Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


2 mijar û 2 peyam
ismet özel - tirşik
ismet özel
(1) (0) ecêb (0) (14)
di mijarê de bigere

1. helbestvanê tirk, qasî ku helbestê xweş nivîsiyê ew qas jî nijatperest û olperest e



2013.09.27-17:41 | newenda

2. fikrên wî î eletewş û nijadeperest li dera hanê, yEk ji HELBESTVANÊN MEZINTIRÎN YÊ SERDEMA ME YE.



...

Çilingirên bêşehwet, çerçîyên lêhbok

celebên gurnîk, natirên naşî

ey ewên ku jê we rengê jîyanê sazbend e

kerebalixa çirvirî!

bihesisin esira dilşikestî ya’b min re

guhê xwe bidinê



ismet ozel, ji erbaîn ê.

WERGER: mamoste



2013.09.27-18:03 | seydayê_peyvan

3. 19 êlule 1944 de qeyserî de ame dinya. şair, nuştox û rewşenbîrêko tirk o.



fakulteya îlmê siyasî (siyasal bilgiler) terekna, unîversîteya hacettepe de ziwan û edebÎyatê fransîzkî wend. ataol behramoğlu reyde kovara Halkın Dostları vete. 1963 ra nat şîîrê ey weşanîyayÎ. nê deman de komunist bi. 1974 de hetê fikrî ra bedelîya û hinî fikrêko Îslamî ser o weşîya xo ramite. bi serran rojname û kovaran de nuşteyî nuştê. 2005 de hetê yewîya nuştoxanê tirkîya ra xelata cerebnayîş û xizmetê berzî girewte. 10 heb kitabê ey şîîrî, 26 cerebnayîş, roportaj, mektube û 5 zî açaranayîşî estê.



1978 de kitabo ke bi nameyê hirê meseleyî: teknîk, medenîyet û xorêxerîbbîyayÎş (Üç Mesele: Teknik, Medeniyet, Yabancılaşma) zaf veng da. la esil namdarîya xo şaîreya xo ra girewta. tirkîya de tewr şairê başan ra yew hesebîyeno.



demanê peyênan de îdeolojîya xo tadayo fikrê tirkîtî ser. labelê goreyê tarîfê ey "tirk nameyêko etnîkî nîyo, û merdimo ke musluman nîyo nêeşekno bibo tirk; tirkîya de tirkîtî û muslumantî eynî mena de ya." labelê no tarîfkerdişê ey ne hetê îslamîstan ra ne zî hetê tirkperestan ra nîno qebul kerdene. Seba nê fikranê xo yê neweyan 2007 de komela marşa îstîklalî (İstiklal marşı derneği) ronaye û nika zî serekîya na komele keno.



2013.09.27-19:39 | kurdane

4. salixê salixdayina nehiştiye helbestên wî wergerînin zimanê kurdî.başkiriye, xweşkiriye.îhtimal ku bi xwe ji kurd be.lewre çi faşist ,qebqebe,çeqlomeqloyên tund hebin her tim ji milletekî din dertên.radikalîzma wan ji bêbinyadiya wan tê. helbet meriv dikare li ser îsmet ozel gelek tiştan bêje. hê wek kurdekî çend tiştên baş jê hîn be.lê ev tiştên ku van salan dibêje,zîkêşa mejû,kertiyeke bêhmap,xwenepixandineke bêbinyad wêdatir tişte nîne. gelekî wek tirkan ku di nav xwe de newêrek, zikreş,bêçand dike pîvanê exleqê,dide pêşiya meriv.Ger tirk wisa bûna weke gotina necamêribûna ne hewce bû ku îsmetî ji hewqas qûna xwe bidirine.



2013.09.27-21:36 | tivirloismail

5. li ser îsmetî her tim gotinek heye ku ji hedê destnîşankirineke baş derketiye êdî bûye klîşeke genî: dibên ne bi fikrê wî lê serçavan helbesta wî. bi min helbesta îsmetî meriv nikare bavîje pişt guhê xwe. di demê xwê yê qomînîstbûnê de helbestê xwe wek "sevgilim hayat"," partîzan" hwd. de dengekî lehengî, bêminetiyeke jixwe bawerî,hêrseke mafdarî,sentaks ,fonetîkeke serkeftî xwe dide nîşan. meriv dil dike ku helbestevanekî kurd jî xwedî van meziyatan be. lê digel van yekan reşbînî û nehezkirineke kur jî xwe dora van helbestan wek koremerekî xwe pêçaye. ji ruh û dil pêtir keda zeneateke dijware. pirtir li devê hişkserokan û xweşradîkalan tê. pirsgirêka îsmet û helbesta wî bi gelemperî hezkirinê re heye. ge dibê " e wisa dizanim ku jiyan tekoşineke ji bo eşka zarokan… ge dibê ewkesên ku di nobetê de kislaniyê bikin divê werin gulebarankirin. ev erkeke mezine di îdelojiya wî de ,nakokiyeke bêhempaye. Piştî ku bi misilman xwedêgiravî helbesteke wek amentû dinivîse pitir nermî, bêhna merivtiyê jê te.lê îsmetî dîsa dernakeve der ji tixûbên mîsakkî mîllî. ev derneketin an çember belkî pirsgirêk her tim pêre heye.ji ber vê yekê tucarî neşê helbesteke gerdûnî biafrine ji bo vê yekê li hember helbstvanê mezin her tim di nava zikreşiyekî de bûye. tixûbên m.mîllî di qominstbûna wî re wacib,misilimantiya wi re ferz, tirkperestiya wî re îmane. piştî erbaînê bi navê “bir yusuf masali” pirtûkek derxsit ,beşên wek dibece, naat,munacat,sebebê telif de îsmetî ji meju pêtir bi dilê xwe axifiye, xweş ji gotiye. lê çîroka yusuf girtiye, bêarmanc,bê fînale.gava pirtûka xwe ye sêyem derxist dev avîte cihûyan -ku exleqê îsmet pir dişibe ê cihûyan- helbest êdî bi çakuç û bizmaran nivîsî. bi min kêrê pênç peran ji nayê ev pirtûk. me dirêj kir xwe jî we jî gej kir. ji bo xatirê çend helbestan ne hewceye meriv wî derxe esmanan lê durbûna wî ye hember nimetê desthilatdiriyê hejayê şabaşî û pîrozkirinêye.divê ew gotina wî ye ku dibê heya kurd nebin tirk elewî nebin ehlê sunnet tirkiye ê serfiraz nabe. Bila ev ji me re bibe pîvanê exlaqê wî. bi vê rêvaçûna qunmezinî, pir bi qimîzî ditirsim ku wek xirxeşimên tkp ê li kolanan kovaraan bifroşe pêre bêje 6.fîlo defol.



2013.09.27-22:04 | tivirloismail

6. (bnr: îstîklal marşi dernegî)



2013.09.28-23:37 | tivirloismail

7. Şairekî xwedêgiravî însan e. Tim û daîm bê destnimêj şiîran dinivîse. Faşîstekî bêşeref e. Xwediyê gotina ku dibêje " ger ku kurd neyin asîmîlekirin wê tirkiye ji xarîtayê bê malaştin" e. Guhê xwe baş bidin vê gotinê ji ber ku faşîst tehl jî biaxivin, rast dibêjin. Nexwe ava tirsê çûye binê qûna wî.



2013.12.19-22:57 | ceso

8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.12.19-23:08 |

9. serokê komeleya sirûda neteweyî ya tirkan e..



2013.12.19-23:40 | endazer

10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2014.03.02-20:58 | kirtuj

11. tırkeki nîjadperest u faşîsti u ve peyva kiriye.



"gi me (dewleta tırk), bişavtinek baştir li ser kurd u âlewîya bıkra, niha menê wekîdi tişta bi̇peyva"



2014.03.02-20:59 | kirtuj

12. (bnr: kûçikbav)



2014.03.02-23:54 | bablisork

13. faşîst e, lê dilekî pir xweş heye. faşîstiya wî min qey eleqedar nake û divê em her roj şi'rên wî guhdar bikin.



2014.03.02-23:59 | wiha wilo wisa

14. bELKÎ NIVÎSKAREK BAŞ BÊ LÊ NEXWEŞIYA NIJDPERESTIYÊ EV BAŞIYA WÎ YA WÊJEYÎ DAYE ALÎKÎ. hIZRÊN NIJADPEREST MIXABIN MIROVÎ WEKE DÎNA DIKÊ Û ÊDÎ TI TIŞTÊN BAŞ JÎ BÊJÊ TI KES BAWERÎ Û EWLEHIYÊ BI TE NAYNÊ.. yA HATÎ SERÊ ÎSMET ÖZEL JÎ EV E.. gER NE EVQASÎ NIJADPERES BA BELKÎ BÊHTIR BIHATE XWENDIn...



2014.03.03-23:49 | nan û av

15. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2014.03.03-23:58 | ciwan

16. Teredînekî dera ha ye. Olperest, nîjadperest, bêaqil e. Mêjîyê xwe bi îstîklal marşî re xwarîye.



Fikr û ramanên wî bi kêrî serek pîvaz jî nayên. Lê Helbestvanekî mezin e.



Ji bo delî nîjadperestîya wî














ben üstünüm, çünkü türk'üm




















2016.04.29-04:00 [guhertin:2016.04.29 04:00]| gumgumok

17. ji bo tirşikvanên mîna min helbestên wî hez dikin ezê lînkekî bidim, bixwînin.. (bi tirkîtî ye)

di vir de behsa peyvên kurdî, fransî û Tirkî yên ku zêde nayên bikaranîn lê Îsmet Ozel bikar aniye kiriye..
peyvên balkêş tê de hene..
(bnr: fücur)

Here lînkê



2018.01.05-20:40 [guhertin:2018.01.05 20:42]| hozan serhad

dengdanên dawîn (Yên Din..)
arjen arî [4]
şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navên hespan [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
belki ev jî bala te bikişînin
» îsmet ozel

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî