Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    29 mijar û 56 peyam
    stêrka bêçirûsk - tirşik
    stêrka bêçirûsk
    (1) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. navê helbesteka şairê kurd rênas jiyanî ye..



    ''bi stêrkan re em rûdinin

    û her şev

    hesabê hatina te dikin em bi tiliyan

    ...stêrk westiyan, tefiyan

    ê min jî çend stêrk hêviyên min ên vala mane

    weke tifinga bêgule

    an tu yê werî

    min bikî xwedî stêrk

    an tu nayê

    wê stêrk bibin xwediyê min



    min meke qeşmerê stêrkan stêrk



    fermo zû were

    di êvarên esmer de qemer esmer were

    li stêrkan siwar be û were

    bibe stêrk û were



    çavên min ji bêxewiyê bûne berbang



    berî bêhna nanê sibê

    bifûre li bajêr

    her sibe dengbêjên min birçî distirên



    bi serê kenê te î delalî

    ez dûr ne baş im

    bi serê tirsa te ya xezalî

    ez kûr ne baş im

    dimirim îro

    ne di nîvê şevên gurxenêq de

    ro li nîvro



    stewr im ji aliyê fikran

    avis im ji aliyê hîsan

    ev dest her sibe destên te dizên

    ev lêv her êvar lêvên te dizên

    ev dil her şev dilê te dizê

    dergûşê! ... ''



    2013.09.26-20:18 | endazer

    2. ''bi serê kenê te î delalî

    ez dûr ne baş im

    bi serê tirsa te ya xezalî

    ez kûr ne baş im''



    2014.04.18-00:02 | giyanster

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    serhedo bê kiras [1]
    bi xêr hatiye. serhedî ye. keçel e. camêr e. mêrê ber partozê ye....
    serhedo bê kiras [1]
    bi xêr hatiye! Cema'ata twittera rengîn tê van deran, çi xweş *...
    serhedo bê kiras [1]
    Finciko ye. Tîpa wî û dengê wî dişibe ya serhadê koma çar Newa. Min ni...
    kalê badî [1]
    muzîkjenekî nû ye. her çi qas çend sal be bi muzîkê ve eleqar be û li ...
    qeşmûşk [1]
    Dema Nanê ku ji tenûrê derdixin, bermayên wan nanan ku bi tenûrê ve di...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » stêrka xuricî ferêt

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî