Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
fatma savci - tirşik
fatma savci
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min herî zêde ji "rovnivîska rojava- ber bi binxetê ve " hez kir. fatma savci bi vê berheme bi van çavdêriyên xurt berhemek diyarî xendekarê xwe kir,



28.09.2013 19:08 | arami

2. dema li serê çiyê bûye dÎldikevê destê dewleta tirk piştê deh sal razana zindanê azad dibê , karê wêjeyî û helbestvanê didomînê



28.09.2013 21:41 | newenda

3. helbestkar û pexşannûseke Î kurd e. ji nisêbînê ye. berê gerîlla bû.



Çiqas diyên me

dehe deh hitikan biwelidînin jî,

nobedrên desthiltdaran

Ji nasnameyên me pirtir,

dîsa hejmara gûleyan

ji salên zarokên me zêdetirin?..



gulÊn qasid

***



-Berf dibare-



Mam asê

Di newalê çavên te de



Berf dibarê gulik gulik

Ser mijangê te.



Roj,

Ji keskesorekê jî

Mehrum dihêlê bejna min



Payîz bi ser stêran de jî digrê

Diweşîne pel bi pel

Roniya xeyalên min.



Zivistan kon vedide

Li dilê min.



Bûm xwîşka heft bira

Di çîrokan de,

Pisîkê bi agirê min de mîst

Û tenê hût

Şahê agir e neha...



xewnÊn zÎvÎn



29.09.2013 02:46 | seydayê_peyvan

4. şêrîna li ber dilê min e..



01.12.2013 02:21 | ferhenga şikestî

5. pirtûka wê ya nû ya bi navê dotmara lal ji weşanên avestayê derçû.

îroj dema dihatim stenbolê, di nava balafirê de min dît ku li pişt min jinikek bi kurdî dipeyive. min jî xwe bi xwe got ev deng ji min re xerîb nayê û ez li pişta xwe zivirîm ku fatma savci ye. em piçek axifîn me hal û hewala hevudu pirsî, got ji bo bernameyekê ez hatim amedê û niha vedigerim falan..

bi rastî jî nivîskar û helbestkareke jidil, nefspiçûk û delal e gelek jê hez dikim



26.04.2014 23:56 | ferhenga şikestî

6. Helbestvaneke devoka nisêbînî di helbestên wê de xwe beloq dike



27.04.2014 05:46 | dijber

7. ew helbestvan e ku dema navê wê seh dikim nêrgiz tên bîra min * ji ber ku parvekirin û axaftina wê de her dem nêrgiz dibore. ew bi xwe jî weke nêrgizan bedew e



27.04.2014 20:44 | sewdaxan

8. ekole, helbestan wî xelata nobelê ye dile me de.



14.05.2014 02:29 | xasê

9. Dibêjin waxta ku gerîla bûye helbestên xwe yê pêşîn li ser pelên cixarê nivîsiye .



02.03.2015 03:54 | mistefa

10. ew qas jî na *



01.04.2015 19:23 | bijêrvan

11. bi ya min baştirîn nivîskar û helbestkara jin e. xwedê kêmaniya fatmaxanim nede.



04.09.2015 00:05 | diclefirat

12. helbestvana ku rêzimana kurdî nizane û têra xwe devokî dinivîse



04.09.2015 00:12 | dijber

13. axaftiye û gotiye:



Here lînkê



22.01.2016 01:02 | wiha wilo wisa

14. helbestvana
delal,
bedew,
kubar,
Jêhatî,
dil tenik.. çiqas wesfê wê bidim kêm e..

helbestên wê ewqas Kurmancî, ewqas herikbar; wek Dîcle, Mûnzûr, Firat.. ewqas ji dil; wek dilê zarokan.. wisa serhildêr; mîna jinxas û mêrxasên serhildana Agirî.. wisa kurdî, wisa Kurdîstanî...

her peyveke wê, gîhayekî zevîyên Kurdistanê, çîçekeke çiyayên Bagokê, cewkanîyeke aveke Dêrsimê dihewîne...

eva çendeke ez li ser helbestên wê dixebitîm, çend caran jî îlham da min.

hine êvaran ez xwe davêjime ber bextê helbestên wê..



06.01.2018 09:40 ~09:48 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fatma bozarslan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî