Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    çîrokên kurdî - tirşik
    çîrokên kurdî
    (5) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. behs û qisetên bûyer û serpêhatiyên bavûkalên kurdan in.. hin jê tirajîk hin jê jî komîk in.. ev çîrok jî bi piranî wekê fablan ji ber tirs û nekarîn an nêwêrîna derbirrîna rasterast sêwirîne û li nav dev û lêvên civakê geriyane.. civaka kurdî ji ber ku civakek e gundî ye piraniya çîrok û çîvanok û meseleyên vê civakê jî li ser faktor û aktorên jiyana gundevaniyê ne.. di van çîrokan de axa û muxtar û key bi piranî bi neheqî û zordestiyê tên sûncdar kirin û şêx û mela û seyda jî bi fehşîtî, doxînsistî, keysparêzî, melaqî û kurtêlxwariniyê tên sûncdar kirin.. her çîrokeka kurdî li gorî herêm û devera xwe taybetmendyên xwe yên karakterîstîk hene.. û eger yekî baş guhê xwe bidêre çîrokekî dikare ji têma û karakterên di çîrokê de herêma ku çîrok jê ye bihêsanî têrderîne..



    2013.06.06-14:03 | endazer

    2. 'li gundekî torê melleyê nû hatî, roja înyê xutbê dixwîne. di xutbeya xwe de dema dibêjê “ûsîkûm ibadellah”, yekî ku navê wiya osê vê gotinê şaş fêm dike, dibêje qey melle gotiye “osê kim” û gelekî eciz dibe û dibêje “melleyê me şerm nekir, di nav ev qas mirov de dijûn kire min. her çi be xem nake..” hefteya din jî gava melleyî heman gotin dubare kir, osê îcar hîn bêtir eciz dibe û biryara xwe dide: heke careke din melle vê gotinê bibêje wê ew bersiva melleyi bide. hefteya sêyemîn jî gava melleyî got “Ûsîkum îbadellah…”, osê ji nişka ve radibe ser piyan û berê xwe dide mele û dike qîr :

    “-ez jî di mellê kim, mellê kim, mellê kim…. xweş e?… '



    2013.06.06-14:06 | endazer

    3. 'radyo nûka derketibûn. yekî goyî ji xwe re radyo sitandibû. wê demê jî li İraqê general ebdulkerîm qasim derbeyeke leşkerî danibû û hatibû ser desthilatiyê. ev general carînan dihate ser radyoyê diaxivî. her dem jî şitexaliya xwe bi silamê dest pê dikir û digot: “esselamû ‘eleykûm…” di heman demê de li İraqê di bin serokatiya mele mustefa barzanî têkoşîna rizgariya kurdistanê jî dest pê kiribû. ev yê goyî jî yekî niştîmanperwer bû, alîgirê barzanî bû û nefret ji ebdulkerîm qasim dikir.

    rojekê yê goyî radyoya xwe vedike, pêre pêre bi dengê ebdulkerîm qasim re rûbirû dimîne: “esselamû ‘eleykûm…”

    yê goyî hinde eciz dibe, êdî niza çi bike, hema radyoya xwe li kevir dixe û piç piç dike û dibêje:

    -seybap, ma silava me li ser hevûdin heye ku tu silavê didî min?'



    2013.06.06-14:11 | endazer

    4. 'etarokê bajarî barê etariya xwe bar kir û berê xwe da gundan. di rê de eşqiya riya wî girtin. yekî eşqiya jê re got:

    -xalê etar, ji me re çixare lazim in, bila bi pereyê xwe be hin çixare bide me.

    -bi min re çixare nînin, riya min berdin, ez herim.

    -xalê etar, bila bi pereyê xwe be, hema du paketan bide me.

    -min gote we, min nînin.

    -paşê ez ê te seh kim, eger bi te re bibînim, ez ê hemûyan bêpere ji te bistînim.

    -min gote we min çixare nînin.

    hema bi darê zorê, tiştê wî danîne erdê. Çixare tê de dîtin, hemî ji xwe re birin. vê carê yê etarok berê xwe daye yê eşqiya:

    -ka nexwe hûn du pakêtan bidne min, bila bi pereyê xwe be.

    -bila em ê bidne te, qey em wek te kund in!'



    2013.06.06-14:12 | endazer

    5. 'piştî ku komara tirkiyeyê hat avakirin û qanûna paşnavan hat qebûlkirin, her kes mecbûr ma ku paşnavekî ji xwe re hilbijêre.

    axayek diçe daîreya nifûsê û paşnava kurdoglu (lawê gur) jê re hildibijêrin. axa jî tê gund û dibêje ka milet paşnavê wî dizane an na û ji gundiyan yek bi yek dipirse:

    -navê min çi ye?

    -axayê min navê te mihemed e.

    -paşnavê min çi ye?

    paşnavê te kurdoglu

    welhasil hemû gundî dizanin, tenê gundiyekî îxtiyar paşnavê axê ji bîra wî diçe û dibêje:

    -welehî axayê min, paşnavê te nayê bîra min. lê ez dizanim navê heywanekê bû.'



    2013.06.06-14:15 | endazer

    6. 'du teyî, di qaçaxiyê de, di dema sînor derbaz dibûn de têne girtin. fermandarê qereqolê îfadeya wan distand:

    -ka bibêjin, hûn çi kes in, hûn ji ku ve tên?

    -ezbenî, em feqî ne, me dixwend.

    -madem hûn feqî ne, ka bibêjin şertê Îslamê çend in?

    yekî bersiv da:

    -ezbenî, şertê Îslamê bîst in.

    fermandar:

    -na, te lê neda, ne bîst in.

    havalê wî devê xwe kire guhê havalê xwe de û hêdîka got:

    -kura bibêje şertê Îslamê pênc in.

    yê din bersiva havalê xwe da:

    -malnemîrat mêrik bîstan qebûl nake wê çawa pêncan qebûl bike?'



    2013.06.06-15:26 | endazer

    7. yekî etar diçe zaxo barekî şekir li kerê xwe dike û berê xwe dide silopya. dema di çemê xabûr de derbas dibe baran lê dike û hemî şekirê wî dihele, liber avê diçe. pişt re teyrûk jî lê dike kerê wî li erdê dikeve, dimire. ew jî baz dide xwe tavêje şkeftekê û xwe vedişêre. piştî qasekê belediyê lêdixe, nava şkeftê mîna rojê rohnî dike. li ser vê çendê ew berê xwe dide ezmanan û holê dibeje:

    “-xwedayo, baran hat şekirê min şûşt, teyrûk hat kerê min kuşt, îca niho tu bi fanos û feneran li min digerî min jî bikujî!



    2013.06.06-15:56 | endazer

    8. Tê gotin ku sê mirovên ehmeq li derekê rûniştibûn yek di ber wan de derbas dibe û silamê dide wan. Ewan jî silama wî vedidin. Her yek ji wan îdîa dike ku ewî silam daye wî. Di nava wan de nîqaş çêdibe. Di dawiyê de dibezin diçin ba wî zelamî û jê dipirsin ku ka wî selam daye kîjanî. Ew jî dibîne ku ewan hersê jî ehmeq in, holê bersiva wan dide: Di nav we de min selam daye wî yê ku gelek ji jina xwe bitirse. Ka her sê jî bibêjin ku hûn çiqas ji jina xwe ditirsin.

    Yê ewil holê got: “Heçîke ez bûm, ez xwediyê pez bûm. Herweha qederek mirîşkên min jî hebûn. Xelkê behsa hêkrohnê dikir û digotin gelek xweş e. Lêbelê min ne dizanî ka tama wê çawa ne. Lewre jina min nedihişt ez bixwim. Rojekê jina min ji malê derket min ji xwere got: hê jina min ne hatî ma çima ez ranabim hêkronekê çênakim û naxwim? Ez rabûm min hinek rohn ji kilozî deranî û ez çûme kadînê, çar hêk jî min anî û min tawe amade kir. Piştî wê çendê min kar kir ku agirî xweş bikim. Min hew ku dît dengê jina min e. Ya ji min hatî min rohnê xwe kir li piziya xwe û min hêkê xwe jî kirine li kumê xwe û danî li ser serê xwe. Jina min hat gote min:

    -Tu çi dikî?

    Min got:

    -Ez çi nakim. Ez li ber mala xwe rûniştî me.

    Jina min berê xwe da min û got:

    -Here agirî xweş ke, hevîrê min ê tirş bûyî, da nanî bipêjim.

    Ez rûniştim li ber agir û min agir xweş kir û wê nan peht. Jina min hew dît lehiya rohnî da li bin tişta wê. Wê welê hizir kû min bi xwe ve mîstiye. Ji min re got, ew ne mîz e û herdû destên xwe bilind kir û jor de li nav serê min da. Gava destê wê li ser serê min ket her çar hêkên min şikestin û pêlên wê bi serê min de hatin xwarê. Got: “Kura ev çiye?” Ez rabûm û reviyam. Ji hingê ve ez ne çûme mal.

    Yê dudoyan got: Deka gûh bide min. Min ji xelkê dibihîst dıgotin kutilkên qeliyê xweş in. Min jî diviya ku tam bikim belê, pa jina min ne dihişt ez bixwim. Wê bixwe her gav ji xwe re kutilkên qeliyê çêdikirin û ji minre jî yên arxavikê çêdikirin. Rojekê çû li ser avê û ez li kolanê bûm. Min ji xwe re got: “Pa bi Xwedê ez ê rabim biçim hindek kutilkên wê bixwim.” Ez bi lez rabûm çûme mal û rûniştim li ser firaxa kutilkan û min yekûyek avêtin devê xwe. Cara dawiyê min sê kirin devê xwe da: Yek li vî rexî, yek li rexê dî û yek jî li nav beyna herdûkan. Ez rabûm da kû derî vekim belê hêj min devê xwe lêk nedayî min hin dît jina min ji wêve hat. Ya ji destê min hatî hema min devê xwe miçand û hersê kutilk li devê min de man asê û lama min jî pif bî. Berê xwe da min û got: “Kura ev çi bi te hatiye?” Pane ez newêrim devê xwe vekim min got: “İm!” Hat destê xwe da lama min, hişke wek berî ye. “Kura kengê hu li devê te hatiye?” her ez dibêjim: “İm!” Bi destê min girt û ez birim li ba hekîmê gund. Hekîmî gote min: “Çi bi te hatiye?” Her min digot: “İm!” Destê xwe da lama min, ji kuçî hişktir e. Hekîmî got: “Baş e ez çi jê bikim xwîşka min?” Jina min got: “Ez xadim, pê neşterê der bike.” Hekîm çû ku neşterê bînit û destê min di destê jina min de ne. Ne ez dikarim birevim û ne jî desthilanîn ji min tê. Hekîm neştera xwe anî û li lama min da. Gava neşter gaha lama min, qetên kutilka li gel piçên qeliyê hatin xwarê. Min destê xwe ji destê jina xwe anî der û min baz da, heta ez li vê derê re derketim. Heke hûn bawer nekin eve şûna neşterê ye, hêj sax nebûye.

    Yê sisêyê got, ma ne dora min e. Ez bixwe ne wekî hewe bêzirav im. Heçîke ez bûm, ez xwediyê keriyek pez bûm. Kul, keder û mereqa li ser dilê min ew bû ku ez firek mast bixwim. Lêbelê were li jina min binêrin, vê sedêbabê nedihişt ez fireke mast tam bikim. Rojekê ez rûniştim, min hizrê xwe kir û min ji xwe re holê got: “Ma ev heyat e ya ez tê de. Ev bindestî û serşûriya hanê ma wê hetanî kengê bidome. Ma qey mirin ji vî halî ne xweştir e? Ma ev koletiya ku ez tê de me, rojekê xilas nabe û ez jî wek zilamê xelkê serbest û azad jiyanekê najîm. Were binêre lawo, pez yê min e, mal yê min e; lê ez nikarim li mastî binêrim. Tûfî li min be, li vê jiyana bindest be. Bila bimre koledarî, faşizm; her bijî azadî, serbest î. Wele ez ê îro mêraniyek welê bikim ku hetanî roja Qiyametê kurê camêran di koçk û dîwanxaneyên xwe de behs jê bikin. Gelo bi Xwedê kî çima xelk behsa Emê Gozê dikin, çima ehsa Bişarê Çeto, Felîtê Quto dikin? Gelo ma ne ji ber mêraniya wan e?

    Piştî ku min ev biryara dijwar da û min cesaret da xwe. Ez serê sibê hêj zû ji xew rabûm min kalik û goreyên xwe li xwe kir û min xwe gorc kir. Dema jina min ev amadeyiya min dît, got: “Kura te xêr e, tê çi bikî?” serê ewil min bersivek nedayê. Min got, ez ê cara dawiyê jî li rewşa wê binêrim, ka îro çawa ye?

    Min dît dîsa jina min wek her caran rabû, çû li ber mastî sekinî, destê avêt kefçikê xwe ji kula dilê xwe re ew tûwika welê xweş ser hilanî danî ser nanekê û ket ser de xwar; ez zîq lê dinêrim. Piştî nan û tûwika xwe xilas kir dest avêt kefçî û ket ser mastî, birek kefçikên xweş fir kir. Rabû çû mastê xwe kire meşkê û dest bi keyandinê kir. Min jî di ber xwe de welê hêdîka got: “ka firek mast.” Çawa ku min welê got, berê xwe da min û bi dengekî sirt û dijwar: “Te çi got, te çi got, ka bêje min?” min got: “Welleh, min tiştek negotiye ezbenî, Xwedê mala min xira biket, hek min tiştek gotibe. Piştî qederek di ser de derbas bû, dîsa wekî cara ewil min got: “ka firek mast.”. Vê carê serê xwe li min rakir, li serê min xurî da ber hirûbiyan: “Kura tu çi dibêjî, çi minmina te ye?” Min bersiva wê da: “Welleh yek, billeh dudo, tilleh sisê, sema willeh çar, çawa deng ji vî dîwarî hatiye, welê deng ji min hatiye. Piştî min qerara xwe ya dawî da, min got, bes e, eve kêr gihişte hestî. Ez rabûm min kopalê xwe kire destê xwe, min zend û bendên xwe hilda û min hinkê simbêlên xwe jî bada, ez çûm li ber derî sekinîm, min lingek yê xwe avête derve, yê dî hê li mal de, di wî halî de min bang kire jina xwe: “Ca li min binêre, erê welleh mast û sed car dî jî mast, Xwedê navê xwe li tu kesî nekiriye, her du carên dî jî min gotibû “mast”. Bila hemû ji te re bit. Ew mala ku ez nekarim tê de firek mast bixwim, bila gû li ser wê malê bit. Min ne ew mast divê, ne jî ew mal. Piştî ku min ev got, min baz da. Xwedê ez hê diçim wê malê, hê diçim...



    2013.07.19-05:07 | endazer

    9. Yekî ji xwe re kiribû edet ku dema yek dimir ew diçû gora wî vedikir, kifinê wî jê dikir û dibir, diçû. Ev bûyer bibû sedema nefreta xelkê. Dema ev zelam mir, kurê wî mêze kir ku vaye xelk bi neqencî behsa babê wî dikin. Ji ber vê çendê ewî biryarek holê girt: Pêwist e ew tiştek welê bike da ew tişta babê wî kirîye li ber ya wî de kêm bimîne û da î’tîbara babê wî bi şûn de were. Hema dest bi cih anîna biryara xwe kir. Dema mirîyek mir ewî çû mirî ji gora wî derxist û hem kifinê ji ber xist û bir, hem jî termê wî perçe kir. Îca dema xelk bûn şahidê vê bûyerê ji hev re holê gotin: (bnr: rehmet li kefendiz)



    2013.07.19-05:08 | endazer

    10. Yekî gundî di sefera xwe de rêya wî dikeve gundekî. Dibîne ku zelamên gund hemî li ber ser cenazeyekê rawestiyane. Tête cem wan û:

    -Selamûn ‘eleykûm.

    -‘Eleykûmes selam.

    -Xêr e, hûn çi dikin, ev çi cenaze ye?

    -Ev cenazeyê me ye, tu kes nîne li ser de nimêja cenazeyê bike. Em jî li benda yekî mela sekinine.

    -Niho, di vî gundî de kesekî yê li ser vî cenazeyi nimêj bike, nîne?

    -Na, nîne. Înşaellah tu dikarî li ser de nimêj bikî.

    -Er ez dikarim, ka cenazeyî ji min re bînin.

    Her çiqas nedizanî ser de nimêj bikira jî.

    Cenaze jê re anîn, ew li ber serê wî rawestiya û destê xwe raberî Xwedê kir û got:

    -Ya Rebbî tu li ser de alim û ‘elîm î, ez nizanim nimêja cenazeyê bikim. Bes ez ji mecbûrî vê nimêjê dikim. Ya Rebî ez dikarim vêya bibêjim. Heke ez bama ev camêrê ku holê xwe li pşiya min dirêjkirî, kurê min jî kuştibaya minê dîsa jî efû kiribaya, îca tu keyfa xwe yî.

    Piştî ku selama xwe veda û ji nimêj xilas bû, holê got: “Cenazeyê xwe rakin, nimêj temam e.”

    Gundiyan jê re gotin: “Xwedê ji te razî be!”

    Zelam çû, wê şev yekî gondî di xewna xwe de yê mirî dît. Mirî jê re hol got: “Seba xatirê wî zelamî Xwedê ez efû kirim.”



    2013.07.19-05:28 | endazer

    11. Di navenda Cizîr de navên Muhemed pir in û ev nav bi kurtayî weke “Hemed” tê bikaranîn.

    Rojekê dudo gundî têne Cizîrê û dixwazin navnîşana malekê bipirsin. Ji dûr ve sê xortan dibînin. Yek ji wan ji havalê xwe re dibjêe:

    -Xweziya min zanibaya ka navê xortekî ji van çi ye, da min pirsa navnîşanê kiriba.

    Yê din dibje:

    -Ez dizanim.

    -Çi ye?

    -Hemed e.

    -Tu emîn î?

    -Erê, lewre ez dizanim ku sê Cizîrî li derekê bin, teqez navê yek ji wan Hemed e. Te divê em biceribînin.

    -Em biceribînin.

    Yek ji wan berê xwe dide zarokan û ban dike:

    -Hemed!

    Ji wan her sê zarokan dudo bi hev re dibjin:

    -Kerem ke, mamo!



    2013.07.19-05:30 | endazer

    12. Hacî Selîmê Goral î Cizîrî ku di Cizîrê de weke “Hacî Selîmê Zêringer” dihate nasîn di sala l935 an de, bi malbata xwe ve koçî Şamê kiribû.

    Bîranîneke Hacî Selîm î gorbihişt ya di derbarê Dr. Kamûran Bedirxan ê kurê Bdirxan Paşa ê mîrê Cizîra Botan de hebû. Em li Hacî Selîm guhdarî bikin.

    Kamûran Begê rehmetî wê dema ku li Fransa dijiya ji bona serdana birayê xwe Celalet bike hatibû Şamê. Kamûran bi xwe dostê min bû. Dema min seh kir ku hatiye Şamê, min xwest ku ez wî biezimînim û xwarinekê bidimê. Min ev biryara xwe jê re got û wî jî erê kir. Paşê min jê pirsî ka ew dixwaze xwarina ku ez bidim amadekirin bila li gorî orf û adetên welêt, ango Cizîra Botan be, an jî li gorî ya Sûrî be. Piştî ku wî li gorî ya Cizîrê pejirand, min xwarin da amadekirin. Ew û rojnamevanên ku pêre bûn hatin mala me.

    Di vê navberê de Kamûran ji min pirsiyar kir:

    -Gelo, jinbira min Cizîrîya esîl e, an na?” Piştî ku min jê re got ku “Belê ezbenî hevsera (xanima) min Cizîrîya esîl e” destûr ji min xwest ku ew dixwaze çend pirsan jê ke da qenaeta wî jî were ku ew Cizîrî ya esîl e. Em bi hev re çûne ber deriyê aliyê heremê û pişt perdeyê de ji hevsera min pirsî. Di navbera wan de ev qisetên han çêbûn:

    -Jinbira, tu Cizîriya esîl î?,

    -Belê ezbenî, ez Cizîriya esîl im.

    -Baş e, wek tu jî dizanî Cizîra Botan welatekî germ e. Da ku hûn qîmeya xwe bi qasî çend rojekê ji germê û ji xirabûnê biparêzin hûn piçekê dipijînin. Hûn ji pijandina vê qîmeyê re ji dibêjin?”

    - Ezbenî, em dibêjin (Em qîmeya xwe dikemidînin.)

    -Baş e, pirseke din a min heye.

    -Kerem ke ezbenî.

    -Dema hûn cilê xwe dişon. Ew cil piçekê ziwa dibe jê re (hêwî) tête gotin. Lê piştî ku ev cil hineke dî jî ziwa dibe, lê hêj tam ziwa nebibe hûn jê re çi dibêjin?

    -Ez benî ji wê re (Gilxo) dibêjin.

    Piştî van pirs û bersivan, Kamûran beg ji min re got:

    “Rast e, jinbira min xanimefendîyeke Kurd û Cizîrî ya esîl e”

    Piştî ku xwarin hat xwarin û sohbet dawî bû, min jê re got:

    -Mîrê min, ez dixazim xelatekê bidime te, ka ez çi bidim te?.

    Kamûran beg çavê xwe li derdorê gerand, li wir mêzerek dît, hema holê got:

    -Ji kerema xwe re hema vê mêzerê bide min, ez ê wesîyet bikim, ku dema ez mirim bila deynin ser darbesta min. Heke tu çûyî welêt jî ji min re taximek şal û şapikeke kixmeyî bîne, xelata herî mezin ev e.

    Li ser vê daxwaz Mîr, min taximek şal û şapik ji welêt da anîn û digel wê mêzerê pêşkêşî wî kir.



    2013.07.19-05:35 | endazer

    13. Rojekê Mîrê Botan çûbû nêçirê. Kincên gundiyan li ser bûn. Kesî nedizaniya ku ew mîr e. Di vegerê de rastî kalekî çiyayî tê:

    -Selamûn eleykûm.

    -Eleykûme’s selam.

    -Kalo ji ku ve têyî, tu yê bi ku ve herî? Barê te çi ye?

    -Wele ez ji gund têm. Barê min tirî ye. Ez ê ji bo mala mîr bibim. Ka tiştekî nade min.

    -Îca heke mîr tiştekî nede te?

    -Wê bide, wê bide.

    -Em ferz bikin ku tiştek neda te?

    -Nemimkûn e, heta niho mîr kes destvala ne şandiye.

    -Dîsa em bibêjin heke tiştek neda te?

    -Heke neda min, ez ê kera xwe ya boz bavêjim ser … mîr.

    Mîr ji gotina kalo keniya lê deng nekir. Berî kalo bi lez xwe gihande malê, cilê xwe ji xwe kir û çû li cihê xwe rûnişt. Mudeteke kurt de xulam hat ji mîr re got:

    -Ezbenî, kalekî çiyayî barekî tirî aniye û dixwaze te bibîne.

    -Bila bê.

    Kalo hat pêşberî mîr. Mîr jê pirsî:

    -Kerem ke, xizmeta xwe bibêje.

    -Wele ezbenî min barekî tirî bo mala mîr aniye. Min got belkî mîr tiştekî bide min.

    -Îca heke ez tiştekî nedime te?

    -Tu yê bidî ezbenî, tu yê bidî.

    -Em ferz bikin ku min neda te?

    -Ezbenî heta niho kesek destvala ji cem te neçûye.

    -Digel vê çendé jî heke ez tiştekî nedime te?

    -Vê cara paşîn jetona kalo dikeve cih de, mîr nas dike, gotina wî ya di rê de tête bîra wî. Bersiva dawî ya mîr dide:

    -Mîrê min, kerê min é boz ji derve ye, ha!!!

    Mîr keniya û emr da ku dilê kalo bête xweşkirin..



    2013.07.19-05:52 | endazer

    14. Yekî Torî tê Cizîrê. Piştî hewceyiyên xwe pêk tîne, ji xwe re solekê dikire û dikeve ser riya malê. Lê dil nahêle ko sola xwe têxe piyê xwe. Di rê de stîrîyek di lingê wî re diçe û lingê wî kun dike. Ew dinihêre lingê xwe û dibêje :

    — Mala Xwedê gelkî ava ko min sola xwe nexistibû lingê xwe.



    2013.07.19-06:23 | endazer

    15. Yekî gundî ji nûka ji leşkeriyê hatibû. Jina wî jê dipirse :

    — Tu bi Tirkî hîn bûyî ?

    — Erê

    — Navê fîl çî ye?

    — Yên wilo mezin pirs meke, nizanim

    — Navê kêçê çî ye ?

    — Yên wilo biçûk jî nizanim

    — Belê navê gu çî ye?

    — Welleh li ser devê min e, lê ji bîra min çû ye.



    2013.07.19-06:25 | endazer

    16. Yê koçer di koçka axê de rûniştibû û jê re çayek hatibû. Çaya xwe vedixwar. Bes wî baş dizanî ko çayeke din jê re nayê dayîn, ev çaya wî ya dawiyê ye. Hema fikrek hate serê wî. Dema qedeha çaya wî nîvîbû gote yê xizmetkar:

    — Kurê min ev ça gelek şirîn çêbû ye, xêra dê û babê xwe hinek dem berde ser.

    Yê xizmetkar qedeha wî tejî dem kir. Dîsa vexwar, heta hate nîvî, dîsa gazî yê xizmetkar kir:

    — Ser serê xalê xwe, ev çaya min gelek tehl e, ka hinek şekir berdiyê. Geh şekir, geh dem… Bi vî awayî çend qedeh dî çay vexwar.



    2013.07.19-06:27 | endazer

    17. Kurê yekî nexweş dikeve. Ban li Şêx Ebdilqadir dike û dibêje:

    “— Ya şêx, ya şêx! Heke lawê min ji vê nexweşînê rabe, soz be ez ji te re pezekî bikim xêr.”

    Kurê wî ji nexweşiyê radibe û baş dibe. Zelam li ser soza xwe nasekine û pezî nake xêr. Piştî salekê kurê wî cardîn nexweş dikeve, vê carê dîsa dibêje :

    “— Ya şêx, ya şêx, soz be îcar ez pez bidim.”

    Lê, kurê wî ji nexweşiyê ranabe û dimire. Zelam eciz dibe û dibejê :

    — Ya şêx, wellehî ev kîna par bû.



    2013.07.19-06:28 | endazer

    18. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.07.19-14:29 | karmatî

    19. kerek hebû, kundirek hebû; kerê min kundirê min koht, koht, koht...



    çîroka me li vir qediya, rehma li mirîyên hemû tirşikçîya



    2013.07.19-09:50 | seydayê_peyvan

    20. Kurdekî, ji qeza Qûliyê ya bi ser Qonyayê ve ji bo îltîcayê çûye Swêdê



    Ew çend rojên din şûnda jî, ji bo îfadeya xwe çûye cem polîsan

    Polisê Swêdê jê pirs dike: "Li welat pîşeya te çi bû?"



    Kurd dibêje: "Ez berber bûm."

    Polîsê Swêdê jê pirs dike: "te li welatê xwe çi xebateên sîyasî dikir ku tu hatî vir. Sîyasete te çi bû ?"

    Kurd dibêje: "Ez mîrovekî ne siyasî me û min li welêt jî, tu xebateke siyasî nekiriye"

    Polîsê Swêdê jê pirs dike: "Wê çaxê sebebê hatina te qey aborî ye ?"

    Kurd dibêje: "Na, li welêt halê min pir xweş bû, pere min jî pir bûn"

    Polîsê Swêdê jê pirs dike: "Ê heger sebebê hatina te ne siyasî ye û ne jî aborî ye, wê çaxê ji bo çi tu hatî li vir îltîcayê dikî?"



    Kurd dibêje: "muşteriyên min gişt hatin vir, loma ez mecbûr mam, min jî xwe da dû wan.''



    2013.07.21-07:00 | endazer

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    jan dost
    Li ser Facebookê weşana zindî kir û derbarê (vbnr: 16.10.2017 ketina K...
    ji lêgerînê bawerkirin
    ji bo yek bikaribe di tirşikê de binivîse pêşiyê divê ji lêgerînê bawe...
    kurdî de pirbûna daçekan
    bila xwedê bereketa xwe têxê....
    kurdî de pirbûna daçekan
    Daçekên kurdî bi peywir û wezîfeyên xwe sosret in. Wekî kombînasyona m...
    bizim kürçemiz değişik
    Yek jî sebeb ev e ku kurd bi hev re kurdî xeber nadin. Gava ku xeber d...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çîrokên kurdî
    » kurdîgeh.com

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket weje zarok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî