Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mücahit bilici - tirşik
mücahit bilici
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. lê pirtûkeke wî din jî heye bi îngilizî " Finding Mecca in America".



16.11.2016 05:24 | kerboran

21. Ev jî hesabê wî yê academia.edu ye Here lînkê



24.12.2016 03:13 | gumgumok

22. Nivîskarekî gava dinivîsîne metaforên gelek giran û kûr bi kar tîne. Peyv, qalib û hevokên xwe baş dixemilîne, mînakên bedew nîşanê meriv dide, ev ji bo meriv tiştekî baş e ku dikare ji aliyekî din meselêyan nîşan dide lê binêre.

Ji ber vî jî (teknîk-uslûbê ziman) hinekî zor e meriv nivîsên wî wergerîne li ser zimanê kurdî, belkî kêmasî min be jî nizanim. Min dixwast çend nivîsên wî wergerînim çend saetê min kişand lê min sonê de dest jê berda wergerînim.



28.04.2017 23:38 ~2017.04.29 00:37 | mîr

23. Nivîskare ku ji bo tirsik.net ê re kitêba xwe îmzekir û bi resmê xwe ve silavên germ şand 06.05.2017 li stenbolê konferans û roja îmze ya mücahit bilici/99077



06.05.2017 21:58 | mîr

24. petûkek xwe derxis van rojana. navê wê hamal kürt. ji avesta derket. min berê ji pertukek wî xwandiye. xweş dinivîsîne.



07.05.2017 20:24 | siyabendo

25. Nivîskarekî şehreza û qelema wî tûj e. Tespît, taswîr û peyvên wî aqlê mirov zemt dikin û pêve duzemitê.







Ji vê şitexaliya wî diyar bûye go (piştî şerên xendekan û efrînê,) ti baweriya wî ji olê heyî nemaye. Ji sunnîtiyê sar bûye. Hinekî ji mezheban dûr ketiye (belkî ji wan qut jî bûye).
Bi awayekî ecêb û baş wesfê deîzmê da. Bi başî behsa edip yuksel û ihsan eliaçık kir.

Zilamekî zehf şehreza û zîrek e. Xwidê nekê, heke xira bibê, wê gelek gelek xortan jî bi xwe re bibê.



06.04.2018 04:31 | gumgumok

26. rastî gelek zana,bi aqil û têr î tijî ye. oldar bila lê binerin



06.04.2018 18:29 | reşik eyşo

27. Mêr e, mêr. Di dema nezanîyê da van pirs û pirsgirêkên kurdan yek bi yek, çi bi îngilîzî, çi bi kurdî, çi bi tirkî, bi gotinên xwe yên zelal û gotûbêjên we yên delal ronî dike, bersiv dide. Maşalah jê ra.

youtube tije gotûbêj û vîdyoyên wî ne. Rewşenbîrekî hêja ye.



03.10.2019 20:00 ~2019.10.04 12:33 | mirovekirind

28. wiha gotiye: "min jî digot qey îslameka rastîn (heqîqî) heye û min wisa xwe dixapand, lê belê tiştek wisa tuneye"


xweş û rast gotiye
li ser rojnameya gazeteduvar Here lînkê nivîsên xwe didomîne.



03.04.2020 01:29 | afa

29. (bnr: hamal kürt türk islamı ve kürt sorunu)



16.05.2020 19:17 | mîr

30. Civaknas, akademîsyen û nivîskarê ku sala 2020 da tevî konferansekî bûyî ye. Mijara axaftina wî, "têkoşîna wekheviya kurda û netewperwerî" ye. Tiştên gelek girîng dibêje û ji bo kurdan daxwazên pêwîst dîne ziman. Axaftina wî nêzî 47 deqe kişand û online tevî konferansê bû ji ber ku konferans li stenbolê bû ew jî li dya ye. Hûn dikarin ser youtube temaşe bikin:




12.07.2022 00:05 ~00:06 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mücahit bilici

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî