Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yaşar kemal - tirşik
yaşar kemal
(4) (1) (4)
di mijarê de bigere

37. gor selîm temo di nîvîsa xwe ya bi navê "rojek ji rojên adarê" ku di rojnameya online ya radîkalê de hatî weşandin de dibêje; yaşar kemal gotiye ku 'wergerên kurdî bo tirkî yekem car min û cahît sitkı kiriye.' Temo di heman nivîsa xwe de destnîşan dike ku; yaşar kema gotiye 'ger pirtûkxana ehmedê xanî vebe ez ê hemû pirtûkên xwe bidim wan.' Here lînkê



05.03.2015 15:53 | xewnname

38. (bnr: çavkanî muhsin kizilkaya)

(bnr: çavkanî qûna min)



05.03.2015 18:19 ~18:24 | simurg56

39. (bnr: gotinên tiro viro)

(bnr: gotinên çavkanî ne tu gû)



06.03.2015 00:06 | azadixwaz

40. qaşo yaşar kemal çêr bi serok apo kirine û serok jî gotiye, çêrên te li ser sera û çavan in.



06.03.2015 02:13 | subasi842

41. nivîskarê rehmetî, li ser ameda berê nivîseke nivîsandibû û îroj nivîskarê radikalê oral çalışlar nivîsa camêr di quncika xwe de pêşkeşî me kiriye..



Here lînkê



09.03.2015 09:33 | ferhenga şikestî

42. Îro husên duzên li ser nedayîna xelata nobelê nivîseke pêbawer nivîsiye:



NEDANA XELATÊ Û ÇANDA KERIYî



Çanda pez û keriyî nahêle li ser tu babetê danûsatndin pêk bê. Çi rûbide, tu ҫi ji wan re bibêjî dê bizîvirîn heta daxin asteke kesayî. Ji ber ku ew ne kesayet in, pêdiviya wan bi kesên ku bûyeran pêk tînin heye.

Mînaka nedana xelata Nobelê bo rahmetiyê Yaşar Kemal jî tiştekî wisa ye. Van rojan sohbetên qaşo rewşenbirên kurd û tirk li ser rola rahmetiyê Mahmud Baksî û nedana Nobelê bo Kemal e. Hinek dibêjin Baksî nehişt ku xelatê bidênê, hinekî din jî dibêjin ev derew e.

Li gel ku min bi xwe jî rastiya vê bûyerê ҫend caran gotiye, ez şaşwaz dibînim bê ҫiqas gelek in kesê ku ҫav û gihên xwe ji rastiyên dîrokî re digrin û didin dû lehengiya kesan ku gelek caran ne rast jî.

Kî bibêje xelata Nobelê tenê ji bo kesên ku berhema wan î wêjeyî herî xurt e tê dan, derew e. Kî bibêje ku kes dikarin bihêlin ew xelat ji bo kesekî bê dan an neyê dan, ew jî derew e.

Bi qasî ku ev herdu derew in, ewqas jî rast in: Bêguman divê asteke berhema nivîskarên ku vê xelatê bigrin hebe, le belê ne yên ku berhema wan herî baş e, ji her kesê din zûtir wedigrin, an jî teqez dê wê werbigrin. Her weha bernamzetê vê xelatê ji alî rêxistinan an jî kesan jî tên pêşniyarkirin û di rewşin taybet de tên protesto kirin; nexwe bandora kesan jî dikare li ser dan an nedana vê xelatê hebe.

Ka em bên ser Yaşar Kemal: Gelo seba ҫi ev xelat bo wî nehat dan, li gel ku zehf dixwest û gelek caran hat pêşniyarkirin jî? Rahmetiyê Yaşar Kemal berî juntaya leşkerî 1980yî li Swêdê dijiya. Piştî juntayê got Tirkiye aram bûye, vegeriya Tirkiyê. Em dizanin bê piştre Tirkiye ҫiqas aram bû. Ez bawer im ku ev sedemê sereke bû ji bo nedana Nobelê ji bo rahmetiyê Yaşar Kemal. Ger sedemin din hebin jî dê yên pileya duyemîn bin.

Mirov dihare ji helwesta nivîskarê mezin Kemal a hîngê û ji ya akdemiya Swêdê gelek tiştan fêr bibe, ger em karibin vî aliyê babetê bibînin û li ser biaxavin.

Wer xuya ye ҫanda keriyî rê li ber vê jî digre.



Husên Duzen, 10.03.2015



10.03.2015 18:36 | xendekî

43. hîndekarên zanîngeha yyu dixwazin ku navê wî bidine faqulteya edebiyatê. bi raya min dê biryareke di cî de be, bi dilê min e jî ev yek.



Here lînkê



01.05.2015 17:44 ~17:45 | diclefirat

44. Li gorî (bnr: rohat alakom) ku lêkolîn li ser xebatên wî kiriye, divê yaşar Kemal bi dê û bav kurd e, di pirtûkên xwe de qala Kurda kiriye. Jiyana Kurda aniye ziman, pirsgirêkên wan aniye holê, di rojeva navneteweyî de bi xêra nivîsên wî behsa Kurda dibe û hwd.

Wekî ku min jê fam kiriye, merivekî weka Celal Güzelses e, ku tu Xizmeta wî ji çand û zimanê Kurdî re tuneye, ji ber wê mirov nikare bêje kurde, û di ser de gelek tîştên di derheqê Kurda de biriye kiriye çanda Tirka, ew jî divên van tişta yên Tirka nin. Ji ber vî, ev camêr ji bo Kurdan (bnr: hebûye tunebûye).

Navê wî dane bînayîyeke Istanbul Bilgi universitesi
Here lînkê



23.04.2020 01:09 | afa

45. pêxemberekî kurd e lê xwedê wî şandiye nav tirkan.



08.05.2020 11:53 | tizbîkêş

46. Nivîskarê ku min du heb pirtûkên wî xwendiye. Ya ku bala min kişand gelemperî li ser bendewariyê ye, kesayetên li romanê her tim li benda tiştekî ne ku biqewime. Mirov dema dixwîne dibêje ka çi dibe ka çi dibe ? Ya xirab hîç tiştek nabe *

pêşniyar dikim ? Na welle. Ez bixwe kesek bê sebr im yên wek min divê nexwîne



29.06.2021 13:06 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yaşar kurt
» kemal kurkut

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî