Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
yaşar kemal - tirşik
yaşar kemal
(4) (1) (4)
di mijarê de bigere

19. nivîskarê ku wê rojê, dema ku me behsa wî kir, hevalekî tirk ê mamoste got "ew kî ye?". erê kesên ku wî nasnakin helbet hene, lê mamosteyekî ku wî nizanibe tişteke ecêb e.



17.01.2015 19:34 | nazim tolhildan

20. Yek ji navdartirîn û mezintirîn Nivîskarên Tirkî ye. bi esilê xwe kurd e. navê xwe yê fermî Kemal sadik Gökçeli ye.Malbata wî di dema şerê cîhanê yê pêşî de, ji wanê koçî osmaniyeyê kirine û li wir bi cî bûne. Wî lîse qedandiye. Gelek kar û barên mîna şoferî, karkerî, arzûhalîtî û memûrtî kiriye. Nêzî 50 berhemî nivîsiye û gelek xelatên wêjeyî stendine. Di berhemên xwe de ekseriya miroven Feqîr û Belengaz nivîsîne. Zimanê wi gelek dewlemend û dastanî ye. Niha 92 salî ye û nexweş e li fakülteye tibê ya çapayê razandiye. Di kurmancî de Herî dawî berhema wî ya tîtirwask ji aliyê weşanxaneya lîsê ve çap bûbû.



19.01.2015 03:33 | seydayê_peyvan

21. bi pirtûka navê "ince memet" nav û deng dayê dinyayê.

bi eslê xwe ji alîye wanê ye lê belê li edenê mezin buye.



19.01.2015 18:04 | hesen bira

22. nivîskarê kurd ê tirkînûsê ku îro çûye dilovaniya xwedê..

cihê wî bihûşt be..



28.02.2015 17:19 | ferhenga şikestî

23. Kî nebû ax û neçû

Kî nego ax û neçû



Arjen Arî



28.02.2015 17:22 | xendekî

24. rehma xwedê li ser wî be. min qet newêrîbû destpê xwendina romanên wî bim. du cara min ince memed rakir lê hilma min çikand, şêweya wî ya klasîk peyv min kir heram. tenê qey di sala 2006an de em çûbûn tîyatroya wî ya bi navê "teneke". hew. ha kêfa min gelek ji hevpeyvînên wî dihat...



28.02.2015 19:33 | biruya hayao miyazaki

25. Nivîskarê gewre îro di 90 saliya xwe de rehmet kir. bi berhemên xwe ew ê her tim bijî. Her wiha me bihîst ku nivîskar brahîm ronîzêr berhema wî ya ince memed werdigerîne kurmancî.

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10153011096858280&set=a.55564633279.63305.531218279&type=1&theater



28.02.2015 23:39 | diclefirat

26. nivîsa yaşar kemal ku sala 1995 de ceza xwaribû (îngîlîzî)...http://kurdistan.org/work/commentary/the-dark-cloud-over-turkey/



01.03.2015 01:08 | diljan

27. Kurdê ku di edebiyata tirkî de xwediyê cihek pir giring bû. Lê mixabin ne ji bo kurdan ne jî ji bo kurdî ne mirovek giring bû. Ji ber ku tu caran bi gotinên net û ji xwe bawer li kurdîtiya xwe xwedî derneket.



Û mirina wî di medyaya civakî de zêde zêde tê fişal kirin. Ê ku tu caran qene hevpeyvînikî jî nexwendiye di derbarê de aniha hindik maye bigîrî an jî cwe ji derekê biavêje..



01.03.2015 04:33 | brusk56

28. dema diçûm liseyê qasî deh romanên wî xwendîbûm û cara yekemîn bi kurmanciya herêmî di nav romanek wî de, ku ne şaş im seyemîn an çaremîn a pirtûka hemedok (înce memed)ê ( li gorî rûdawê, dibe ku memedok bibe) de derbas dibû, dîtîbûm ..romanên yaşar kemalî hişmendiya fikirina zanîstiyê dide mîrovan û gelek romanên wî hejahî xwendine, bendewariya wergerandina kurdiye..



01.03.2015 23:32 | havka

29. romannûseke hêja yê esilkurd e. demekê min û hevalên xwe hewl dabun ku romaneke wî wergerînin kurdî lê zimanê wî pir zehmet e û weke din jî du re me bihîstibu yekê wergerandiye. *



01.03.2015 23:41 | azadixwaz

30. ji dibistanê rojekî rêya min ji pirtûkxanê yê ket çakî bu çawa bû nizam lê pê wî bozbilindîya xwe min destê xwe direjê MEMEDOK a wî kir . êdî hildan ew hildan bû heta xilazbûnê min ew roman a ji destê xwe nexist .niha ji siltanê fîlan li cem mın heye lê heta tirkîya wî nexwînim ya kurdî naxwînim



wisa dibêjin li siltanê fîlan da behsa me kurda kiriye



Ka behs bike, behsa hunerên wan mexlûqên piçûk bike.

Mezinbûn an piçûkbûna wan ji min re ne lazim e. Lê hunerên

wan lazim in



01.03.2015 23:50 | xeteraqirêj

31. nivîskarekî jiyana hêla edenê, çûqûrova, çiyayên torosê û hemû mezopotamiya, anatolîyê bi dengekî cuda, bi nivîseke bêhempa anîye ziman.



kurdayetîya wî bira li hêlekî be, gotineke wî a bi şêwa "ez dikarim di heftîkkê de romaneke bi kurdî bi nivîsînim" heye.



02.03.2015 13:04 | parêzerê nîvçe

32. https://www.youtube.com/watch?v=eZWpt2YHvb0



03.03.2015 17:55 | diclefirat

33. salihê Qubînî dibêje û Yaşar Kemal û Murat Güneştekîn guhdarî dikin. Yaşar Kemal bi Kurdî diaxive û dibê ''Serê çiyayê sîpanê xelatê bi dumane bi mije.Kî dîtiye nêçîr neçîrvanê xwe dikuje... Dê bêje...''







04.03.2015 00:29 | diclefirat

34. Ji bo yaşar kemal çi bêjim nizanim. Çend rojê hewl didim ku hin tiştana binivîsim lê nikarim. Kîngê biceribînim ku binivîsim, nivîsa min di nivî de dimîne û destê min naçe ku berdewam bikim. Yaşar kemal di eslê xwe de kurd e. lê nivîskarekî herî hêja ê wêjeya tirka ye. Yanê paradokseke ku êdî di hemû tamarên kurdan de bi cîh bûye ye. Nehîştine ku kurd bi kurdû binivîsin, bi kurdî bijîn. Ev rewş jixwe parçeyeke trajediya kurdan e. carinan difikirim, gelo kurd nîbûna halê wêje, çand, hûner û heta siyaseta tirkan wê çawabûya… Dûv yaşar kemal re, yılmaz güney û Ahmet kaya jî tê bîra min. Di hemû hûnerên xwe de hest, çand, fikir û ramanên kurdan bi tirkî peşkeş kirine. Her çiqas hestên kurdan ve bi rê çûbûne jî, em nikarin ku bêjin hûnera wan parçeyeke çanda kurdan e. Hemû afirandeyên wan wan xizmeta ziman û çanda tirkan de ye. Bi rastîtita vê yekê ve aciz dibim. Dixwazim ku ji ber vê yekê ji wan re hêrs bim, lê paşê wicdana min rê nade.



04.03.2015 14:13 | nazim tolhildan

35. meseleya hîn bûna wî a kurdî a heftekî de li vir tê behs kirin: http://www.hurriyet.com.tr/yazarlar/5345760.asp





04.03.2015 19:15 | ervah.azad

36. li gor "kurê wî yê manewî" ahmet güneştekin sedema ku yaşar kemal nobelê hilnedaye nivîskarek kurd e. de ka nizane ku nivîskarek kurd çiqas dikare bandorê li komîteya nobelê bike! dibêjin ew nivîskarê kurd jî mahmut baksî ye. Here lînkê



05.03.2015 15:49 | xewnname

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yaşar kemal
» kemal ulusoy

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî