Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    edward said - tirşik
    edward said
    (1) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Edward (William) Said (z. 1'ê kewçêrê 1935 li Qûds, Mandaya Brîtanî ya Filistînê - m. 25'ê rezberê 2003 li New York), nivîskar û teorîsyenê lîteratûrê û rexnekarê edebiyatê amerîkayî yê bi eslê xwe fîlîstînî bû.

    Edward Said zarokekî bavê xwe yê bi hewşêwe navî û Protestanekî li Qûdsê dijî bû. Pê Said hate dinê şunda piraniya zaroktiya xwe li Qehîreyê derbaz kir. Wî dereceya xweya Bachelor of Arts li Zanîngeha Princetonê û derceya xweya Master of Arts û Ph.D. li Zanîngeha Harvardê temam kir. Wî li zanîngeha li Zanîngeha Columbia, Harvard û Yale wek ustad ders dan.

    Berhema Edward Said a ku ew li dinê naskirin dayî, pirtûka ku di sala 1978an de bi navê Oryantalîzm weşandibû. pêşengti û teorîsyeniya oryantalîzmê kiryê û di jiyana xwe de wekî kesekî çalakvanê mafê mîrovan dihatê zanîn



    2013.09.27-17:52 | newenda

    2. DI DERBARÊ KOLONYALÎZM Û ORYANTALÎZMÊ (ROJHILATNASÎ) KITÊBEKA QERRASE Û TIRTIRE NÎVÎSIYE LÊ DI VÊ PIRTÛKÊ DE HEMA CAREKÎ JÎ BÊ BEHSA BINDESTÎ Û KOLONÎBÛNA KURDISTANÊ NEKIRIYE.. WEKE GELLEK NIVÎSKARÊN NAVDAR DI DERBARÊ KURDISTANÊ DE DURUTIYEK MEZIN KIRIYE.. DI PIRTÛKA WÎ DE DI DERBARÊ KOLONYALÎZMÊ DE TESPÎTÊN XWEŞ HENE LÊ JI BER KÛ BEHSA KURDISTANÊ NEKIRIYE LI GOR MIN KÊMASIYEKA GELLEK MEZIN A PIRTÛKA WÎ YE..



    2013.12.07-13:56 | nan û av

    3. rewşenbîrek wisa bû ku li hemberê zilmê bi pênûs û kevirê xwe sekiniyê



    2013.12.07-15:45 | newenda

    4. Mamoste Îsmaîl Beşîkçî di nivîseke xwe de dibêje ku Edward Saidê rexnegirê giregir ê emperyalîzmê, bo qirkirina kurdan a li helepçeyê (û li seranserê kurdistanê) tu car tu tişteke negotiye û rexneyeke nekiriye, bi ser de qirkirina helepçeyê înkar kiriye. said wusa dîtiye ku saddam huseyîn lehengeke ereb e li dij emperyalîzmê têdikoşe.
    ne şaş bim di dema xwe de metneke bo protestoya qirkirina helepçeyê jî îmze nekiriye û meseleya kurdistanê bi giştî ji ber fikrên xwe yên li jor nivîsandî înkar kiriye. îhtîmalek mezin wek piraniya entelektuelên mêtingeran/serdestan wî jî meseleya kurdistanê wek lîstikek emperyalîzmê dîtiye.
    (bnr: ismail beşikci)
    Here lînkê



    2019.05.04-23:54 | roza

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » edward thomas
    » said çürükkaya

    Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî