Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
metro - tirşik
metro
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê rêze-mexazayekê ye. dikanin wê gelekî mezin in û tê de hema bêje her tişt hene. taybetiya wê ew e ku eslê xwe de ji bo firoşgeh û dikandaran hatiye avakirin. her dema hûn têkevinê, divê hûn li ser kaxizelê navê xwe û paşnavê xwe, telefona xwe û nimroya nasnameya xwe ji wan re binivîsî. ger ne wisa be tiştek nefroşin we. lê ji bo dikandaran kartek didin û ew bi hêsanî bi vê karta xwe danûstandinê dikin. xwediyê markaya xwe aro ye.

taybetî masiyan ji vir dikirim, ji ber ku li cihên ku behr lê tune be peydakirina masiyên teze zehmet e. lê ev mexaza yên teze peyda dike.



19.01.2014 17:56 | simurg56

2. navgîneka çûnûhatinê ya navbajêr e.. di nav nexşerê û planên şaredariya amedê de jî çêkirina xeta metroyê hebûye lê tenê wek plan li ser kaxezê ma.. erê metro ji bo trafÎka diyarbekir pêdiviyeke elzem û zerûrî ye lê hem bûdçeya şaredariyê têra nake yanî an ji hikÛmetê an jî ji sazî û rêxistinên ewropayê divê fonekî peyda bikin, hem rê û rêbarên bajêr ji bo çêkirina xeta metroyê ne bikêrhatî ne û hem jî zemîna bajêr ne mûsaît e.. zemîna ku bajarê diyarbekir lê rûniştiye hema bêje bi temamî teht û lat e.. û xeta metroyê bi pirranî di binê erdê re dibihure û kolana zemîneke ku tev teht û lat e jî têra xwe bimesref e..

ligel van hemû faktorên neyênî dîsa jî eger îradeyek baş ya siyasî hebe di nav 4-5 salan de dikare bi rihetî ji serê bajêr heta binê bajêr xeta metroyê rayêxe Û çûnûhatina bajêr erzan û asanîtir bike..



19.01.2014 18:16 | endazer

3. li stenbolê êdî birra her der buye metro:

airport-yenikapi

yenikapi-kirazli

kirazli-basaksehir-olimpiyatkoy

yenikapi-haciosman-

kadikoy-kartal

Here lînkê



19.03.2015 00:17 | seydayê_peyvan

4. piştî duçerxeyan amûra çûnûhatinê ya komelî ya herî kêrhatî, pêwist, erzan û paqij e. bi taybetî di bajarên mezin ên wek stenbol de pêdivîya metroyê gelek e.

Salên dawî li stenbolê hinek giranî dan metroyê û gelek proje hat lidarxistin lê hema bêje nîvtêra hewcetiya gelhe ya bajêr jî nake.



11.12.2019 12:06 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» metropolis

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî