharî bud û biguzeşt

Serî qebrî cewanan lale rûye

Demî kî mehweşan ayen be gulgeşt



Kurmancî



Bihar hat, hat ji bo çolê û der û deşt

Biharek bû, ciwanî hat, biguzeşt

Serê gora ciwanan lale zîl dide

Her li dema ku zerî têne gulgeşt



06.06.2013 03:00 | salim rehman

10795. Bi fikrê xo yê felsefî û tarzê xo yê şîîrkî xo ra dima ehmed yesewî, mewlana celaledînê rumî, feqîye teyran, melayê cizîrî, ehmedê xanî û hema xeylê şaîr û mutesewifan ser o tesîr kerdo.





Îlahî ez şorî leyê kamî, şorî leyê kamî?

Ez ke bêdest û pa ya, şorî leyê kamî?

Heme mi biqewirnê ez yena leyê to

Eke to ra biqewirîyî, ez şona leyê kamî?



çarnayîş: mutlu can, zazaki.net



01.06.2013 01:27 | simurg56

12313. Der heqê jiyana wî de ji rastiyan bêtir riwayet hene. Di Ansîklopediya Îslamê de jî riwayeteke wiha cih digire:

Tê gotin ku Baba Tahirê ku li pey ilm û irfanê bû, di rojeke sir û seqemî ya zivistanê de ji feqiyên medreseya Hemedanê dipirse bê ka ew ê çawa bikaribe xwe hijdeh-ilmî bike. Feqiyan jî xwestiye hinekî henekên xwe pê bikin û jê re gotine ku heke heta serê sibê di hewzê avê yê qeşagirtî de bimîne, ew ê bigihîje vê armanca xwe. Baba Tahir wê şevê di hewz de maye. Sibeha roja din Baba Tahirê gewr ku bi roniya ilm û irfanê şewq daye, gotiye: “amsayta kurdiyan va-aşbahtu ‘arabiyan” ango “ez kurd razam, ereb şiyar bûm”



06.06.2013 16:00 | endazer

15385. şev tarÎ rÊ bi kevir Û ez mest

qedeh ket ji, destÊ mi qe neşkest



07.06.2013 17:49 | endazer

55294. Dilêm ji derdê te herdem xemîn e

Balîfêm kevir, doşekem zemîn e

Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye

Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e



baba tahirê hemedanî



07.06.2013 18:27 | brusk56

55295. Eger destêm bighê çerxa felekê

Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:

“Te bi yekî dayiye sed nîmet

Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”



Her ew ku aşiq e ji can natirse

Aşiq ji zencîr û zîndan natirse

Dilê aşiq weke gurê birçî ye

Ku ew ji heyheya şivan natirse



Bela wek remzekê ji bejna te ye

Mecnûnî qismek ji sewda te ye

Gumana min ev e ku xaliqê te

Veşartî î di temaşa te de ye



Alemê de kes nebe wek min, amîn

Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn

Her ê ku bi halê min bawer nîn e

Weke min be, weke min be, weke min



Biçim ez ji vê alemê bider çim

Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim

Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim

Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim



Îlahî biçim cem kê biçim cem kê

Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê

Hemû min biqewrînin tême cem te

Ku ji te biqewirim biçim cem kê



(bnr: baba tahirê hemedanî)



07.06.2013 18:27 | brusk56