Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çîrokên kurdî - tirşik
çîrokên kurdî
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. Yekî etar diçe Zaxo barekî şekir li kerê xwe dike û berê xwe dide Silopya. Dema di çemê Xabûr de derbas dibe baran lê dike û hemî şekirê wî dihele, liber avê diçe. Pişt re teyrûk jî lê dike kerê wî li erdê dikeve, dimire. Ew jî baz dide xwe tavêje şkeftekê û xwe vedişêre. Piştî qasekê belediyê lêdixe, nava şkeftê mîna rojê rohnî dike. Li ser vê çendê ew berê xwe dide ezmanan û holê dibeje:

“-Xwedayo, baran hat şekirê min şûşt, teyrûk hat kerê min kuşt, îca niho tu bi fanos û feneran li min digerî min jî bikujî!



26.07.2013 09:45 | endazer

21. navê bernameyekî a li ser androîdê ye.

kesên ku bi vî navî lêgerîn bike wê bikare bibîne û daxîne .

bername 8-9 çîrok dihewîne û a baş û xweş ew e ku zilamek xwedî dengek nerm tan hemû çîrokan dixwîne.

ji bo zarokan bernameyek gelek kêrhatî ye . destê kesên çêkirî sax be .



23.08.2013 14:16 | brusk56

22. Feqî bûne mêvanê mela.

Mela ji wan re tirşika kundiran aniye û gotiye: "Feqîno, ev tirşik xwarina pêxemberan e ha, lewma min bo we anîye."



Feqîyan gotine:

"Seyda, em kîîî, pêxember kîîî! Xwarina wan ji serê me zêde ye.

Tu xwarina kûçikan bo me bîne, bes e."



Not: Xwarina kûçikan, goşt e.



12.10.2013 14:13 | endazer

23. dema ez zarûk bûm bav û diyamin gelek çîroka jimira digot lê belê pirên Wan çîroka min ji bîr kirin... çîrokekta awa derbas dibûn "..mîr kîrmolî mirî kesek tine jira bigRî.."



14.12.2013 18:38 | gokerr

24. Min gelek guhdariya çîrokan dikir dema ku zarok bûm...



çiroka bizin û gur de çarînêk hebû...

du zarokên bizinê heBÛN, NAVE yeKÎ çilopanik bû, ya dîn jî marcîmonik bû..

...rojêkê gur bi dizî diçê dikeve mala bizine, çêlikên bizinê dixwe..

bizin evarî te malê, dibine ku zarokên xwe tune, wenda ye..

Dîçe mala hirçê, hildikişe ser rojina(dûkêş) hirçê..DI ROJÎNe DE xilikan(xîç, xîçik) BER DIDE, AN DAVeJÊ..

hirç bang dike: Lo ev kî ye, xilikên rojinê de ber dide, şîva min li ser êr(agir) e..

bizin dibejê:

ez im ez im,

bizIna kolgaz im,

şîr li beran dilerzim,

lo hirço te çilopanik û marcîmonika min nedît,

HIRÇ got: mîn NEdît, DIbe ku TU HERE JI GUR BIPIRSE...weha berdewam e..



01.03.2014 23:28 | havka

25. Şevekî dizek dikeve malekê, hindî digere çi bi dest nakeve, neçar dibe derdikeve, xudanê malê pê dihese, dibêjiyê: bi xêra xwe dergehî bigire.

ew jî lê dizivire û dibêjiyê: bi rastî min gelek xêr ji mala te dît, vêca xulamîyê jî ji te re bikim!!!!



06.03.2014 04:55 | endazer

26. Çîroka Mîrze Mihemed







16.04.2014 20:09 | diljan

27. hevalno ji kerema xwera hûn dikaribim çîrok û metelokên ku hûn zanin li vir binivîsînin. neku şîroveyên xwe. tenê çîrok û metelokên ku hûn zanin. jibo dema ku mirov bîn teng bibe hema ji xwera were virê û van çîrok û meteloka bixwîne û keyfxweş bibe. nabe.? a yekem ezê di netry ya duyem da binivîsîm li xwe baş binêrin



28.04.2014 22:52 | tîrêj

28. dibe rojek yekî tirk û yekî kurd li hevdu nakin. yê tirk dibe hîn kirina tirkî pir hesane(rehet) yê kurd dibe na hîn kirina kurdî hesantire. ji ber ku kurdî xweştire şîrîntire û zimanek wek av e. herdû li hev nakim û tep û rep li hevdu dixin û vi ye kurd serê yê tirk dişkêne. wan derdixin dadgehê dadger dipirse dibê ka derdê we çîye. Herdû zilamji dadgerra jî mijarê vedikin. dadger jî dibe hînbûna kî ji we mafdare tiştek pir hesane emê dî heb kuçik bidin we û sê meh emê waxt bidin we kî ji ve kuçikê xwe baş hîn kir ev mafdare. Herkî kuçikek didin wan û têne mala xwe se meh derbasdibe û her dû camêr dîsa têne dadgehê yê tirk kuçikê xwe têr kiriyê kuçikê wî buyê wek hirçek lê kuçikê mirovê kurd ji birçîya pir lewas buye. pêşî dor didîn vîyê tirk ew ji kuçikê xwera dibe gît oglum kuçik diçe û husa bi tirkî çi ji kuçikra dibêje kuçik dike. dadger li zilamê kurd vedigere û dibe karê te pir zore ewî kuçikê xwe pir xweş hîn kirîye ka ti nîşan bike te kuçikê xwe çi qas hîn kiriye. Zilame kurd dibe husa nabe ka pêşî ji minra sifrekî goştê sor bînin û bisekinin. hemû kes mirak dike û jiber tiştekî zêde balkêş xwastîye ji meraqa îtîraz nakim û jêra sifrekî goştê sor amade dikin. Camêr dengê xwe dernaxe û dest bi xwarinê dike. qederek dibîne kuçikê wî yê ku ji birçîna lewaz buye dibê hemo ka perçekî goşt hemo lê da digere û dibe welleh heta ti kulama bavê fexro nebêjî ji tera goş tine. Kuçîk dest pê dike "bavê fexro....." dadgerê tirk dibe ev çi edalete te kuçik bi birçîbûne îmtîhan kirîye û qet ne dadmend e ev hewl ji kurê te. hemo bersiv dide ev dadmednî û hewl ji çu û hanîna dadgehên we te vê dadmendîya birçî hiştinê û bi pirçîbûne terbîye kirine jî em ji dadgehên we hîn bûne.



28.04.2014 23:10 | tîrêj

29. Baranê erd şil kir, zipikê erd qul kir.

Barê ketiyan kes hilnade.

Barê xwar naçe war.

Bayê germ bayê baranê ye.

Berx li beran diçe.

Bejn tît e, mal mecît e





20.02.2015 22:38 | zergahemzaerdaldilbirîn

30. Mirovek bi mêhvandarî çû mala hevalekê xwe, li wir qunax girt û ma. Hevalê wî piştî demeke dirêj ji kebaniya xwe re go wê çawa be, çavên mêhvanê me li neçûnê ye?!! jinê lê vegerand, ka em pevbiçin ,û bi wî navcî nebin, belkî ji fediya bixeyide , û ji malê derkeve. Hinga bi vegerê şa nabe Wilo,

bû qerebalixa jin û mêr; yek ji wî yek ji wê, mêhvan kete navê lê bi wî navçî nebûn, û mêr ya dawî xiste destên mêhvanê xwe de, gava got:

Bi wê oxira tu pê de herî, ev jinik bê ledan ji van destan nafilite.

Mêhvan lê vegerand:

bi wî arvanê ku em bi hev re bixwin destên te lê neketin.



20.09.2015 04:19 | endazer

31. (lînk* https://www.youtube.com/playlist?list=PL05a2N__IIX1M9oFRXe2Eb-5cC5tK7CAg



13.04.2020 11:28 ~11:29 | azad517

32. (bnr: li ser tirşikê ji youtubê parvekirina stranan)
ev vîdyo çi ye , derbarê çi de ye jkx hevekî me ronî bike , sipas ji bo parveya te.



13.04.2020 13:42 | brzn

33. (bnr: Çîroka dîroka kurdan)




13.04.2020 22:00 ~21:59 | mîr

34. Lîsteya çîrokên Kurdî bi dengî. Here lînkê



14.05.2020 00:51 ~00:53 | azad517

35. Go, zelamek Goyî rez hebû, peyîzê tirhê rezê xwe çinî, tirî bir maslê kir difs. Em Goyî ji difsê re dibêjin difs, Ertoşî dibêjin doşav. Zelamê me ji bo zivistanê difsa xwe dike cergên axîn de. Berê bîdon û mentere nebû cerik hebûn. Piştî demekê diçit berê xwe didit cerik dibîne du mişkên ketîn du cergan de. pa mişk heywanek gelik pîsa, dilî zelamê Goyî êdî nagre wê difsê bixwit hiznake birişêne jî. Dibêje wile ezê van herdû cergan bim ervaz, nav Ertoşîyan bidim hin spîyateh an jî qelî. Cergên xwe dikit têra xwe de, li kerê xwe siwar dibit ber milê Ertoşîyan ve rêdikevit. Eva zelamî ma ji hir ve ço.

Ji milê dî ve, zelamek Gewda, ji Ertoşîyan kerê xwey pîr serjêdike, goştê kerî hur dikit, dipirêjit dikit qelî, hişk dikit dibêjit ezê vî goştî bibim nêv Goyan bidim doşav. Ew jî qelîyê xwe dikit cergan de li kerê xwe siwar dibit, ber bi Gelî Goyan ve dikevit ser rê.

Ev herdû mêrên yek ervaz yek nişîv diçin li deverek wek Çemanê rastî êk tên. Silav û keyfxweşî didin êkûdu. Zelamê Gewda pirsyar dikit "tu ji kû têy, kû ve diçî barê te çiye?" Zelamê Goyî dibêjit ezê ji nêv Goyan têm, barê min difse ezê barê xwe bidim hin qelî. Zelamê Ertoşî dibêjit "de were zelamê Goyî dûr neçe eve barê min qelî ye, hema were em peybiguherîn". Herdû jî bê bazar, barê xwe bi yên êk diguherin. Yê goyî difsa mişk ketîyê didit yê ertoşî, î ertoşî goştê kerê reş didit î goyî. Destên xwe didin hev xatir ji êk dixwazin li kerên xwe siwar dibin û ber gundê xwe ve dizivirin. Herdû jî di dilê xwe de dikin pîqpîq dibêjin "min lehv li wî kir".
Hêj çend gav avêtî neavêtî zelamê Goyî hew xwe digrit û dibêjit:
"de here zelamê Ertoşî,
min difsa mişk da qelîya hişk"
Ewê ertoşî lê divegerîne:
"De here zelamê Goyî
min goştê kerê reş
da doşava reş û xweş".
Piştî van gotinan herdû jî barên xwe ji têrê dertêxin û wê nalê de davêjin xwar de.



07.08.2020 23:09 | hespêsor

36. Gorî qiset û rîwayetan rojekê camêrek gunehkar, emrê xwedê ye û xwedê rehma xwe lêdike û dimire. Axirê xêr û ezab tê hesêb û qey me got camêr gelek gunehkar e û cihê wî jî textê orta cehnimê ye. Heta qirikê di nav agir de ye lê devê wî li ken e. Qey zebanî ji meraqa hew debar dike û dibêje:
"ya camêr, ma tu di orta cehnimê de yî lawo Ji bo çiye ev kêfa te?"
Camêrê me bêhtir dikene û dibêje:
"Dibe ku bêhtir xerab ba rewşa min!"
Zebanî:
"Ma hew çi be kuro, tu heta qirikê di nav êgir de yî?"
Camêr bi kenek tinazî:
"Niha di bin lingê min de melayê gundê me heye, ez şûna wê de ba ma ka minê çi bikira?"



21.04.2022 01:33 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîrokên efsaneyî yên kurdan
» kurdîkirina twitterê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket weje zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî