Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 17 peyam
    kela dimdimê - tirşik
    kela dimdimê | 1991
    Nivîskar: jan dost | kurmancî | destan | 0 rûpel

    DestanaKela Dimdimê, pelek ronî ye di nav pelên dîroka gelê Kurdistanê de ye, destanamêrxasiyê ye, destana berxwedan û serbilindiyê ye, destana kesên ...
    kela dimdimê
    (3) (0) ecêb (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. pirtûka jan dost'a yekemîn



    2013.10.04-22:20 | newenda

    2. ...

    rojêd çetin wê bêne bîr

    kurd ê biqetînin kirêtiyan, zincîr

    azayiyê wê bistînin bi mexlûqetên hevgîr

    ...

    destaneke kurda ye ku bi qasî memê alan û siyabendê silîvî meşhur û bi nav û deng e. lê cudahiyeke vê destanê heye ku ew bûyera xwe rasterast ji dîroka kurdan digre. kela dimdimê di sedsala 17emîn de ji hêla leheng û qehremanê nemir xanoyê çengzêrîn ve hatiye ava kirin. kel, ji ber ku li cihekî stratejîk* ava bûbû, ji çarmedor ve êrişên talanker û yexmakerên tirk û farsan dihatin ser. ger îran û ger jî osmaniyan êriş dibir ser kelê lê kelê bi dest nedixistin. piştî rewş evreng bû osmanî û safeviyan di nav hev de peyman girtin da ku bi hev re tevbigerin û xanoyê çengzêrîn têk bibin. ha ev destan jî vê bûyerê ji xwe re kiriye mijar bê ka kurd bi çi rengî xwe dane kuştin lê dîsan jî kelê teslîm nekirine.



    ji destana devkî çend rêz;



    de gidîno bikin bilezînin

    barûtê zû ji çelan derînin

    kela dimdimê hemû bihedînin

    bila dijmin bibînin teslîma me tunînin



    zû kirin û lezandin

    barût ji çelan derandin

    kela dimdimê teqandin

    hemû kurdistanê nîşan din



    miyasera şah ebas nebû

    xano ji dînê xwe dernebû

    teslîmî şah ebas jî nebû

    ew li hemû dinyayê eyan bû



    bila hemû kurd bizanibin

    heke xayîn* di nav wan de peyda bin

    ew ê her gav bê erd û bê war bin

    her gav jî stûxwar bin

    wê di binê destan de bin

    ...



    dawiya romana erebê şemo *;



    "bila şahê şah mîna şems-il qember timî pencê xwe bide ser me, bila tîrêja wî bide hemû dinyayê. ew hukmê ku te da ser min, ji bo kurdan, min qedand. min kela dimdimê xerab kir. min kurd giş qir kirin.

    serdar xan



    2013.10.20-13:46 [guhertin:2015.03.27 12:27]| ceso

    3. berxwedana kela dimdimê li sedsala 17an, gorî salnama îskender munşî li sala 1610an de, di dema nakokî û şerên di navbera osmanî û sefewîyan de derbas dibe. li gorî çavkaniyên dîrokî tevahîya herêmên îro wek: soma, biradost, tirgewer, deşt, mîrgewer, berandêz, deştebêl dihat binavkirin. serpêhatiya dimdim ji xebat û berxwedana kurdan bi rêberiya emîr xanê biradostî li hemberî dagîrkerên sefewî dike. emîr xan li ser heman vê kela kevin a kurdan kela xwe ava dike. navê kela wî jî di nav kurdan de wek navê kela kevn a kurdan dimdim dimîne. çiyayê dim dim li demên berê de wargehê rêveberiya îraniyan li dijî êrîşa ereban bûye ku bi destê hukumdariya kurd a revadiyan hatiye encamdan ku bêguman hîmê yekemîn a kela dimdim

    ji aliyê wan ve hatiye danîn, lê piştî fetha îslamê kela dimdim hate xirabkirin.



    kela dimdim li ser çîyayekî bilind wek pişta kel’ê hatibû çêkirin. ji alîyê bakûr û başûrê kelê geliyekî pir kûr û bilind heye ku kes nikare ji ber bilindahîya wê, jê serkeve û hewcehî bi dîwar nîn e.bi biryara xanê lepzêrîn kevirek weke enbara avê hatibû çêkirin ku ava befir û baranê li wir kom dibû û bi vî awayî hewcehiya akinciyên kelê bi avê misoger dibû .



    sefewîyan jî, ev wek emîr nas kiribûn û devera ûrmiye wek mîrnişîna wî nas dikirn. piştî mirina şah tahmasp, osmaniyan xwestin herêma ûrmiyê têxin bin desthilatdariya xwe de.



    emîr xan hem li dijî osmanîyan û hem li dijî hêzên din yên deverê şer kiribû. di şerrekî de destekî emîrxan jê bibû. ji ber vê jî navê wî pirr caran wek “emîr yekdest” dihat bikaranîn.



    dema şah ebbas êriş bir ser azerbaycan, nexcewan û rewanê, bona ku ji destê osmanîyan derxe, emîrxan xwe gihand şah ebbas û li şer de li dijî osmanîyan şer kir û hêzên osmanî têkşikandin. li ser vê yekê şah ebbas emîrxan wek mîrê biradosta da naskir.şah ebbas zanîbû ku destê emîrxan di şer de hatiye jêkirin û li ber şerê mêrane yê emîrxan tevî osmaniyan, ferman da ku destekî zêrîn û bi yaqût û elmas xemilandî ji emîr xan re çêkin. ji vê demê pêde emîr xan wek “lepzêrîn” jî hat bi navkirin.



    emîrxan bi edalet û jîrbûna xwe gellek nav û deng bi xwe xist. hinek hozên kurd yên di bin desthilatdarîya osmanî de bûn, xist bin emrê xwe. bi vî awayî devera desthilatdarîya xwe jî fireh kir. ew bi zanayiya xwe roj bi rojê di nava kurdan de wek serokê wan dihat naskirin û xelkên ku li ber zulma sefewî û osmanîyan direviyan li nav mîrnişîna biradostan de bi serbilindî dijiyan ku hin kesên xeyrî kurd wek suryaniyan li vê herêmê û li cem emîrxan bûn û emîrxan ew hemû bi awayekî dihebandin.



    di heman demî de şah ebbas hêdî hêdî kete dijayetîya kurdan, û dest bi kuştina kurdan kir. wî li heyamekî kêm de êrişî ser kela makûyê û kurd kavil kir û pişt re kurdên vê herêmê bo alîyê xorasanê ajot. her wiha navhatî êrişî ser mîrnşîna mehmûdî a bajarê xoyê kir û ev jî dane ber darê zorê û piranîya wan kuştin û ên mayî ajotin xelxalê. pişt re sefewîyan êrişî ser eşîrên bilbas, mengur, mameş û hwd kirin û komkujîyên mezin li dijî kurdan pêk hanîn.



    bi bihîstna wan nûçeyan û kuştina rojane ya kurdan, emîrxanê lepzêrîn baş dizanî bi zûyî şah ebbas dê êrişî ser wî bike, lewra kete hizra berxwedaniyê.



    emîrxan bi hozên qizilbaş re ket tîcareta sînor û dixwest serxwebûna xwe bi dest bixe. wî baş dizanî ku ev bê yekgirtin nikarin li hemberî sefewîyan rawestin, lewra dema ku şah ebbas êrîş bire ser eşîra şikak, emirxan hêzekî 500 kesî bi rêberiya kurê xwe dişîne şerê hêzên sefewî û bi vî awayî şikakan ji dest hêzên sefewî rizgar dike û hêzên şah ebbas têk dişkîne. her weha emîrxan dema ku osmanî êrîşî ser mîrê şemzînan dikin, hêzekî dişîne şerê osmanîyan û wan têk dişkîne. piştî wî karê emîrxan, şah ebbas ku li pey hêncetekê digeriya, hin kesan wezîfedar dike da ku bizanin emîrxan çende hêz heye û kela wî li çi cihekî ye, da ku pişt re êrîşî ser kelê bike. lê her car sîxorên şah ji alîyê hevalên emîrxan ve tên gitin û kuştin.



    sefewîyan bi hemû awayekê dixwastin hêza dimdimê bibînin û hêzên xwe şandin nêzîkî kelê. lewra dema hêzên hesen xan nêzîkî kela emîr xan dibûn, hêzên emîrxanê biradostî ji kelê dibezin û ew êrîşî ser wan hêzên hesen xan û leşkerê wan dikin. di vî şerî de 2 celalî ji hêzên hesen xan tên kuştin û çendên din birîndar dibin. dema emîr xan agahdarî şer dibe, ferman dide, ku şer bê rawestandin. hesen xan jî konên xwe bona bêhnvedanê qasî nîv parseng dûrî kelê dantîne û piştre hêzên wî dîsan êrîşî kelê dikin.



    kurdan ji gellek hêlan konên hesen xan û civata wî bi top û tifingan gullebaran dikin. li ser pirsiyara hesen xan, “gelo emîr xan bo çi wisa dike”, emîr xan dibêje: li vir karê me bi kesî nîn e, ev der xaka kurdan e.



    fermana kurdan derdikeve û şah ebbas dibêje êrîşî ser kela dimdimê bikin û wir li gel axê bikin yek. îskender munşî dibêje “li ser van êrîşan şer her diçû geş dibû û mihemed xan, serokê celalîyan li ser bingeha fermana hemû kurdan serî hilda û ûrmîye xist destê xwe de”.



    li ser nameya hesen xan, şah ebbas hetem beg dişîne ûrmîye. ji wî re dibêje, lêkolînekê bike, ka gelo ev mesela derdora emîr xan çî ye? şah ebas ferman dide ku êrîşî ser emîr xan bikin û kela wî hilweşîne û bi erdê re bike yek. herêm û mulkên emîr xan di nav qizilbaşan de parve bike. lê bi şertekî, ku hemu kurd bên qirkirin. şah ebbas li ser axavtina xwe berdewam dibe: heke tu bi vî awayî bi ser neketî, (ango te nekarî kurda qirr bikî), hewla xwe bide da ku emîr xan bixapînî da ku dîsan rêz û rûmetê ji min bigre. heger rêz û rumet ji min girt, wê demê qizilbaşan bişîne cihên wan ê zivistanî û li wir niştecî bike”. şah ebbas hindek pere û çek û tiştên din dide hetem beg û îskender munşî wek bûyernivîs li gel wî dişîne. bi vî awayî îskender munşî dibe şahidê dagirkirin û hilweşandina kela dimdimê û qetilkirina kurdan û li pirtuka “alemarayê ebasî” de dinivîse.



    hêzên sefewî ku pêk hatîbûn ji gêylaniyan û îsfehanî, erdebîlî, celalî û çendîn hêz û eşîrên din, berdewam û bê eman êrîşî ser kela dimdim dikirin û şerwanên emîrxan berewanî ji kelê dikirin. li heman demê de nêzîkî 400 kes ji şerwanên mihemed paşa ku ji kurdên celalî bûn ji hêza wî cuda dibin û tewlî şorşgêrên dimdimê dibin.



    xan û hemû hevalên wî çûn şerê hêzên dujmin û mêrane şer dikirin û yek li dû yekê hatin şehîdkirin. piştî şehîdbûna xanê lepzêrîn û hevalên wî, jin û zarokên li nava kelê bi dîtina wê dîmenê nexweş, li dema êrîşa hêzên sefewî bo ser akinciyên kelê, û bi taybetî jinên kurd yên di nav kelê de, jinên han ji ber parastina namûsa xwe û emegdarî bi mêr û kesên xwe, yek li pey yek xwe ji bilindtirîn beşa kelê avêtin xwarê û gihîştin karwanê şehîdên dimdimê. ev yek ji alîyê nivîskarekî ser bi hêzên şah ebbas hatîye nivîsandin. serhatiya dimdim û berxwedana dimdimiyan, serhatiya kurdistanê bû, serhatiya mêrxasiyekê ku dengbêjên kurd ew bi zindî hiştine. ew serpêhatiya rastîn, bi çendîn zaravayên kurdî û bi çend awayan hatiye xwendin ku bi giştî bas ji mêrxasî, berxwedan, bindestiya kurdan û hovîtiya dagîrkerên kurdistanê dike.



    dimdim, kela kurdan, kela mêraniyê, kela berxwedan û kela keçên netirs, ji bo vê çendê ku nekevin destê dagîrker û mirovkujan, bi can û dil ber bi pêşwaziya mirinê ve çûn.



    2013.10.20-22:27 | felat

    4. Kazo - kela Dimdim (hey xane!)














    tishk tv - Berxwedanê qela dimdimê












    2013.10.27-20:36 | kurdane

    5. (bnr: dimdim)



    2013.12.15-16:36 | dijber

    6. ew jî wekî çiyayên me asê ye.



    2013.12.15-17:27 | înano lo

    7. varyanta emerê celalî jî têra xwe balkêş e, hevalên ku ev nexwendibin bila kerema xwe lê meyzînin, wê qet poşman nebin ha.. Jixwe ev varyant ji aliyê casimê celîl hatiye tomarkirin û piştî gelek salan di nav weşanên nûbiharê de jî ji nû ve çap bûye



    2014.08.02-14:53 | elomelo

    8. bûyeren kela dimdimê wekî çîrokên devkî derbasî nav wêje ya kurdan bûne. Ew bûne bingeha hûnandina destanên hellbestkî, roman û lêkolînan. dimdim bi serpêhatiya xwe bûye mijara çêbûna beyta xanê lepzêrîn û bi destê dewrêşên Kurdan gund bi gund , zome bi zome geriyaye.



    2015.03.27-12:10 | quşxaneli

    9. xanê dimdim xanê kurdan bû

    kelha dimdimê navda bû

    mêrxasekî yê kurdan bû



    mîrê ecem hezar û hefsed topayî hevdayî

    mîrê kurdan odê razayî nizane ne ewr e ne sahî



    2015.03.27-14:39 | bijêrvan

    10. bo xwedê navê wê biguherîn wekî kela dimdimê. ez bi qewlê dihokiyan îciz dibim. *



    2015.03.27-19:36 | serhednişîn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hiraizerduş [1]
    nivîskar û stranbêjek kurd e. ji mûşê ye. navê wî yê rastîn (vbnr: Hak...
    tebîniyek [1]
    navê pirtûka înan eroglu ye ku ji 11 çîrokan pêk tê, di 2019an...
    oblomovka [1]
    Navê gundê malbata (bnr: oblomov)an e. Di vî gundî da berdestî dixevi...
    sütyene hayır memelere özgürlük [2]
    (bnr: bijî azadiya memikan)...
    gorê arşîvên tirkiyê şecereyên tirşikwanan [1]
    Kom û eşîra min jî Dêrikê derneketine hema negotine em herin hewakî jî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kela zêrîn

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar dirok pirtukweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî