Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
nîqaşên pîr û kalan - tirşik
nîqaşên pîr û kalan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ku pîr û kal dibin her dev diavêjin hev. Ji hezkirinê ye an ji aciziyê ye nizanim.

Diya min her sibeh avê dide kulîlkan, bavê min nîvrojê tê dibêje:
Bav:Ev kulîlk ziwa bûne ka avekê bidin wan.
Dê: bela xwe ji wan veke min sibehê av daye wan.
Bav: oooohhh hûn bi kêrî kulîlkekê jî nayên!

Nîvrokî tavik dide mitfaqê, diya min xwe li ber tavikê germ dike. Bavê min jî tê li cem rûdine. Diya min dibêje: here ji ber tavika min, here li cihekî din xwe germ bike!

Diya min têra xwe qelew e. Her ji kêloyên xwe aciz e. Bavê min bangî diya min dike, dibêje: bejin ziravê ka çayeke me çêke *

Û ez: hema wilo li wan dinêrim û dibişirim.



23.05.2020 18:46 | berijahr

2. Kalê min ê rehmetî û pîra min a rehmetî jî Hama bêje her roj bi hev diketin gelek hej ji hev dikirin lê bi hev jî nedikirin.
Rojekî min ji kalê xwe pirsî tu ji pîrê hez dikî ya na çima zewicî? Got law rojekî ez ji derve hatim malê, min dît keçikek li eywanê rûniştiye, min ji diya xwe pirsî û got ev keçik kî ye? Got jina te ye*



23.05.2020 23:33 | ferhenga şikestî

3. Ew ê ku dikin ne Nîqaş e, navê wê tiştê cilwe ye.

Wekî belgefîlmeke ji wê binêrin, du heb çivîk tê hemberî hev bi çavekî normal meriv lê dinihêre dibîne ku şerekî giran di navbera wan de diqewime, lê hinekî sebir bikin dawiya fîlmê de bextiyarî heye...





23.05.2020 23:49 | mîr

4. pîrê: xwelîsero
kalo: bav tirrekê

pîrê:gêjo
kalo: gejê



24.05.2020 02:15 | afa

5. Niqaşên bêdawî ne. Di malbata me de jî têra xwe diqewimin. Dayika min piranî dest pê dike û rebenê bavê min jî mexdûr dibe lê ti encamek erênî bi dest naxin.



25.05.2020 01:12 | xabûrî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîqaşên pîr û kalan
» pîrebok
» kalan

Kategoriyên mijarê:: tekili tekili tekili kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî