Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bikaranîna kî û kê
peyamên çepikkirî

11327. mixabin di kurdî de xeletiyeka meşhûr e. lê ya ku meriv diheyirîne û şaş metal dihêle lêrasthatina wê ya di nivîs û peyivîna hin kesên bi kurdî re mijûl dibin de ye. hin tirşikçî radibin û bi tirkmancî re dibêjin adiyamanca, lêbelê şaşbikaranîneka bi vî şiklî hûn di "tirkmancî" ya semsûrê de nabînin. çi ecîb e min ev şaşbikaranîna li kesên elîhî û hin deverên din dîtiye. min li ser vê lêkolîneka berfireha dûr û dirêj nekiriye, lê axir çito bûye dîmeneka wiha di aqilê min de maye. de em werin ser mijara xwe;



"kê" forma tewandiya "kî" ye û bi lêkerên ku mêla xwe bi bikaranîna wan a bi bireserê(nesne) ve tev heyî ve tê bikaranîn;

kê ... got => [bersiv: "min" got]

kî hat =>[bersiv: ez hatim]



kê .. kir => [bersiv: "min" kir]

kî bû => [bersiv: "ez" bûm]



wekî li jor xwiya ye, eger bersiva pirsê kirdeya tewandî bixwaze, hînga hewce ye ku forma tewandî ango "kê" bê bikaranîn, egerna lêker kirdeya normal/netewandî bixwaze hînga lazim e "kî" bê bikaranînin.

de niha bêjin kê tirr kir.



05.06.2013 14:07 | simurg56

21794. cînavk belan cînavkên pirsyarê ne.

çawa ez û min heye kî û kê jî heye.

mixabin ku gelek kes van tev li hev dikin û dibêjin ku "kî" bo nêrzayendan e û "kê" bo mzayendan e. lê ev ji binî ve xelet e.

kî hat? ez hatim, ez dikare nêr be dikare mê be.

kê got? min got, min dikare nêr be dikare mê be.

anku

kî cînavkeke xwerû ye û kê cînavkeke tewandî ye ji "kî".

loma wek ku nabe mirov bibêje: "ez kutam te" tu nikarî bibêjî " kî kutaye te"

min ev dîtiye ku gelekî ji aliyê çend qaşnivîskaran ve jî xelet dihê bikarhanîn.

(bnr: fehîm işik û kê/kî)

wekî dî mijarên divê hûn lê binerin.

(bnr: tewang)

(bnr: cînavk)

(bnr: nivîskarên ku bi kurdî nizanin)



09.06.2013 07:28 | brusk56