Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dawetên salonan - tirşik
dawetên salonan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. jehr xistin dawetê me. milêt dibê qey li parîsê ne xwe ji bîr dikin. ji xwe li stenbolê hemu teng in û em jî xilbê ne nizanim çawa derbas dibe. (bnr: dawetvanî) hemu pê li hev dikin. li bajarê piçûk jî îca li va salonan dawetê xwe çêdikin ne sewîl dişikênin ne diavejin ser bûkê û zava...

(bnr: avêtina li ser bûkê û zava)



06.01.2014 00:34 | gêjê

2. (bnr: bê papyon têketin nabe)



06.01.2014 00:47 | nazim tolhildan

3. (bnr: salonên dawetan)



06.01.2014 09:08 | simurg56

4. tam di dawetan de nehêliştine..

întÎbaya ku piştî çend dawetên bi vî awayî bi min re çêbûne dixwazim binivîsim..



- repertuwara stranbêj û mûzîsyenê salonê zêde teng e, hemû di nav hev de 20 stranan ji ber nizanin û êdî stranên berê yên folklorîk nabêjin, bi piranî stranên tewşo mewşo ku jê re stranên siyasÎ û şoreşgerî dibêjin, dibêjin, stranên ku dibêjin jî bi piranî an nÎvî dibêjin an di nîvî de dihêlin, û dîsa piraniya gotinên stranên dibêjin an kêm an xelet an jî bi qirik û gewriyeke ecêb dibêjin..

- ji ber ku stranên tên gotin bi piranî yekdeng û yekreng in ew rengîniya dîlan û govendên berê jî nemaye, ez bi xwe nizanim bireqisim û heta vî emrê xwe hemû di nav hev de belkî 20 deqeyî ez nereqisîbim, lê keyfa min zehf ji darîkirina gerandina xêl û govendê re tê, tê bîra min carê dawetên li kolan û meydanan çêdibûn yên li cizîrê belkî bîst cureyên govendê dihatin gerandin, lê li dawetên salonan hemû di nav hev de belkî 3-4 cureyên govendê nayêne gerandin..

- berê xelk bi cilên xwe yên edetî diçûn dawetan, jinan kiras xiftan û mêran jî şal û şapik li xwe dikirin di dawetan de, lê niha jin abiyeyan û mêr jî bedilan li xwe dikin..

- xwarin û çerezên di dawetên salonan de tên îkramkirim dilê mirov ji dawetê dixelînin, ka ew tirşik û goşt û birinca dawetên berê.??

- ji ber ku salonên dawetan cihên girtî ne, û ji ber ku sîstema dengî ya van salonan bi kêrî pênc qurîşî nayê, piştî deh deqeyekî herkes ji xwe ve diçe,mejîreşî dibe, ji xwe kes nizane bê stranbêjê salonê dibêje çi?



22.02.2014 03:37 | endazer

5. Dawetên ku nêzî 10-11sale li nava kurda berbelav bûye û ketiye şûna dawetên li kuça dihate kirin. Min bi xwe nediye lê dêbavê me dibêjin berê dema hêj gel li gunda bûn, hoparlor, saz, baterî filan tune bû. Def û zirne hebû. Kesên dawetvanî zanibûn kilaman bibêjin, di govend û dîlanan de bêyî mîkrofona distiriyan. Lê bi qasî ku em gihaştinê dawet li kuçe an qadên fire de bi def, zirne, saz û bateriyê 3 roj û 3 şeva dihat lêxistin. Nîvro û êvarî goşt, birinc û tirşik dihate dayîn. Heya 15 cûre govend û dîlan dihat gerandin. delîlo, şêrizdîn, şemamê, bablekanê, milanî, cîda, giranî hwd. Stranên kevn û yê pkk tevde dihate gotin. Jin cilên kesk û sor û zer li xwe dikirin, mêra jî şal û şepik. Stranên tirkî nedihat lêxistin.

Lê anha hem ji ber salona û hem jî ji ber vîrûsa koronayê tu tama dawetan nemaye. Nema kes bi dest hev jî digre. Ji xwe gavê seetê polês tên salonê kontrol dikin. Sazvan govendê lê dixin lê hama çav li polêsan bikevin, oy far fara lê dixin. Ji bilî tirsa polêsan jî ji xwe derîde " erik dali gevrektir " û " ankaranın bağları " bi riza dilê xwe lê didin û li ber jî bi awayekî tewşo mewşo direqisin. Vêca ew kalokên bi wî awayê ankarayiyan lotika diavêjin dibin pêkenî. Di serde jî stranbêj anonsan bi tirkî dikin. " lütfen maskelerimizi takalım, sosyal mesafeye dikkat edelim, kendi sağlığımız için." Paşê jî qaşo bi kurdî anons dikin. " lutfen maskeyê xwe taqmîş kin, sosyal mesafeya xwe dîqat bikin, ji bo saxliqa we "



14.08.2020 16:48 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dawetên berê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî