Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ismet özel - tirşik
ismet özel
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestvanê tirk, qasî ku helbestê xweş nivîsiyê ew qas jî nijatperest û olperest e



27.09.2013 17:41 | newenda

2. fikrên wî î eletewş û nijadeperest li dera hanê, yEk ji HELBESTVANÊN MEZINTIRÎN YÊ SERDEMA ME YE.



...

Çilingirên bêşehwet, çerçîyên lêhbok

celebên gurnîk, natirên naşî

ey ewên ku jê we rengê jîyanê sazbend e

kerebalixa çirvirî!

bihesisin esira dilşikestî ya’b min re

guhê xwe bidinê



ismet ozel, ji erbaîn ê.

WERGER: mamoste



27.09.2013 18:03 | seydayê_peyvan

3. 19 êlule 1944 de qeyserî de ame dinya. şair, nuştox û rewşenbîrêko tirk o.



fakulteya îlmê siyasî (siyasal bilgiler) terekna, unîversîteya hacettepe de ziwan û edebÎyatê fransîzkî wend. ataol behramoğlu reyde kovara Halkın Dostları vete. 1963 ra nat şîîrê ey weşanîyayÎ. nê deman de komunist bi. 1974 de hetê fikrî ra bedelîya û hinî fikrêko Îslamî ser o weşîya xo ramite. bi serran rojname û kovaran de nuşteyî nuştê. 2005 de hetê yewîya nuştoxanê tirkîya ra xelata cerebnayîş û xizmetê berzî girewte. 10 heb kitabê ey şîîrî, 26 cerebnayîş, roportaj, mektube û 5 zî açaranayîşî estê.



1978 de kitabo ke bi nameyê hirê meseleyî: teknîk, medenîyet û xorêxerîbbîyayÎş (Üç Mesele: Teknik, Medeniyet, Yabancılaşma) zaf veng da. la esil namdarîya xo şaîreya xo ra girewta. tirkîya de tewr şairê başan ra yew hesebîyeno.



demanê peyênan de îdeolojîya xo tadayo fikrê tirkîtî ser. labelê goreyê tarîfê ey "tirk nameyêko etnîkî nîyo, û merdimo ke musluman nîyo nêeşekno bibo tirk; tirkîya de tirkîtî û muslumantî eynî mena de ya." labelê no tarîfkerdişê ey ne hetê îslamîstan ra ne zî hetê tirkperestan ra nîno qebul kerdene. Seba nê fikranê xo yê neweyan 2007 de komela marşa îstîklalî (İstiklal marşı derneği) ronaye û nika zî serekîya na komele keno.



27.09.2013 19:39 | kurdane

4. salixê salixdayina nehiştiye helbestên wî wergerînin zimanê kurdî.başkiriye, xweşkiriye.îhtimal ku bi xwe ji kurd be.lewre çi faşist ,qebqebe,çeqlomeqloyên tund hebin her tim ji milletekî din dertên.radikalîzma wan ji bêbinyadiya wan tê. helbet meriv dikare li ser îsmet ozel gelek tiştan bêje. hê wek kurdekî çend tiştên baş jê hîn be.lê ev tiştên ku van salan dibêje,zîkêşa mejû,kertiyeke bêhmap,xwenepixandineke bêbinyad wêdatir tişte nîne. gelekî wek tirkan ku di nav xwe de newêrek, zikreş,bêçand dike pîvanê exleqê,dide pêşiya meriv.Ger tirk wisa bûna weke gotina necamêribûna ne hewce bû ku îsmetî ji hewqas qûna xwe bidirine.



27.09.2013 21:36 | tivirloismail

5. li ser îsmetî her tim gotinek heye ku ji hedê destnîşankirineke baş derketiye êdî bûye klîşeke genî: dibên ne bi fikrê wî lê serçavan helbesta wî. bi min helbesta îsmetî meriv nikare bavîje pişt guhê xwe. di demê xwê yê qomînîstbûnê de helbestê xwe wek "sevgilim hayat"," partîzan" hwd. de dengekî lehengî, bêminetiyeke jixwe bawerî,hêrseke mafdarî,sentaks ,fonetîkeke serkeftî xwe dide nîşan. meriv dil dike ku helbestevanekî kurd jî xwedî van meziyatan be. lê digel van yekan reşbînî û nehezkirineke kur jî xwe dora van helbestan wek koremerekî xwe pêçaye. ji ruh û dil pêtir keda zeneateke dijware. pirtir li devê hişkserokan û xweşradîkalan tê. pirsgirêka îsmet û helbesta wî bi gelemperî hezkirinê re heye. ge dibê " e wisa dizanim ku jiyan tekoşineke ji bo eşka zarokan… ge dibê ewkesên ku di nobetê de kislaniyê bikin divê werin gulebarankirin. ev erkeke mezine di îdelojiya wî de ,nakokiyeke bêhempaye. Piştî ku bi misilman xwedêgiravî helbesteke wek amentû dinivîse pitir nermî, bêhna merivtiyê jê te.lê îsmetî dîsa dernakeve der ji tixûbên mîsakkî mîllî. ev derneketin an çember belkî pirsgirêk her tim pêre heye.ji ber vê yekê tucarî neşê helbesteke gerdûnî biafrine ji bo vê yekê li hember helbstvanê mezin her tim di nava zikreşiyekî de bûye. tixûbên m.mîllî di qominstbûna wî re wacib,misilimantiya wi re ferz, tirkperestiya wî re îmane. piştî erbaînê bi navê “bir yusuf masali” pirtûkek derxsit ,beşên wek dibece, naat,munacat,sebebê telif de îsmetî ji meju pêtir bi dilê xwe axifiye, xweş ji gotiye. lê çîroka yusuf girtiye, bêarmanc,bê fînale.gava pirtûka xwe ye sêyem derxist dev avîte cihûyan -ku exleqê îsmet pir dişibe ê cihûyan- helbest êdî bi çakuç û bizmaran nivîsî. bi min kêrê pênç peran ji nayê ev pirtûk. me dirêj kir xwe jî we jî gej kir. ji bo xatirê çend helbestan ne hewceye meriv wî derxe esmanan lê durbûna wî ye hember nimetê desthilatdiriyê hejayê şabaşî û pîrozkirinêye.divê ew gotina wî ye ku dibê heya kurd nebin tirk elewî nebin ehlê sunnet tirkiye ê serfiraz nabe. Bila ev ji me re bibe pîvanê exlaqê wî. bi vê rêvaçûna qunmezinî, pir bi qimîzî ditirsim ku wek xirxeşimên tkp ê li kolanan kovaraan bifroşe pêre bêje 6.fîlo defol.



27.09.2013 22:04 | tivirloismail

6. (bnr: îstîklal marşi dernegî)



28.09.2013 23:37 | tivirloismail

7. Şairekî xwedêgiravî însan e. Tim û daîm bê destnimêj şiîran dinivîse. Faşîstekî bêşeref e. Xwediyê gotina ku dibêje " ger ku kurd neyin asîmîlekirin wê tirkiye ji xarîtayê bê malaştin" e. Guhê xwe baş bidin vê gotinê ji ber ku faşîst tehl jî biaxivin, rast dibêjin. Nexwe ava tirsê çûye binê qûna wî.



19.12.2013 22:57 | ceso

8. serokê komeleya sirûda neteweyî ya tirkan e..



19.12.2013 23:40 | endazer

9. tırkeki nîjadperest u faşîsti u ve peyva kiriye.



"gi me (dewleta tırk), bişavtinek baştir li ser kurd u âlewîya bıkra, niha menê wekîdi tişta bi̇peyva"



02.03.2014 20:59 | kirtuj

10. (bnr: kûçikbav)



02.03.2014 23:54 | bablisork

11. faşîst e, lê dilekî pir xweş heye. faşîstiya wî min qey eleqedar nake û divê em her roj şi'rên wî guhdar bikin.



02.03.2014 23:59 | wiha wilo wisa

12. bELKÎ NIVÎSKAREK BAŞ BÊ LÊ NEXWEŞIYA NIJDPERESTIYÊ EV BAŞIYA WÎ YA WÊJEYÎ DAYE ALÎKÎ. hIZRÊN NIJADPEREST MIXABIN MIROVÎ WEKE DÎNA DIKÊ Û ÊDÎ TI TIŞTÊN BAŞ JÎ BÊJÊ TI KES BAWERÎ Û EWLEHIYÊ BI TE NAYNÊ.. yA HATÎ SERÊ ÎSMET ÖZEL JÎ EV E.. gER NE EVQASÎ NIJADPERES BA BELKÎ BÊHTIR BIHATE XWENDIn...



03.03.2014 23:49 | nan û av

13. Teredînekî dera ha ye. Olperest, nîjadperest, bêaqil e. Mêjîyê xwe bi îstîklal marşî re xwarîye.



Fikr û ramanên wî bi kêrî serek pîvaz jî nayên. Lê Helbestvanekî mezin e.



Ji bo delî nîjadperestîya wî







ben üstünüm, çünkü türk'üm













29.04.2016 04:00 ~04:00 | gumgumok

14. ji bo tirşikvanên mîna min helbestên wî hez dikin ezê lînkekî bidim, bixwînin.. (bi tirkîtî ye)

di vir de behsa peyvên kurdî, fransî û Tirkî yên ku zêde nayên bikaranîn lê Îsmet Ozel bikar aniye kiriye..
peyvên balkêş tê de hene..
(bnr: fücur)

Here lînkê



05.01.2018 20:40 ~20:42 | bûtîmar

15. efsûnkar e, lê efsûnkarekî neqenc. bi peyvan mirovî zeft dike.

"kî bûn ew şaîrên di dawiya sureya şuara de hatine şermezarkirin, ji ber tiştên ku baweriya xwe pê neanîbûn û pê emel nedikirin lê dîsa jî weke ku baweriya xwe pê anîbin û pê emel dikirin, tev digeriyan?"

orhan pamuk, kitêba reş, r. 85.



06.10.2021 20:57 ~2021.10.07 01:44 | ezcan

16. Dema leqayî guftegoyek wî têm ji hêrsa xebera ji xwe re didim ku çawa helbestê wî dixwînim, lê nizam carinan jî bê hemdî diçim xwe davêjim paşila wan. Dema behsa wî dibe her tim pirsa "gelo hunermendek divê bi huner û kesayetiya xwe were nirxandin ango ji hev cuda were nirxandin?" Mîno pîşo li ber pozê mine. Lê hê min biryara xwe nedaye



25.08.2022 22:04 ~22:04 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ismet özel

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî