Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 79 peyam
kurdî de bikarneanîna navê allah - tirşik
kurdî de bikarneanîna navê allah
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ecêbek e.

tirkî de dema hinek ji allah re bêjin "tanri", derheqê wî kesî de aqilê mirovan de hinek fikir peyda dibin: gelo ateîst e? gelo bawer nake? gelo îsewî ye?



lê kurdî de nizanim çima lê em jixwe tu caran nabêjin allah, em herdem dibêjin xweda, xwedê teala.

tişteke seyr e ku xelkek weke kurdan misilman, berevajî gelên din yên misilman navê allah ewqas bi kar neynin. erê.



03.10.2013 00:37 | simurg56

2. yezdan

xwuda

ezdan



03.10.2013 00:52 | newenda

3. bi kirdkî/zazakî:

homa, Heq, Ellah/Allah



03.10.2013 01:48 | kurdane

4. li sondxwarin û hin beddûyan de peyva ''star'' jî li cihê xwedê de tê bikaranin ,mînak pîrên me gava diqehirin diben ''ya starrrrrrrrr''



dibe ku peyva 'star' 'wek peyva tanrı ku li tirki ji alîye ateist û laikan tê karanin , ji aliye kurdên nûjen ve li cihê xwede were karanin



03.10.2013 17:22 | babayaro

5. Peyvike taybetîye: xwedê ji 'xwe da' te

xwedê xwe da, yanê xwedê her tim hebu



03.10.2013 17:31 | ferr

6. gava dayikÊn me dua dikirin, digotin:

'xwedêyo, xwedêyo! tÛ fırsendÊ medÎ dest zoliman...'

işte şaÎr li vir navê allah bi peyva xwedê bi kar aniye.



04.10.2013 09:05 | cinorek

7. ya rast navê xwudê û şêweyê navhildan û gazîkirina xwudê ya li cem kurdan baş nîşan dide bê ka kurd ji minet û melaqiyê çi qas dûr û xeyûr in.. te dî li cem pirraniya miletên din dema navê xwudê were hildan bi dest xwe re qerafa xweyîtiyê jî tê pêvekirin wek; allahım, tanrım, rabbim filan.. lê kurdên me tê bêjî qey li çolê banî hevalekê xwe yê dûr dikin, xwudê, xwudêoo, waa xwudêê, xaliqo rebbiyo filan..



04.10.2013 13:58 | endazer

8. dîyanetê tirkan dema quranê pîroz wergerand kurdî, hin kesên qurnaz bi pindoyî ev taybetiya kurdî ji diyanetê re pirsî bû: hun ji "tanri"yê me re wekî hût tevdIdin, ka niha ev xweDÊ ÇI YE? *



http://ahmetdursun374.blogcu.com/allah-yerine-xwed-xuda-xweda-yezdan/5986206



KOVARA NÛBIHAR WEKÎ PIRANÎ ZANE, HÊLA WÎ YA DÎNÎ GIRAN E. EV TIŞTEKÎ NE BÊ QEBÛL E. LÊ CARNA BIKARANÎNA PEYVÊ "ELLAH" HEW qAS BÊWATE SER HEV DU TÊ KU MI PIR acîz dike. ÇÊNEKINE BIRA ÇI HEWCÎYE? EV GEL BÊ BÊJE YÊ "ELLAH" JÎ MISILMANiya xwe ev çend sed sal e kanî ye berdewam bike.



13.10.2013 15:25 | biruya hayao miyazaki

9. evqas salin ku bi vî awayî pêk hatiye û şikir ji xwedê re ku kurd ne xwedênenas in jî nîşan dide ne tişteke ewqas giring an kêmasiyek e. de ka dev jê berdin piştî vê saetê.



13.10.2013 22:23 | azadixwaz

10. lê ne hemû kurd dibêjin xweda.
hine Zaza dibêjin Allah.
zazayên el-ezîzê dibêjin allah



12.01.2018 21:48 | bûtîmar

11. jiber xwedê kurdî jî dizane dibe kurd be jî * bi devê xwe gotiye ez bi mazlûmanre me * ji niha pêde navê xwedê, xweda, Allah zikirbikin binihêrin li xwe..

neyse minê çi bigota ez niha enerjiyê bardikim muzika kurdî wê muzîka kurdî wekî berê bi rih bibe zewq bide wê hemû cîhan muzika kurdî gohdar bike wê kurdî hîn bibin ji niha pêde hêdî hêdî wê kurd rabin pêdariyê * tirkiye rusya iran sûriye û hemû zalim, wê têk herin wê hemû cîhan piştgirî bide kurda... yikilacaklar bû bahara


ji ey reqîb û şêrîn û xweşee ee zimanê kurdî, strana mala we li ber malameye ji kê gohdardikin ferq nake samî yusuf barekallah/ya resûlallah û berfîn aktay şemlê gohdar bikin, strana ibo çakmak çakmaya geldim * dest pê bikin û hun jixwere li piyasê binihêrin

hun jimin bawernakin lê ezê bi we bi darê zorê bidim bawer kirin kesê bi ya min bike poşman nabe *

wê vê heftê rusiya tevlî hev bibe heftê dora yekî. stranên temelê tirkiyê bihejîne pir nema bidestbixim lê di stranên suriyêde tirkiye jî diheje *



13.01.2018 11:22 ~11:24 | telebê hz mêdî

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya pehn
» navê tilîyên dest
» allah

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî