Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
şener ozmen - tirşik
şener ozmen
(15) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. contemporary artist yanî hunermendê hevçax , rexnegirê hunerê û nivîskarekî kurd e. Jî hezex a şirnexê ye. Li zanîngeha çukurovayê xwendiye. Bi tirkî çar Pirtûkên wî yê helbestê hene. Yek çîrok û sê romanên wî yî kurdî hene.Her wiha gelek xebatên wî li ser hunera hevçax hene.



04.10.2013 14:28 | seydayê_peyvan

2. Şiroveyekî kawa nemir derheqê pirtûka wi ya kurteçîrokan de:



Qorzîbereke Kurteçîrokê

(25/05/2012 ev nivîs di vê tarîxê de li ser radîkalê hatiye weşandin)

Gelek qereçarşem derbas bûn di ser wê dîskûrê re, ya ku dubare digot, “Zimanê Kurdî zimanekî devkî ye, dîroka deqên wê yên nivîskî zêde dirêj nîne.” Vê gotûbêja pûç û bêbingeh timî xwe disparte nezaniyeke beşbelek. Xwediyên vê “galgal”ê jî dutîre bûn. Tîreyekê digot, Kurdiyê ne ala mewzûn heye li banê gerdûnê, ne jî kaxiz û beratên ku ji Kurdan re bibine kanon, ku van tev de bi wê nezaniya xwe ve di vê pola jiyanê de xwe cotgîsin kirine û nuxsên hiş in. Tîreya din bi pirêzeya xwe ya heta niha bûye keleha qelsenivîskaran, ku pirraniya endamên wê tûşî trawmaya “edebiyata sirgûniyê” bûne, ku çawa Selîm Temo xweş li qelemê dayî, ew zarokên “edebiyata revê” ne.

Min ev yek destnîşan kir, ne ji xerezê, lê rezê wan ne tu rez bû, lê xist terezê jî. Min ev yek destnîşan kir, çima ku êdî wêjeya Kurdî li ser asta kelepora xwe tê helsengandin, ku ew jî bi mirî û zindiyên xwe ve bi pêş de tê. Yên zindî û li welatine din, ew ê jî bên û li vir bimirin. Çi ku rehmet jî li vir e, “rehmetî” jî.

Hal û hewal wiha, salên 90’î ew sal in, ku kelepora Kurdî ya nivîskî ji ciyê ku bi dîrokî hatibû dabirrîn de ji nû ve kete qonaxa geşedanê û ji wê hingê heta niha devîdevî çarîkek sedsal bihurî, ku navekî vê qonaxê yê din jî Nifşê Rewşenê ye, yê ku li ser kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê damezirî. Û vî nifşî gelek helbestkar, nivîskar û wergêr afirandin, gelek kes dikarin li vir gelek navan bînin, lê ez ê li vir bi taybetî navê romannûs, wergêr, hunermendê navneteweyî û rexnegirê hunerên aktuel, Şener Özmen û bi kurtî ‘Keleh’ê, pirtûka wî ya nû ya kurteçîrokan, bînim.

Şener Özmen pirralîtirîn kesayetê Kurd ê nivîskar e û nivîskarekî gewre ye, yê ku bi movikên gerdûna nivîskariyê girtiye. Helbestkar Îrfan Amîda, gewrebûna nivîskariya Şener Özmenî bi boneya ‘Rojnivîska Spinoza’yê wiha heldisengîne: “Dema ku we rahişte ‘Rojnivîska Spinoza’yê û dest bi xwendina wê kir, hûn ne ku bi tenê romaneke bi Kurdî dixwînin, her wiha hûn hest pê dikin ku hûn di qonaxa geşedana romana Kurdî de, di çivangehekê re derbas bûne û dema ku hûn xwendinê diqedînin, ji we ve xuya dibe ku hûn êdî ne li wî ciyî ne, li kû hûn radiwestiyan. Lewma jî, ‘Rojnivîska Spinoza’ qorzîbera nû ya romana Kurdî ye.”

Özmen, piştî romanên xwe yên bi navê ‘Rojnivîska Spinoza’ (Lîs, 2008) û ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ (Lîs, 2010), bi ‘Keleh’a xwe ya pirtûka kurteçîrokan ve henaseyeke nû û xurt tîne nava kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen. ‘Keleh’, her yek jê li ser Kurdiyeke wisa berfireh saz bûyî, ku dikin em Kurdiya xwe ya heyî, hemû çavkaniyên zimanê xwe yê ku em pê di qewareyeke berteng de bi jiyana xwe ya rojane berdewam in, ji sêrî heta binî careke din hizir bikin û ji nû ve saz bikin, heşt kurteçîrokên ku dê xwendevanê xwe matmayî bihêlin, ên bi navê Keleh, Akîo, Lîmûzîn, “Ez Jîr Aslan”, Stêrk, Çîroka Du Evînên Jîkurt, Jinûmêr û Lîlî, Lîlokê bi xwe ve digire.

Kurteçîroka “nûjen”, wekî çeşnekî wêjeyî, çawa ku li hemû parçeyên welatê me, wisa jî li mezintirîn parçeyê welatê me, sal bi sal kelepora xwe û ya cîhanê baştir nas dike û êdî di dilqê “kurteçîroka bi Kurmancî” de berê xwe dide asoyên afirîneriyê û lê ye ku bibe yek ji adantirîn beşên wêjeya Kurdî. Şener Özmen jî, di vê yekê de çu şik û gumanê nîne, li gel du romanên xwe yên berê weşiyayî, ku xwendevanên Kurdî eleqeyeke baş nîşan danê, û êdî bi van heşt kurteçîrokên xwe yên li jêr navê Kelehê ve, li hemû parçeyên welêt, yek ji gewretirîn pênûsên zimanê Kurdî ye! ‘Keleh’ vê rastiyê êdî ji berê zêdetir diçespîne! Bo xwendevanê ku xwe bi Kurdiya xwe ve li vê darê dinyayê wekî “tayê bi tenê yê mala zimanê xwe yê zikmakî” dibîne, heşt kurteçîrokên Şener Özmenî yên ku zimên û honakê bi bîrtûjiyeke ku dê neyê jibîrkirin radikin pêdarê û nîşan didin ku şax û şovên nivîskarekî Kurd dikarin çendî berfireh bin û kurt û bi Kurmancî, Kurdî dikare bajo û here çi deverên dûredest û ezamet!

‘Keleh’, bi mijarên xwe yên aydî kelepora Kurdî û lehengên xwe yên biyanî ve, ji me re kelehên kêliyên teng xera dike, kelehên kêliyên berfireh ava dike!



04.10.2013 17:02 | ceso

3. niviskarê ku vêga min dest bi roman wî ya "rojnivîska spinoza" kiriye...



21.10.2013 15:29 | arami

4. xweş dinivîse lê di romanekê de behsa hezar tiştan bike, kuro ma ew çi lez e hebekî bêhna xwe vede!!



21.10.2013 18:03 | elomelo

5. em dikarin bêjin romanên wî deriyê romanên postmodern ê kurmancî vekiriye. romana rojnivîska spînoza gelek tiştan kiriye ji her perçeyê kurdistanê re peyamên xweş hene.



07.04.2014 01:56 | rêzan

6. ger ji min bipirsin "romana kurdî?"

ez ê bibêjim: ez li hêviya romanên nû yên şener özmen û ciwanmerd kulek im.



07.04.2014 20:59 | zero

7. di nav nivîskarên kurd de romannûsek serkeftî ye ,romana wî ya ewilîn "(bnr: rojnivîska spînoza)" ye û ev roman romana ku îroj xwekoma ndina celadet elî bedîrxan a sêrtê li ser axaftin , tehlîl û niqaşê kiriye ye.



07.04.2014 22:21 | sewdaxan

8. *Navika wî werimiye belku jî hevalê Kawa nemir yê bîra+vexwarinê ye, wusa ye

*wek hunermendê kurd yê navnetewî tê naskirin yan jî ew xwe wusa dizane

*Çîrokên wî yên di pirtuka Kelehê de xweşkok in



02.11.2014 13:57 | xanî

9. (bnr: gotinên erotik bi kurdî)



02.11.2014 14:06 ~2015.03.24 16:04 | ceso

10. her kes dibêje hunermendê navneteweyî lê gelo ev çawa navneteweyî bûne min fêhm nekir. ciwanmêr bi hunerên modern re eleqedare. belkî di nav çend pêşangehan de cih girtibe. Lê kesê ku hinekî ji van huneran fêhm bike wê bizanibe ku gelekên karê wî pir xerab in. romanê wî yên bi kurdî baştirin ji karên wî yê din. ha herwiha demeke dirêj ez li hemû pêşangeh û galerîyên hunerê yên Stenbolê gerîyam, lê bir rastî jî min nedî kesî qala şener özmen kir. di radîkalê de nivîsek du nivîs li ser derketin em heqê wî nexwun. lê di radikalê de ji bo hemû kurdên hunermend cihe heye. kengî nûçeyên wan yên kultur û hunerê kêm bikevin yekser kurdekî derdixin..



02.11.2014 14:31 | rojan

11. Romana wî ya dawîn ya bi navê gramera bêhizûr di dawiya sala 2014an ji weşanên lîsê derçû.



06.01.2015 23:44 | seydayê_peyvan

12. yewî ti rê vajo ê nameye xo wa bedelno. yekî ji we re bibeje nave yê xwe biguhere



09.01.2015 16:54 | teberkerde

13. 1'ê îlona 2015'an li stenbolê pêşangeha wî ya solo ya binavê there is a way out vedibe. hevalên ku dem û derfeta wan hebe jê nemînin.

Here lînkê



26.08.2015 02:10 ~02:11 | diclefirat

14. Bûye mêvanê pirsînanê yê înanolo. kerem bikin aha ev jî lînka hevpeyvînê:

Here lînkê



29.09.2016 11:12 | înano lo

15. Şener Özmen hunermend, rexnegirê hunerê û nivîskarekî kurd e. Di sala 1971ê de li bajarokê Hezexê ya bi ser Şirnexê ve, hate dinê. Di sala 1988an de Zanîngeha Çukurovayê, Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedand. Di heman salê de, ji bo lîsansa bilind li Zanîngeha Mêrsînê Fakulteya Fen-Edebiyatê di Beşa Felsefeyê de cî girt lê xwendina xwe xilas nekir.

Min Şener ozmen di semînerekê de nas kir. Axaftina wî pirr balkêş e. Hunermendekî hêja ye. Dema pirtûk îmza kir qala tiştên xweş kir bi rastî motivasyona min jî bilind bû.



21.06.2020 16:36 | yûsiv

16. sala 1971’an de li bajarokê Hezexê yê bi Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de wî Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Diyarbekrê wek mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Diyarbekirê didomîne.

Şener Özmen, di gel wêjevaniyê, di qada navneteweyî de wek hunermendekî aktûel jî hatiye nasîn û di hunerên aktûel de hem bi vê nasnameyê, hem jî wek rexnegir û kuratorekî (gerînendeyê pêşangehan) bi cih girtiye. Gelek nivîsarên wî ên di derbarê hunera aktûel de di gelek katalog û pirtûkan de weşiyane û wî bixwe jî, di sala 2007’an de li ser çalakî berhemên hunera aktûel pirtûkek bi navê “Travma ve Islahat” weşandiye. Wek hunermend beşdarî gelek pêşangehên li Tirkiyeyê û bêhtir derveyî Tirkiyeyê bûye, li ser kurtefîlm û berhemên wî yên hûnerî (wek wêne û defter û xêzeroman û wêneroman) û nexasim li ser helwêsta wî ya hunerî heta îro gelek nivîs jî hatine weşandin û birek ji wan bûne sermijarên tezên akademîk.



30.06.2020 16:19 | yûsiv

17. Nivîsê wî gelek xurt û gewre ne (peyvên gelek qerase bi kar tîne) lê bes qasê ku min dîtiye hevpeyvîne bi awayê vîdyo hatiye dar xistin de axaftinên wî qasê nivîsan ne xurt e. Ev ne mîna kêmasiyek an tiştek din e. Bi qewlê bavê nazê sê cûre nivîskar hene: yê/ya ku xurt dinivîse û xurt daxive, yê/ya ku xurt dinivîse û qels daxive, yê/ya ku qels dinivîse û qels daxive. Xwedê zerarê nede pênûsa wî*



02.11.2020 16:24 | rizgarm

18. rojnivîska spînoza bi kîrê xwe nivîsîye



21.05.2021 10:02 ~10:03 | hespêsor