Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
autocad - tirşik
autocad
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê bernameyeka cadê yanî; computer aided design yanî; dîzayna bi alîkariya kombersêê ye.. cara pêşîn di sala 1980an de ji nav kompaniyeka bi navê autodeskê ya amerîkî de derketiye.. wekê bernameyên din yên ku pê wêneyên teknîkî tên çêkirin binesaziya vê bernameyê jî ji vektoran pêk tê.. mirov dikare pê vê bernameyê objeyên geometrîk yên duber 2d û sêber 3d çêke an bigire û bikişîne.. şêweya dosyeya autocadê dwg yanî; drawing yanî, hêlkêşan, xêzkêşan, xetkêşan e.. ev form û formata dosyeyê cara pêşîn ji nav autocadê derketiye.. hema bêje bi hemû sîstemên kargêriyê yên kombersê yên wekê windows xp, windows vista, windows 7, windows 8, mac os x, ios, androidê re bêyî pirsgirêk dişixule.. bi riya autolisp û visualbasicê mirov dikare bi nivîsandina kodan bernameyê li gorî daxwaza dilê xwe biguherîne fonksiyon û taybetmendî û kurterêyên nû lê zêde bike.. çend versiyonên wê yên taybet yên ji bo warên cihêreng yên endazyarî û avahîsaziyê jî hene.. pirraniya endazyar, avahîsaz, mîmar û teknîkeran projeyên xwe xwe bi vê bernameyê çêdikin.. bername şirku derketiye û heta îsal hema bêje her sal xwe aktûel dike û bi versiyoneke nipûnû derdikeve pêşberî bikarhênerên xwe..

bernameyek têra xwe zor û zext û giran e lê heta niha hema bêje bê reqîb û bê mûadil e.. di ber bikaranîna vê bernameyê de ava reş rijihaye ser çavên gelek camêran.. eger mirov serê xwe pê re zêde biêşîne ji xeynî projeyên mekanîkê û yên otomasyonê mirov dikare sûretê xwe jî pê vê bernameyê bikişîne..



28.09.2013 07:46 | endazer

2. ditirsim qene nêzikî vê bernameyê bibim, ew qas ber çavê min zor û dûr e. lê belê heta niha min saz nekiriye û lê nenêriye belkî jî ne ewqas be *

bi qasê dizanim aliyê linuxê jî şûna vê bernameyê draftsight, brl-cad, freecad, intellicad, inkscape û hwd. hene. hinek ji van piştgirî didin .dwg'yê.

ji aliyê din ve autocad bixwe jî bi alîkariya wine an jî virtualbox'ê dikare were sazkirin li ser linuxê.



28.09.2013 08:04 | simurg56

3. her çiqas min beşeke zanistiya civakî (sosyal bilimler) xwendibê jî, dema li zanîngehê bûm, ji meraqan ketibûmê vê dersê -ne tenê dersên endazyarîyê; ketIbûme dersên wêjê, civaknasî û îstatîtikê jî- mIxabin min tu gu ji autocadê Fêm nekir.



29.09.2013 02:55 | seydayê_peyvan

4. Bernameyeke bi derketina revit û idecadê ve giringî ya xwe piçek winda kirîye ye.



15.02.2014 00:44 | nazim tolhildan

5. tirşika hemÛ mÎmar Û endazyar e.

digel bernameya revit ve nakeve kefeyekÊ, ji ber ku her dÛ jÎ karÊn yek kompanÎ ne. şixlÊn herdÛyan cuda ye.



15.02.2014 14:31 | cinorek

6. bernameyeke qurre û pozbilind e, qîma xwe bi hemû kombersan nayîne, bi taybetî jî versiyonên wê yên piştî 2008an eger modêla kombersê ne bi dlê wê be, xwe hirde wirde dide, xwe sist û hîz û bênamûs dike.. ji ber vê bernameya bikaprîs divê ez kombersa xwe ya emegdar, ku ev zêdetirî 5 sal in bikar tînim, û dema ez xwendekar min bi hezar zorî û zehmetan kirrîbû, biguherînim..

b vî halî dema versiyona wê ya 2012an di kombersa xwe de vedikim, heta xetekî ji derekî heta derekî dî tîne, li sed deran dialiqe û diewiqe, helkehelk pê dikeve, her gav û seet molayê dide û bêhna xwe vedike..



15.02.2014 15:07 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» autocad

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî