Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mîrzayê piçûk - tirşik
mîrzayê piçûk | 2011
Nivîskar: Antoine de Saint-Exupéry | kurmancî | çîrok | 108 rûpel

Di nav berhemên Antoine deSaint-Exupéry de, pirtûka MîrzayêPiçûk berhemeke yekta û bêhempa ye. Ew dinav van serdemên hovîtiyê de xewneke nazik e, sirû...
mîrzayê piçûk
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Romaneke meşûr a nivîskarê frensî antoine de saint-exupéry ye. Ji hêla romannivîs û wergêr fawaz husên ve li kurdî hatiye wergerandin.

Roman çendî bo zarokan hatibe nivîsandin jî ew dikarê pispor û zanyarên rîsipî jî perwerde bike. Roman ji serî heya dawî tije sîmge ne. Niviskar li ser îroniyên insanan pir disekine û şabûna li vê dinê ji tiştê basît û bûyerên normal derdixe pêşberî me. Ji romanê çend rêzên hilbijartî;



...

wî/wê tucarî gulek bêhn nekiriye

Wî/wê tucarî li stêrekê nenihêriye

wî/wê tucarî ji kesekî/ê hez nekiriye

wî/wê tucarî ji bilî berhevkirina hejmaran tiştekî din nekiriye

Rojê gişî, ew jî hema wek te dubare dike û dibêje:

Ez mirovekî cidî me!

Ez mirovekî cidî me!

Ew bi vê yekê serê xwe pir bilind dike. Lê belê ew ne însan e, ew kivark (bnr: karok) e.

...

Rovî vegerand:

- tu hîna ji bo min zarokekî piçûk wek sed hezar zarokên din î. Ez ne hewceyê te me û tu jî, tu ne hewceyê min î. Ez ji bo te roviyek wek sed hezar roviyên din im. Lê eger tu min kedî bikî, her yek ji me wê bibe hewceyê yê din. Wê di cîhanê gişî de kesekî wek te tunebe û tê bibî yekane. Ji bo te jî kesekî wek min di cîhanê gişî de wê tunebe û ez ê jî bibim yekane.

Mîrzayê piçûk got:

- ez nû têdigihîjim. Gulek heye... Ez bawer dikim ku wê ez kedî kirime.

...



Kesên ku vê pirtûkê hêjî nexwendibin bila nebêjen me roman xwendiye.



05.10.2013 01:52 | ceso

2. pirtûka min li zanîngehê ne şaş bim emrê min 19 an 20 bû li ser daxwaza hevalekî min xwendiye.. pirtûka zarokan e lê miheme û şêxmûs û evdirehman û eyşê û sêvê û xoxê filan jî dikarin bixwînin helbet.. bi çavên zarokekî bûyer û diyardeyên li ser rûyê erdê û şêl û tevgerên mirovan vedibêje pirtûk.. di pirtûkê de beş û pasaja ku dema mîrzayê biçûk qala kedîkirinê ji roviyê ku dixwaze bi mîrzayê biçûk re bibe heval dike gelek xweş û dramatîk û watedar e.. pirtûk ji aliyê pîlotekî ku navê wî di peyama li jor de hatiye nivisandin -mîrata nav hingî dirêj û komplîke ye bi xwe re nabînim li vir jî binivîsim- hatiye nivîsandin.. lehengê çîrokê mîrzayê biçûk li gerestêrkekî dijî û nizanim çawa lê bi awayekî xwe li dinyayê dibîne.. pîlotê me jî li nava çol û çolistaneka erebîstanê teyara wî xirab dibe û ji mecbûrî li ser pîsta çolê teyara xwe datîne û ji bo teyareya xwe temîr û tedîl bike zend û bendan vedimale.. axirê pîlot dema teyara xwe temîr dike ev prensê biçûcik û tê û ji pîlot re dibêje ka ji min re li ser kaxezekî suretê berxekî çêke -baş nayê bîra min belkî mîh an bizin be jî- paşê çîrok li dora vê hevaltiyê û hevdunasînê diçe û tê û tê û diçe heta ku çîrokbêj rehme'l dêûbavê hazir û guhdaran tîne..



05.10.2013 12:59 | endazer

3. Pirtûka ku ji 50 î zimanê dinyayê bêhtir hatiye wergerandin û tîraja wê 60 mîlyonî bihûrtîye. Di serî (bnr: cemal sÜreya), (bnr: tomrîs uyar), (bnr: azra erhat) û gelek kesê din wergerandine tirkî. ji alîyê nivîskarê frankofon (bnr: fawaz husên) ve hatiye kurdî kirin. Min bi xwe, him bi tirkî, wergera kê/î bû nayê bîra min, û him jî bi kurdîya fawaz husên min xwendiye. Xewne pirtûkeke herî xweş e. Tevlî xêzewêneyên xwe, her çiqas bo zarokan perwerde bike hatibe nivîsîn ew dikare mezinan jî perwerde bike. Ew dikare bibe demeke xweş bo mezinan jî, ew dikare bibe bêhnvedaneke hênik bo her xwenevanî. li gorî min, esseh gere were xwendin.



10.10.2013 16:07 | seydayê_peyvan

4. tê de gotinek wek "rastî bes bi dilan diyar e" heye, ku nizanim fawaz husên çawa wergerandiye ev gotin, lê nashiyên ku bi pêshqebûla hezjêkirina vê çîrokê dest davêjine kitêbê gelek di bin tesîrê de dimînin.. helbûkî gotineke gelek sade ye..



11.10.2013 00:28 | gordereş

5. mîrzayê piçûkê ku bu nesib ku min bi kurdî xwend. hama êdî hew çêdibe... xweşî , delalî, kûrahî, te çi bivÊ D VÊ BERHEMA PİİûÇK DE HEYE



11.10.2013 10:07 | arami

6. ewê gelek kes li roviyek bigerin da ku ji xwe re kedî bikin



11.10.2013 14:30 | jirjanamedi

7. http://www.petit-prince.at/pp-kurd.htm



12.10.2013 15:19 | mem alan

8. (bnr: antoine de saint-exupéry)



31.01.2015 20:10 | seydayê_peyvan

9. pirtûka mîrzayê piçûk di nav berhemên antoine de saint-exupéry de bi rastî cihekî taybet digre. ew bi babet û naveroka xwe ji hemû pirtûkên din cihê ye. ji navên pirtûkên din mirov dikare bizanibe ew li dora çi mijaran digerin. eger ceng û serêşên jiyanê ciyekî mezin di nav wan de dibînin, pirtûka mîrzayê piçûk cîhaneke bi serê xwe ye, berhemeke yekta ye.ew di nav serdemên harbûyînê de xewneke xweş e, di nav sedsalên dijminariyê de bîstikek dilovanî ye. di jiyana xwe ya kurt de, antoine de saint-exupéry di nav herdu cengên cîhanî de derbas dibe. ew tenê di zarokatiya xwe de demên kêfxweşî û pakiyê dibîne. gava ew "mezin" dibe, ew bêgav dibe bikeve nav cengê û bi "mirovên mezin" re pêwendiyan çêbike, bijî. di vê jiyana dorgird de, xewn rêya xeiasê di rûyê wî de vedike, xewna xweş hergav bang wî dike. wilo jî gava bayê hoviriyê gûr dibe û xwînxwar li bajarên ewropayê li laşan digerin, antoine di serê xwe de dûrî navendên bajarvaniyê, dûrî cengê dikeve. ew li balafira xewnan siwar dibe, diçe biyabanê, diçe sehraya efrîqayê û li wê tenhatiyê, wek piraniya pêxemberan, tiştên ku bi çavan nayên dîtin ew wan bi dilê xwe dibîne. li wê derê ew pêrgî mîrzayekî piçûk tê û herdu, bi hev re, li rastiya tiştan digerin û aveke ne wek hemû avan vedixwin: ew li bîra dilovaniyê digerin û wê di bilindbûna hîsên pak de peyda dikin. antoine de saint-exupéry dûrî frensa şikestî, li emerîkayê, tevnê vê xewnê kok dike. ew bi vê berhemê, ango bi vê xewnê, salên reş li paş xwe dihêle û xwe davêje nav pêlên demên zarokatiyê. dûrî "mirovên mezin" ên tenê ji tiştên vala hez dikin, ew hînî jiyana rastîn dibe, xwe di kirasê mîrzayê piçûk de nas dike. balafirvan û nivîskar bi saya vê xewnê, bi alîkariya vê diltenikiyê, dikarin herdu xwe bigihînin warê hêviyê. xewnên rojane dikarin deriyê jiyaneke sade li ber wî vekin. antoine de saint-exupéry di baweriya min de dixwaze bêje ku her kes dikare li balafira xwe ya xewnan siwar bibe û pêrgî mîrzayekî piçûk bibe, her kes dikare vgere dilpakiya zarokatiyê û hîsên xêrxwaziyê. eger ez ne şaş bim jî, peyama antoine de saint-exupéry di vê pirtûka piçûk de ê tiştek wilo be. xwendevan dikarin bi gelek şêweyan vê pirtûka hanê bixwînin. lê belê eger zarok dikarin bi gelek hêsanî têbigihêjin, ew ê ji bo "mezinan" gelekî zehmet be. kûranî bi çavên mezinan hatiye û ta ku ew bikaribin vê pirtûkê bixwînin, gerek pêşî ew li dilpakiya zaroktiya xwe bigerin. ew dikarin wek mîrzayê piçûk û nivîskar xwe hîn bikin çawa tiştên ku bi çavan nayên dîtin bi dilê xwe bibînin. wilo jî ev pirtûka xweş di serdemên tîbûnê de wê bibe tasek ava hênik, di birçîbûnê de gepek nanê germ û di rojên tengezariyê de awazek xweş û dilnijîn. ev berhem dixwaze me fêr bike çawa em bi dilpakî û dilovanî bi kesên li dora xwe bidin û bistînin. wek ku rovî ji mîrzayê biçûk re dibêje, tiştekî bêkêmasî tune. lê belê eger mirov hîn bibin bi dilpakî li tiştan binêrin kêmasî bêguman beyî ku rabin wê gelekî kêm bibin.



19.03.2015 19:07 | remlavêj

10. pirtûka ku wergera wê bûye kêran û ketiye qûna kemalîstan. Ji ber ku tê de ji bo misto kemal peyva dîktator hatiye bikaranîn medeniyeta qûnneşûştî ya ji vê derê heya ötüken ormanı pêşdeçûyî ya gelê pîrozê îronîk ê tirk û tirkoleran rabûne ser piyan û pê de çûne " weylawayê çawa serokê me yê pîroz î bimbarek kirine dîktator." ji ber vê hindê wergêrên tirk ên vê pirtûkê bipiranî peyva dîktator weke "rêber", "lîder" wergerandine tirkî ku bi vê yekê serê xwe kirinê binê xweliya xwelîseryê û qûna wan a bêpîne ji derve maye. tew ser de jî reveberiya wan a pîroz jî rabûyê vê pirtûkê ji "sed pirtûkên binhegîn ên ku divê bên xwendin", derxistiye.



09.04.2015 10:56 | ceso

11. mîrzayê mezin jî heye: mîrza baran



10.04.2015 00:38 | derdo

12. Pirtûka ku bi xêra nivîsên jorîn ve bi berfirehî hatîye analîz kirin. Pirtûka Mîrzayê biçûk hevaleka min nêzî 3 heftê berê dîyarî min kirîye. Min tirkîya wî xwend lê min hêj min dest bi kurdîya wî nekirîye. Yê nexwendî hebît bila teqez vê pirtûkê bixwînît û bila di pirtùkxana/ê xwe de lê zêde biket...



09.06.2016 00:13 | azad30

13. Pirtûkeke ku ji aliyê epirtukenkurdi.blogspot.com ve wek epub, mobi û pdf hatiye çêkirin e. Ji bo e-pirtûka Mîrzayê Biçûk
Here lînkê



24.02.2020 03:17 | serfiraz hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîrzayêbiçûk
» piçûkê malê kûçikê malê

Kategoriyên mijarê:: weje pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî