Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; taybetiyên xweser ên mêrên kurd
peyamên çepikkirî

10911. her çiqas zanyar û biperwerdebin jî hov û feodal û serhişk in. ji bo xwelqê xerîb bi taybetî jÎ jinên ne kurd xwe dikûjin lê qedrê dayik, xwîşk û hevjînên xwe nizanin...



çavê wan her tim li namûsa xelqê ye lê tu ji wan bipirsî yên herî binamûs û pîroz ew in...



guh nadin paqijiyê, alikariya jinên xwe nakin, ne bavên berê zarokên xwe miqate nabin...



ji bo mirişkekî Û zeviyekî dikarin bi dehan cîran û hevalên xwe bikujin lê ji bo tiştên din dengên wan dernakeve...



bes evqas nebaşiyên wan...merd in, camêr in, mêvandarin...şikir ji xwedê re êdî hêdî hêdî xwîşkên xwe û keçikên xwe didin xwendin û li hember berdêliyê, zewicandina wan a temênê biçûk disekinin....



hêvî heye ku dê hîn baştir bin û pêşve biçin.....



30.05.2013 15:45 | simurg56

12995. (bnr: rehma xwedê li ser mêrên kurd be)

tirşikvanên hêja lêxistine hema tu bêje temam. bîstikdin ezê rabim peyamekî berdilkê xwe bişînim û bêjim "kuro ez te berdidim, here tirkekî mîna xwe bibîne". hewqas, piştî peyamên jor dilê min ji xwe xeliya. dawiyê jî xwekûj farz e. mala min xera kirin. * *



pênas: mijarê divê navê wî bibe "tofaniyê li ser mêrên kurd".



(bnr: gelemperiyên bêbextî)



06.06.2013 16:08 | endazer

13005. Bawer dikim , xwedê dest daye ser vîna gelekan. Di nav Tirseke bêwate , hêrseke bêhed , xerezeke bêhemd de digevizin. Lê ev psikolojî dîsan ji ber zilma dijmin ya nediyar çêbûne. Dijmin bi zimanê wan leyist êdî nikarin bi zarokên xwe re bipeyvin(kurdî), dijmin zimanê dînê wan bêrewac kir êdî şîretên olî tesîrê li wan nake(erebî), dijmin hema digo tirki û tirkî wan ji zimanê ilmê jî bêpar hêşt (inglizî). Xwedê ji wan re nehêle rebbî. bêguman ew hesabkarê her tiştiye, bi qedr e , qedera kesan û civakan serrast dike. Yê ji me re mayî safî duakirine , Belkî rojekê vîna me li me vegerîne û em hêza ji xwe hezkirinê têda vebînin.



06.06.2013 16:00 | endazer

62911. teqez di kategoriya mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan da nîn in.



28.06.2013 23:52 | simurg56