Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
yaşar kemal - tirşik
yaşar kemal
(4) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. bi eslê xwe kurd e. Bitirkî dinivîse.

Di sala 1923 de li osmanye yê hatîye dinê. xwedîyê gelek berhaman e. mehmed ûzun di Antolojîya Edebîyata Kurdî de dibêje ku yaşar kemal nivaskerekî kurd e.



29.09.2013 16:36 | takyudin

2. angorê tirka çinara wêjaya tirkî ye.bi deha roman nivîsiye û ji ber bi êslêxwe kurdê di pirtûkê xwe de qala kurda kiriyê

.



29.09.2013 20:21 | newenda

3. bi yek çavî li mesela kurdan dinhêrê ji ber vê yekê her tim kêm û şaş dinirxîne.



29.09.2013 20:58 | tivirloismail

4. nivîskareke ji heft bavê xwe de tirk e.. heçiyê jê re dibêje nivîskareke kurd e derewan dike û bêbextiyên kesanedîtî lê dike.. min bi xwe ji deva nebihîstiye lê li gorî gotegotan di civînekî de gotiye ku eger dilê min bivê ez dikarim di nav sê rojan de hînî kurdî bibim û berhemên xwe bi kurdî binivîsim.. bila qisûrê efû bike lê ne sê lê di sihûsê rojan de jî bi wê bîra xwe ya korik nikare bi qasê belavokekî jî bi kurdî binivîse.. heçiyê ew qûn û ew gunn pê re heyî ji xwe dinivîse zirt û fortan nade.. ji ber ku di warê edebiyatê de nasnameya çepgirî û muxalîf her wextî bi xwe re îmaj û prestîjek xweş tîne û avantajek ekstra ye kemalê me jî dema derdikeve ji derve bi kurdîtiya xwe dihese wekê din gotinên ku jê mûyê dûvê kerê jî jê naêşîn..



30.09.2013 01:04 | endazer

5. li başurê kurdistanê gelek tê naskirin...



21.10.2013 15:12 | arami

6. raste li tirkî xwediyê edebiyat û zimanekî hêja ye. lê divê em evê ji bi lêv bikin ku di warê kurdî û wêjeya kurdan de ne pispor e. mixabin hê jî wisa dizane ku di qada romanê de mehmed uzun yekem nivîskarê kurd e. helîm yûsiv jî di pirtûka xwe ya romana kurdî* de rexneyên gelek xurt derheqê yaşar kemal de kiriye.



21.10.2013 16:14 | kelemejû

7. baş e xweş e lê qure ye... kul û derdê me bi kesên qureyan re heye



21.10.2013 18:12 | elomelo

8. ji xeynî bakur, li parçeyên din yên kurdistanê zêde nayê naskirin. ji ber ku bi kurdî nanivîse. nivîskarek ewqas mezin lê evqas biçûk e.

weke nivîskarek, gelek jê hez dikim lê mixabin weke nivîskarek kurd nabînim.



21.10.2013 20:20 | simurg56

9. jiyana xwe kiriye diyarî, ji zimanê serdestên xwe re.



25.10.2013 14:02 | gulan

10. nivîskarekî trikînivîs e, dibêjin kurd e, min ti kurdayetiya wî nedîtiye ji bilî ku bi kurdî fîkandiye.



14.12.2013 20:08 | dijber

11. navek lê kirina go jibinî ne mirê. bi xwedê yaşar û hêjî yaşar!



06.03.2014 13:49 | mamostanısebin

12. li edene'yê navê parkekê ye. parkek gelek mezin e û gelek xweş e jî.



06.03.2014 21:59 | simurg56

13. pirtûka wî siltanê fîlan hêjayî xwendinê ye û behsa asîmîlasyonê dike, û hêjayî xwendinê ye.



pirtûka wî ya "çiyayê agirî" behsa serpêhatiya li agîrî dike û dide fahmkirin bê navê agirî ji ku tê.



ev jî nivîsek dawiya pirtûkê ye.



"Û hersal gava li çiyayê Agirî, bihar têt, bi kulîlkan, bi axa qehwerengî, bi bêhn û rengê xweş ve, şivanên çiyayê Agirî ên çeleng çavreş, û çavxemîn û girs jî bi tiliyên xwe ên zirav û dirêj radihêjin bilûrên xwe, û tên ser gola Kûpê, li bin zinarên sor, li ser axa qehwerengî û li ser pişta bihara hezar salî, kulavên xwe radixînin û li çarmedora golê rûdinin. Hîna beriya ku tîrêjên rojê bavêjin di bin çurusîna ronahîya stêrkên Agirî ên kombûyî de bilûrên xwe ji milên xwe dadixin, dest bi lêdana strana hêrsa Agirî dikin. Ev ji berbangê heya roj diçe ava dem dike. Di vê navberê de, tam dema ku roj diçe ava çûkekî biçûk, mîna berfê sipî li ser golê difire, doş dibe. Çûk zirav û dirêj e û dûrvê hechecikê dide. Li ser golê pir bi lez dizivire, li ser hev xelekên sipî û dirêj çêdike. Ew xelekên sipî têl têl dikevin nav şînayiya golê. Dema roj diçe ava bilûrvan dev ji lêdana bilûrê berdidin, bilûran davêjin ser milên xwe û radibin. Çûkên ku li ser golê difire jî, bi hemî hêza xwe, wek brûskê xwe bera ser avê dide. Baskên xwe li ava şîn dixe, radibe û bi wî awayî sê caran dikeve avê û derdikeve. Piştre jî difire û diçe, ji ber çavan wenda dibe. Piştî çûyîna çûkê, şivan jî bêdeng yeko-yeko, dudo-dudo ji golê bi dûr dikevin û di nav tariyê şevê de winda dibin."



06.03.2014 22:22 | berxweda

14. nivîskarekî ku, bi hestên kurdî ve pirtûkên tirkî divivîse ye. kesek dikare ji min re ferqa wî û mahsun kırmızıgül bêje?



07.03.2014 09:22 | nazim tolhildan

15. nivîskarê rewşa Kurdan tîne ber çavan e. di pirtûk xwe ya siltanê fîlan de ew rewş xweş aniye ziman. bawer dikim piştî xwendina pirtûka wî ya bi navê "siltanê fîlan" wê ramanên we biguhere.



Ev jî beşek ji pirtûkê bi wergere mustafa aydogan



"- Em ê dibistanên ku gêrîkan dikin fîl vekin. Gava çêlikên gêrîkan hîn nuh çêdibin, em ê wan bînin li van dibistanan perwerde bikin. Ew gêrîk bin jî ew ê xwe fîl bihesibînin û ew ê ji fîlan bêtir bi fîlîtiyê ve bên girêdan. Bi sedan salan e ku li Mirovistanê, ev sîstema perwerdekirinê tê mejandin. Ew ê bibin fîl û xwe fîl bihesibînin, lê ew ê qet ji bîr nekin ku ew fîlên bi qasî gêrîkan in."



Ji: siltanê fîlanyaşar kemal

ji Tirkî: mustafa aydogan

rûpel:197 weşanên nÛdem



16.05.2014 03:27 | cîhana pirtûkên kurdî

16. Mêrxasê zimanê serdestên xwe ye.



16.05.2014 10:35 | gulan

17. yek ji wan nivîskaran e ku dixwazim pirtûkekê bo min îmze bike ye. lê niha nexweş e. xwedê saxiyê bidê. înşele wê bibe nisîbê min ku ez pirtûkek wî ya hatiye wergerandin pê îmze bikim.



15.01.2015 21:17 | berxweda

18. nivîskarê ku li gorî agahiyên dawîn, rewşa wî ber bi xerabiyê ve naçe.

bi qasê min fêhm kirî, bûye pnomonî û niha entube (entûbasyon) ye.

îhtîmalek mezin plan ew e ku niha bi hikmê antîbîyotîkan enfeksiyona li laşê wî were kêmkirin û paşê ji bo ku ji makîneya nefesê were vegetandin (extûbasyon) amadekarî bikin.



16.01.2015 20:02 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» yaşar kemal
» kemalê amed

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî